• Derbarê WordPressê de
    • WordPress.org
    • Dokumantasyon
    • Learn WordPress
    • Piştgirî
    • Paşragihandin
  • Log In
  • Register
Skip to content

xudreste

-Vî Zemanî Her Kesek Mîmarê Dîwarê Xwe Ye-

Menu
  • Destpêk
  • Forûm
  • Ferheng
Menu

Serhado – Bajo

Home › Forums › GOTINÊN STRANAN › S › Serhado › Serhado – Bajo

  • This topic has 0 replies, 1 voice, and was last updated 1 year ago by Xelîl.
Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • 27/04/2025 at 16:25 #31013
    Xelîl
    Keymaster

    Tekeran bijdîne
    Hewa wan dagire
    Tu hedefê zanibî
    Tê riya wê bibînî
    Rê dirêj e, dem kin e
    Bajo heta mirinê..

    Pêşiya xwe binere – Bajo Bajo
    Bê xwe nemîne – Bajo Bajo
    Rê dûr be jî – Bajo Bajo
    Dilê xwe bigihîne – Bajo Bajo

    Yek sanî
    Sifir heta sedî
    Tu zanî
    Tu ne bê hedî
    Lê ez kovî me
    Nabim kedî
    Ez im
    Serhedê ne serhedî
    A ferq nake tu li ku yî
    Tu ji ku hatî û tu ku de diçî
    Tu nikarî ji xwe birevî. Na
    Tu nikarî ji xwe birevî..
    Bi xwe re şer dike
    Bi xwe re li hev tê
    Şerê navxweyî naqede
    Tê binkevî, serkevî
    Bikevî rabî
    Tê bigrî, tê bikenî, bikşînî êşê
    Em nizanin çi heye
    Li ser vê rêkê
    Em berê xwe bidinê
    Ka cihê xwe çêke
    Ji kerema xwe re
    Kemerê girêde
    Deng bilind bike
    Pêleka pêlê

    Sedem herdem ne diyar e
    Lê herdem sedemek li wa ye
    Yek siwar dibe
    Yek peya dibe
    Her yek ji wan
    Dersek da ye
    Baş e? Xirab e?
    Heval e? Neyare?
    Pak e? Saf e? Bi hesab e?
    Dûr be, nêz be
    Mesafê deyne, erê
    Divê tu mesafê deyne
    Bawerî dişkê
    Dil dimîne
    Xelk nayên guhertin
    Xwe bigihurîne
    Ji wan qere
    Darên keleka rêkê
    Wan jî derbas bike
    Di dû de bihêle..
    Çawa diajom
    Nebêjin min
    Yan deng nekin
    Yan siwar nebin
    Rê bidin nedin
    Vayê diçim
    Hûn nekevin pêşiya min
    Pêl kesî nakim

    Çavên min li armanc e
    Nanêrim li para

    Jiyan kin e
    Dinya mirin e
    Nefikire
    Bi ya dilê xwe bike
    Mazotê dagire
    Hedefê bigire
    Pêl frên neke
    Biçe biçe
    Carna kaş e
    Çep û rast e
    Rê jiyan e
    Tu şofêr be
    Can e can e
    Lê miqate be
    Emir diçe
    Bi qîmet dibe
    Bijî!
    Çend kêliyên mayî
    Sibe heye
    Bê garantî
    Aniha. Zindî zindî..
    Bajo! Hê tu nemirî

  • Author
    Posts
Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Log In
© 2026 xudreste | Powered by Minimalist Blog WordPress Theme