• Derbarê WordPressê de
    • WordPress.org
    • Dokumantasyon
    • Learn WordPress
    • Piştgirî
    • Paşragihandin
  • Log In
  • Register
Skip to content

xudreste

-Vî Zemanî Her Kesek Mîmarê Dîwarê Xwe Ye-

Menu
  • Destpêk
  • Forûm
  • Ferheng
Menu

Forma Hevpeyvînê Ya Nirxandina Dersên Zindî

Home › Forums › PERWERDEHÎ & AKADEMÎ › Lêkolîn & Xebat › Forma Hevpeyvînê Ya Nirxandina Dersên Zindî

  • This topic has 0 replies, 1 voice, and was last updated 3 years, 6 months ago by Xelîl.
Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • 23/10/2022 at 10:53 #24454
    Xelîl
    Keymaster

    Merheba, navê min Xelîl Akgul e. Li Bingöl Üniversitesiyê, li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendevanê pola 2yem im. Weku tê zanîn, ji ber pandemîya Covid-19yê Bingöl Üniversitesi jî dersên xwe ne rû bi rû, li ser înternetê bi awayekî zindî dide xwendevanan. Bi armanca nirxandina dersên zindî, dixwazim bi we re hevpeyvînê bikim. Fikir û nêrînên we dê ji bo xebateke zanistî bê bikaranîn û daneyên vê hevpeyvînê dê ji bo armanceke din neyên bikaranîn û bi kes an jî dezgehên sêyem re neyên parvekirin. Heger hûn bixwazin ew ê nasnamaye we neyê eşkerekirin û bi kes an jî dezgehên sêyem re neyê parvekirin. Beşdarên vê hevpeyvînê xwendevanên Bingöl Üniversitesiyê ne.

    Heger hûn bêjin erê, ji bo ku hevpeyvîna me bê kêmasî û bê xeletî bê tomarkirin, dixwazim hevpeyvînê bi amûra qeydkirina deng ve bi awayê dîjîtal qeyd bikim. Herwiha ez ê tiştên girîng û balkêş li cem xwe binivîsîm. Hevpeyvîn dê dora 30 deqîqeyan bidome. Berî ku em dest pê bikin ku hebin ez ê bi kefxweşî pirsên we bibersivînim û ku pêşnîyazên we hebin kerem bikin. Ji ber ku hûn beşdarî hevpeyvînê dibin spas dikim.

    Nav/Kodnav:

    Temen:

    Zayend:

    Bajar:

    Pirsên Hevpeyvînê

    • Hayê te ji vîdyoyên perwerdîhîyê yên Ji bo bikaranîna bernameyên/sîstemên dersên zindî (Microsoft Teams, LMS hww) heye?
      • Te ew vîdyo temaşe kirine?
      • Heger te temaşe kiribin, vîdyo ji bo perwerdehîyê têrdar bûn an na?
    • Derfet û amûrên (înternet, telefon, kompûter, tablet) te hene ku tu karibî beşdarî dersên zindî bibî?
    • Tu beşdarî dersên zindî dibî?
      • Heger beşdar nabî, sedemên beşdarnebûna te çi ne?
    • Ji bo her dersekê 20 xulek dersa zindî tê dayîn. Ji bo dersekê, 20 xulek wexteke dirêj e an kurt?
      • Dirêjbûna dersên zindî çi pirsiyaran bi xwe re dertîne?
      • Kurtbûna dersên zindî çi pirsiyaran bi xwe re dertîne?
    • Vîdyoyên dersên zindî tên qeydkirin da ku xwendevan karîbe ji nû ve li wan temaşe bike.
      • Ev derfet (vîdyoyên qeydkirî) ji bo çavkanîyên dersê têra te dike?
      • Ji bilî vîdyoyên qeydkirî çavkanîyên nivîskî tên parvekirin?
      • Çavkanî birêkûpêk in?
    • Di dersên zindî de performansa mamosteyan çawa ye?
      • Heger tu li gorî dersên rû bi rû nebaş dibînî, bi te sedemên wê çi ne?
    • Heke di destên te de bûya te yê perwerdehîya rû bi rû an mesafeyî (ji dûr ve) tercîh bikira?
    • Li gorî rewşa pandemîyê dibe ku perwerdehîya mesafeyî berdewam bike. Pêşnîyazên te ji bo xwendevan û mamosteyan çi ne?

    Nîşe: Ev nivîs wekî sparteka dersê hatîye amadekirin.

  • Author
    Posts
Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Log In
© 2026 xudreste | Powered by Minimalist Blog WordPress Theme