Ev pêleyek e min xwestiye kitêb û kovarên ko min ji înternetê daxistine û li cem xwe kom kirine ḧemû li malpereke nû biweşênim lê zeḧmetînin hene…
Zeḧmetiya herî mezin mesela ḧeqê nivîskar e. Li bêhtirê dewletan, ḧeqê nivîskarê kitêban piştî mirina wî yan wê 70 salan dewam dikê. Ji bo ko yek tiştekî par ve bikê divê yek destûrê ji wî nivîskarî bistênê. Temam ev bixwe ne tiştekî xirab e, divê nivîskar karibê çi bixwazê ji esera xwe bikê. Lê wextê ko hejmara kitêban gelek bê, gelekî zeḧmet e yek ji ḧemû wan nivîskaran destûrê bixwazê.
Ya pêşî, belkî ti şiklê ko yek bi edîb re bikevê danûstanindê nînbê. Belkî e-posta wî nîne, telefona wî nayê zanîn.
Ya dî jî belkî nayê zanîn ma xwediyê eserê kî ye jî. Yan jî belkî nivîskar miriye û hingî heke warisên wî nebin ma wê çi bê? Ji van re “orphan works” tê gotin û çareke baş ji bonî wan nîne. Kitêbên ko hew têne çapkirin wê çi bê ji wan?
Problem xilas nabin.