Home Forums GOTINÊN STRANAN A Arşîva Radyoya Erîvanê Karapetê Xaço – Tewxan

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25411
    Xelîl
    Keymaster

    Tewxan tew Xan tew Xanê, lê lê Xana min,
    Tew Xan tew Xan tew Xanê, birîndarya min.
    Sêva sor e li dikanê, lê lê Xana min,
    Sêva sor e li dikanê, birîndarya min.
    Xanê te digo ez mêr nakim, lêw Xana min,
    Zeriyê te digo ez mêr nakim, birîndarya min.
    Zeriyê te digo ez mêr nakim, lêw Xana min,
    Biska li guliya şe nakim, birîndarya min.
    Biska li guliya şe nakim, lêw Xana min,
    E li vî gundî mêr nakim, birîndarya min.
    E li vî gundî mêr nakim, lêw Xana min,
    Mêr dikim te ji bîr nakim, birîndarya min.
    Xanê baxçe pîvaz e, lêw Xana min,
    Zeriyê baxçe pîvaz e, birîndarya min.
    Zeriyê baxçe pîvaz e, lêw Xana min,
    Eslê Xanê çi dipirsî, birîndarya min.
    Eslê Xanê çi dipirsî, lêw Xana min,
    Eslê Xanê tolaz e, birîndarya min.

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor