• Derbarê WordPressê de
    • WordPress.org
    • Dokumantasyon
    • Learn WordPress
    • Piştgirî
    • Paşragihandin
  • Log In
  • Register
Skip to content

xudreste

-Vî Zemanî Her Kesek Mîmarê Dîwarê Xwe Ye-

Menu
  • Destpêk
  • Forûm
  • Ferheng
Menu

Serhado – Derew e

Home › Forums › GOTINÊN STRANAN › S › Serhado › Serhado – Derew e

  • This topic has 0 replies, 1 voice, and was last updated 1 year ago by Xelîl.
Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • 27/04/2025 at 16:25 #31014
    Xelîl
    Keymaster

    Çi dikin em deng nakin, em namirin ji şerma
    Bêdeng in, ditirsin cihê qûna me jî germ e
    Em fêm nakin, me girêdidin, êrîş dibin ser me
    Em nafikirin, dimeşin li ser riya dane ber me
    Zikreşî, nexweşî belav kirin di nava me de
    Her kes ji xwe re
    Her kes rûniştiye di mala xwe de
    Tev di bin çavan de, kontrola bi riya telefonan
    Ew heywan e..
    Ew mirovê ku ava kir korona
    Serdestê serê me ne ew şirket û bankên pera
    Axayê gundan, şêx û mela
    Tev ser serê me ne
    Wezîrên dewletan celadên zarokên me ne
    Berpirsiyarên êşa birînên
    Dayikên me ne
    Xema me ye, em hene..
    Lê ka em çi dikin?
    Em rewşa xwe qebûl bikin?
    Yan em rûnin dua bikin?
    Em ji wan re bihêlin?
    Ji derewên wan bawer bikin?
    Em li hêviya Xwedê bihêlin?
    Yan em rabin çareser bikin?

    Difikirî hê bikirî tê pêşkevî – Derew e
    Tu zengîntir bibî tê bextewar bibî – Derew e
    Tu lawaz î, ne bedew î. Tu têrî nakî – Derew e
    Tu tenê laş î – Derew e
    Wek xwe ne baş î – Derew e

    Me gezek li sêva wan da
    Li sêva neqeşartî
    Em tim li ber çava ne
    Hertiştî wan jî ma veşartî
    Kê got çapeminî
    Diweşênin bêalî?
    Tev me dixapînin
    Bi ragihandina yekalî
    Zara tavêjê ser masê
    Bi destê xwe yê lewitî
    Tu jî keverikî
    Ser nerdêtextê wan
    Jiyan bêqîmet e
    Bi qumara bêwijdanî
    Ji bo pergala wan nekevê
    Tu jî rola xwe dilîzî
    Pey dikevî li jor û jêran
    Lê çi diberiqê ne zêr e
    Dinya ne mayê ji kesî re
    Vê bimîne ji kê re?
    Ji xwe re ker e
    Ji me re zana û bi hêz e
    Aqil bide xwe, te xêr e?
    Hacî ne li şer be şêr e
    Şer e, şer e
    Ka kê qezenc kir ji me re bêje
    Me berdin hev
    De çekên xwe bifiroşin vêca
    Şoreşek heye
    Tu jî rabe jê nemênîne
    Dengekî te heye
    Ê naxwe bikar bîne

    Çi nizanibî nizanî
    Çi bifikirî bawer dikî
    Mejî jî tije kirî..
    Derew e tu fêm nakî

    Dinya li ser pişta me ye
    Pera di berîka zengînan de
    Karker e, deyndar e
    Dernakevê ji bin teqsîtan
    Pergala xwe
    Ser me ferz dikin li dibistanan
    Jiyana me erzan a
    Dikirin difiroşin li bazaran
    Her kes xwe li erdê dixe
    Ji bo çend likes û şopvanan
    Xwe fehşo mehşo dikin
    Li ser snapchat û înstagrama
    Aqil ne asîl kîlo ye
    Ne asîl qam e
    Dibêjin fenomenê
    Ne hêjaye pênc girama
    Wext û keda bidin hunerê
    Didin reklaman
    Gotinên wan erzan in
    Lê cilên wan buha ne
    Zarok temaşe dikin
    Dibêjin qey rastî weke wan e
    Sofra gura ye
    Kî şîvan e, kî beran e?
    Me nexweş kirin
    Gêj kirin bi heban û dermanan
    Vaksîna wê xweza ye
    Lê gîha îllegal e
    Buha buha difiroşin me
    Tiştên ji me dizîne
    Lê negere li piyasan
    Dilê te xezîn e

  • Author
    Posts
Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Log In
© 2026 xudreste | Powered by Minimalist Blog WordPress Theme