• Derbarê WordPressê de
    • WordPress.org
    • Dokumantasyon
    • Learn WordPress
    • Piştgirî
    • Paşragihandin
  • Log In
  • Register
Skip to content

xudreste

-Vî Zemanî Her Kesek Mîmarê Dîwarê Xwe Ye-

Menu
  • Destpêk
  • Forûm
  • Ferheng
Menu

Serhado – Ber Bayê

Home › Forums › GOTINÊN STRANAN › S › Serhado › Serhado – Ber Bayê

  • This topic has 0 replies, 1 voice, and was last updated 1 year ago by Xelîl.
Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • 27/04/2025 at 16:25 #31010
    Xelîl
    Keymaster

    Bersiv nêz e lê digerim li dûr
    Ma ez çi zanim bê lêhûrbûn?
    Di destek de mertal di destê dî şûr
    Şer dikim ji bo aşîtî û huzûr
    Şahî û şîn herdem tekoşîn
    Tê bîra te zaroktî bê birîn..
    Hertim kêf û xweşî?
    Ji diya xwe bipirse tu ji bo hertişt girî!
    Eger tu gav navêje tu nagihîje
    Eger tu şer neke tê binkeve
    Ger tu necerbîne tu fêr nabe
    Ger tu nepirse tu nizane

    (dîsgotin)
    Li pişta min nifirin
    Çav li min yê li pêşe
    Çiqas bilind bifirim
    Ewqas jî ketin diêşe

    Hê jî çavên te li min
    Qey jiyana te tune
    Pêşî li xwe binere
    A min bê ser û bin e
    Çawa radibim rûdinim
    Rîh dirêj e yan kin e
    Çima diaxifî ser min
    Jiyan jiyana min e
    Kî çi dibêje bila bêje
    Ez dive vê êşê vegerînim hêzê
    Ji bo pêşkevim derkevim ji rêzê
    Dilê min çi rê de min herim wêde
    Neseknim netirsim ser de biçim
    Heta serkeftinê çi ji min bê bikim
    Nêrîna te çi ye heya min jê tune
    Bi qenc û xirab aqilê min ji kîsî min e

    (dîsgotin)
    Li pişta min nifirin
    Çav li min yê li pêşe
    Çiqas bilind bifirim
    Ewqas jî ketin diêşe

    Ber bayê berê min li ber malê
    Serbilindim min li ber xwe da ye
    Ez im pelê direqisê li hewa ye
    Min çi da be hertişt hêja ye
    Min çi girt hemû dilê min de ma ye
    Spasdarim ew kêlî dîsa na ye
    Bigrim jiyanê bigrim dîlanê
    Dîwarê astengê bînim xwarê
    Bibînim cewhera wenda yê
    Vegerim bibim yek bi xweza yê
    Dilop bi dilop ber bi derya yê
    Dive bikaribim bi xwe..
    Ji bo bikarim bi dinya yê
    (dîsgotin)
    Li pişta min nifirin
    Çav li min yê li pêşe
    Çiqas bilind bifirim
    Ewqas jî ketin diêşe

    Namirê agirê çavê
    Diberiqê mîna tavê
    Wek pelê serê darê
    Direqisim ber bayê

  • Author
    Posts
Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Log In
© 2026 xudreste | Powered by Minimalist Blog WordPress Theme