Home Forums GOTINÊN STRANAN X Xebat Şakir Xebat Şakir – Evîneke Qedexe

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #31204
    Xelîl
    Keymaster

    Xwezî min karîbe
    di nav kolanên ramanê te de
    bi geryama,
    ew kul û derd
    ji ser hev rakirna
    bê çendî dijwar in
    xatûna min.

    Yan jî
    min destên xwe daniya
    ser perdeyên dilê te,
    bê çi awaz û meqaman
    lê dixînin,
    gelo Seba ye yan Hîcaz in,
    ez dizanim
    ku wî dilî, ji zû de
    kêf û şahî nedîtine
    ew çavên matmayî,
    ew keserên kûr
    ew navkela li ser hev
    ne ji valahîyê tên
    xatûna min.

    Xwezî
    min karîbya
    di nav sûlavên wan çavan de
    bi geriyama,
    bê çend serpêhatîyên
    bi hêstir û girî,
    dibin wan çavên xemgîn de hene,
    bê çend êş û azar
    ji derdê paşverûtîya
    civaka ji hevketî tê de hene,
    gelo çend Zîn û Xec,
    û çend Edûl
    di nava vê civakê de veşartîne
    yan çend
    Mem,
    Sîyabend
    û Derwêş
    bi ser evîna xwe de ponijîne,
    tu dizanî
    xatûna min.

    Ez dizanim
    ku piranîya dema te
    bi hêstir, ahîn
    û keseran derbas dibe
    ez dizanim
    ku ew laleyên hewşa we
    bi êş û azarên te re digrîn,
    û şîna evîneke bê bext
    û qedexe digrînin,
    xatûna min.

    Ew dara gezo
    ji ber xezeba di dilê Bekoyan,
    nema gezo ji wan diwerive
    dara yasemînê
    ew bîna xweş
    di nava xwe de fetisand,
    û nema dertîne,
    xatûna min.

    Rojê perda xemgînîyê
    bi ser dêmên xwe de berdaya
    heyvê jî
    şîna evîneka qedexe girtîye
    ew çiyayên bilind
    bê sehiw û sir mane
    û dar û devîyan jî,
    perda şînê
    bi ser xwe dakirine,
    xatûna min.

    Firîşteyên mirinê
    dahola cenga mirineka bê bext
    li dardixin,
    gornebaşan
    govenda şahîya evîneke mirî girtine,
    qey bextê me reş bû,
    qedera me reşbelek bû,
    buhara me bê gul bû,
    yan jî bê wext bû,
    evîna me xatûna min.

    Gelo çima,
    evîna me bê wext hat,
    û hêvîyên me beravêtî bûn,
    bê bextîyê,
    konê reş
    li ber dergehê dilê me danî,
    Bekoyan,
    di nava mejîyan de sînor çêkirin
    xatûna min.

    31. 01. 2006   Oldenburg /Elmanya

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor