Home Forums GOTINÊN STRANAN A Arşîva Radyoya Erîvanê Cemalê Ûsiv – Kilamên Evînîyê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25699
    Xelîl
    Keymaster

    Ez î pir bengî me,
    Xortê qeşengî me.
    Şah û serbest im,
    Eşq û bextewar im,
    Dengbêjê yarê me,
    Bengiyê narê me.
    Ezî evîndar im,
    Bi soz bi qirar im.
    Hezîna min pir e,
    Mîna lal û dur e.
    Dilê min şimdan e,
    Bona hemûyan e.
    Şah û serbest im,
    Eşq û bextewar im,
    Dengbêjê yarê me,
    Bengiyê narê me.
    Bengîtî pir xweş e,
    Beşer li me geş e.
    Deng didime cihala,
    Wekî gele sala.
    Bengî evîndar bim,
    Bi sond bi qirar bim.
    Şah û serbest im,
    Eşq û bextewar im,
    Dengbêjê yarê me,
    Bengiyê narê me.

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor