• Derbarê WordPressê de
    • WordPress.org
    • Dokumantasyon
    • Learn WordPress
    • Piştgirî
    • Paşragihandin
  • Log In
  • Register
Skip to content

xudreste

-Vî Zemanî Her Kesek Mîmarê Dîwarê Xwe Ye-

Menu
  • Destpêk
  • Forûm
  • Ferheng
Menu

Said Yusuf – Xwe neveşêre kubar

Home › Forums › GOTINÊN STRANAN › S › Seîd Yûsiv › Said Yusuf – Xwe neveşêre kubar

  • This topic has 0 replies, 1 voice, and was last updated 1 year ago by Xelîl.
Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • 27/04/2025 at 16:24 #30953
    Xelîl
    Keymaster

    Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e
    Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
    Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê
    Tu xeber şekir î, lêvê te hungivîn e

    Ro li min bûne sal bo te şêrîn yarê
    Dil dike nale-nal derman bik kubarê
    Zerya min çawxezal tûyî bûka tarî
    Brînê min gelek kûrin tu wer bikewîne
    Çavê min bûne newal tu bes min bigrîne

    Ez ne xerîb im kubar xortekî gundî me
    Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me
    Çavêm qerimîn ji te bê hêvî me
    Brînê’m gelek kûr in tu wer bikewîne

    Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e
    Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
    Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê
    Tu xeber şekir î lêvê te hungivîn e
    Gotin û Muzîk : Seîd Yûsif

  • Author
    Posts
Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Log In
© 2026 xudreste | Powered by Minimalist Blog WordPress Theme