Home Forums GOTINÊN STRANAN A Arşîva Radyoya Erîvanê Miqamê Civata Kurdî – Ditirsim Ez Bimrim

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #25250
    Xelîl
    Keymaster

    Tirsim ez bimrim dilo heyran li vê havînê yeman
    Li vê havînê dilo heyran livê havînê
    Tirba min çêkin dilo heyran li şanaşînê yeman
    Li şaneşînê dilo heyran li şaneşînê
    Bi ramûsanek bistînim ji biskê zînê yeman
    Ji biskê Zînê dilo heyran ji biskê Zînê
    Tirsim ez bimrim dilo heyran li vê baharê yeman
    Li vê biharê dilo heyran livê biharê
    Tirba min çêkin dilo heyran li binya darê yeman
    Li binya darê dilo heyran li binya darê
    Ez ramûsanek bistînim ji biskê yarê yeman
    Ji biskê yarê dilo heyran ji biskê yarê
    Tirsim ez bimrim dilo heyran li vê pahîzê yeman
    Li vê payîzê dilo heyran livê payîzê
    Tirba min çêkin dilo heyran li bin dara gûzê yeman
    Bin dara gûzê dilo heyran bin dara gûzê
    Ramûsanek bistînim ji biskê qîzê yeman
    Ji biskê qîzê dilo heyran ji biskê qîzê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor