Home Forums GOTINÊN STRANAN A Arşîva Radyoya Erîvanê Îskoyê Lezgî – Nermo

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25474
    Xelîl
    Keymaster

    Haw nerm e, nerm e û nerm e delalê Nermo ne li mal e,
    Haw nerm e, nerm e û nerm e, ser singa zeriyê çend xal e.
    Min çevê belek şerm e, delalê Nermo ne li mal e,
    Min çevê belek şerm e, ser singa zeriyê çend xal e.
    Wez çûm derî dadayî, delalê Nermo ne li mal e,
    Wez çûm derî dadayî, ser singa zeriyê ça delal e.
    Qonco mal da paldayî, delalê Nermo ne li mal e,
    Qonco mal da paldayî, ser singa zeriyê çend xal e.
    Min pihênek lê dayî, delalê Nermo ne li mal e,
    Min pihênek lê dayî, ser singa zeriyê çend xal e.

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor