Home Forums GOTINÊN STRANAN X Xebat Şakir Xebat Şakir – Neviyên Efleq

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #31203
    Xelîl
    Keymaster

    Dîse li Kurdistan
    ceng û şer û serhildane,
    kuştin û lêdana
    li ser me talan û fermane,
    xwîna Kurdan
    rijandin diherikê li kolana,
    cîhan kore
    dîse nabînê,
    dilê min bi gumane.

    Çavên xwe veke Efleq
    ez hîn li ser linga me,
    nayêm xwar ji doza xwe
    doza min kurdistan e,
    baş zanibe Efleq,
    xwîna Kurdan ne erzane,
    Kurdan serî rakir
    îro li Kurdistan,
    raperîn û tolhildane,
    natirsin ji zirtên we
    em nevîyên Cegerxwînê seyda ne.
    Ereb dibêjin
    hûn Kurd
    li vir bê kes û bê xwedî ne,
    emê we tevan bikujin
    û haye kesî ji we nîne,
    ev der ne Iraqe Kurdo
    zanibe em Beisî ne,
    şagirtiyê Hafiz El-Ased in
    şofîniyên Dêrî ne,

    zanibe xwediyê egala
    Kurd xwendevan û pêşketî ne,
    me bi seda
    malper,
    rojnama,
    radyo û telfzyon hene,
    tev bi hev re
    yek can û yek dil in
    sefîrên gelê xwene,
    çawa hovîtiya we
    wê îro dibin cilikê de bi mîne.

    Neviyên Efleq,
    em Kurd ne bêkes
    û bê xwedîne,
    em birayê Apo
    Berzanî û şagirtiyên Qadîne,
    ji bo welat gava şer
    em ser hişik û can fedayî ne,
    em ê bi we bidin naskirin
    bê Kurd kîne,
    pêwist be ji bo welat
    li welatê bav û kalan,
    cih û warê Êzîdîyan
    ezê bêjim
    Alah û Akber li camiya
    lê tu cara
    nabim Ereb
    û nadim peyî  Beisîya
    wan xwînmijên Efleqî û hizra faşiya.

    16. 03. 2004   Oldenburg /Elmanya

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor