Home Forums GOTINÊN STRANAN M Murat Bektaş Murat Bektaş – Hesenê Mûsa

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #30732
    Xelîl
    Keymaster

    Heywax limin heywax limin lo malaminê
    Sozû bextû qerar nema lo li dara dinê
    Xudê xirabikê mala xwediyê lo dil girtinê
    Yadê yabo hesenê mala mûsa tê mi dixwazê min nadinê
    Wele bi Xudê minê digo hûnê min bidin mala hesenê mûsa min bidênê
    Wele heger hûnê min nedin mala hesenê mûsa
    wezê kincê xweyê bişînim lo ser malkînê lo ser bû yaxê
    Ezê piştî çavê reş û belek wezê pêre mêra li xwe heramkim lo li dara dinêê
    Heywax limin heywax limin heywax limin heywax limin lo malaminê

    Yadê heyra lime derket cejna lo Remezanê
    Yadê gidî qîzê gundême derketin ber guvendê lo li ber dîlanê
    Yadê wele xurtê gundême daketin ber kêlikê li ber nîşanê
    Ezê çiqas çavê xwe rebenê digerînim û na gerînim
    Wezê Tûrînê mala mûsa qet nabînim lo li meydanê
    Heywax limin heywax limin heywax limin lo malaminê

    Yadê rebenê hesenê mala mûsa lo tembûrvane
    Gustîla tiliya tûrînê malê qaşav mase lo karebane
    Xudê xirabikê mala simê qaso hesenê ceafo
    Wele li serêmin û tûrînê mala mûsa rakirne lo fermane
    Heywax limin heywax limin heywax limin lo malaminê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor