Home Forums GOTINÊN STRANAN X Xebat Şakir Xebat Şakir – Dayê Sosê

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #31202
    Xelîl
    Keymaster

    Çemê Cerehê,
    dixwişe xwiş
    û
    leme lema te de,
    bîranînên min
    serav û binav dibin,
    zevîyên zarokatîya min,
    û govendên bîranînan,
    li ber lehîya xwe dibe,
    hooooo… çemê Cerehê,
    ji kur tê,
    tê bi kur ve herê,
    ey heval,
    li kur tê rawestê,
    li kur tê bihênijê,
    li kur tê bi xew ve biçê,
    hoooooo çemê Cerehê,
    Nêrdeham,
    Mişêfla,
    Kevirê Hêmid,
    Qubika wêran,
    Diyarê Felekê
    û ewên din…
    li ser vê bêbextiya me,
    û vê çifteoxirê,
    tok û pêsîran,
    ji hêrsa xemsarîya me diçirînin.

    Li ber şewita derbên egala
    kanîya hêstiran diçike û
    ji qîrîn û gazîyan
    qirika xîretê kelogirî dibe.

    Dilokî bêje dayê Sosê
    li ser mirina hestan  û
    bêxîretîya lawan û
    dûrbûna zarokên Cerihê
    ji warê bav û kalan.

    Li ser tevnepîrkên bi derîyan ve
    û wêranîya Pênc gundên beravê
    xernûfên har û dîn
    gulên bûne qoleg
    li ber bîna evînê
    bêje dayê Sosê bêje.

    Kî wê terqîn û yasînekê bixwîne
    li ser têkçûna me li rojava
    û helandina keç û xortan
    ne têgihştin û nezanîya mezinan
    golên hev girik û tijî xweşîl dikin.

    Hunermend ji qirika xwe birîndara
    nema kes guh dide stiran
    û destanên me
    Derwêşê Evdî
    û
    Şêx Mîrzayê Enqosî,
    em govenda mirina xwe digerînin
    û xêlvanîyê têkçûna xwe dibînin
    û dergûşa azarên xwe dilorînin
    di nav bexçê zanyarîyê de.

    Bêje dayê bêje
    bera…
    dengê te
    bigêhêje qubên Hesen Begê
    bera…
    ew jî
    bi ser kavilên gundên  xwe de
    bigrîn
    û li helandina nevîyan binerin
    bêje dayê bê rawestan
    kezeb tev bûne birîn
    li vir mal tune bê şîn
    dilên bav û dê  jî
    dimîne xemgîn.

    bêje dayê bêje
    li ser van gulên ne bişkivî
    û simbilên jiyanê yên neserdî
    di nava gola nezanîyê de
    mane fetisî
    bêje dayê,
    bêje, bê rawestan bêje.

    Li ser,
    dilên ku tim li wan payize
    jiyana bê hest, gemar û pîse,
    qîz direvin
    law bêxîret dibin
    kezeb perçe dibin
    êş û azar kolika xwe
    li nav zevîyên mêranîyê
    datînin û
    xefikan li ber şahîyên me vedidin.

    Bêje dayikê bêje
    li ser têkçûna me bêje
    reva qîzan
    têkçûna lawan
    mirina hestan
    xemsarî û nezanîya me bêje

    bêje dayê Sosê bêje
    bê rawestan bêje.

    26. 09. 2006   Oldenburg / Elmanya

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor