Home Forums GOTINÊN STRANAN X Xebat Şakir Xebat Şakir – Qîzamin

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #31198
    Xelîl
    Keymaster

    Di govenda azadîyê de,
    tu her roj qedexeyan
    bi min dide afrandin,
    û min dihêlî
    dîdevanê hilweşendina
    malbateke bi şan û rûmet
    bi kiryarên xwe.

    Xatûna Fexra,
    li ber pîrozbûna jinê
    li ba min kêm dimîne,
    û leylayên welatê rojê,
    di qeyidan de
    di gevizin li ber azadîya te.

    Tu
    di nava çar dîwarên serhişikîya xwe de,
    her roj min birîndar dikî û
    xelekên azadîya xwe winda dikî.

    Di destpêka buhara xwe de,
    tu xwe dispêrê dîwarên derizî
    û di nava mij û moranê de,
    govenda sergêjiyê digerînê.

    Ez zanim,
    tu ber bi têkçûnê ve diçe,
    bi hespê serxweşîya xwe,
    û bi wan ramanên rût û tazî.

    Ez dibînim
    ku şêret nema bi ser dikevin
    û…
    delalîya malê
    nema di himbêza dayikê de
    gerim dibe .

    Bi bê hişî,
    tu xwe davêje nav ecacoka tunebûnê
    û di govenda qeşmeran de,
    mila di hejîne.

    Bê têlên
    ku her roj,
    dibin balgihên nezanîya te de
    diyar dibin,
    ew bêtêlên têkçûna te ne,
    bêtêl û xelekên winda bûna tene,
    bêtêlên qedexene,
    yên ku,
    bi destên gurên azadîya te
    peyde bûne,
    roja azadiya te
    zû diçe ava,
    û tê
    di nava tarîstana têkçûnan de
    winda bibe,
    şîretkar bi te re westîya,
    azadî,
    bê wate dimîne
    li ber serxweşîya beryarên te,
    zanebûn di nava xelekên  nezanîya te de
    bê çare û dest girêdayî dimîne.

    Her roj mîna bilbilê biyanîyê
    ez helbesta şîretê,
    bo te dubare dikim,
    zanîn çeka te ye,
    li hember dijwarîya jiyana rojava,
    bi xwe bawerî û zanebûn
    ku bi hev re
    biwerivin mejîyê te
    Entîvîrosa têkçûnaye.

    Berevajî kirina rastî û derewa,
    wê zû
    te bavêjin hembêza
    TORNADOYA têkçûnên rojava.

    Her roj,
    tu gavekê dûrî rastîyê dibe
    û………………?
    xelekên têkçûnên xwe zêde dike.

    Beza serserî,
    te, ber bi çal
    û xefkên têkçûna ve dibe
    kezeba min parçe dike,
    di nava bêçaretîyê de
    min diwerivîne ser bûrkanên hêrsê.

    Ez dihelim
    tu di revî
    bi bayê tunekirina xwe re
    ez dişewitim ji bo te
    tu benzîna nezaniya xwe
    bi reva agirê kezeba min dadikî.

    Azadî û qedexe
    serkeftin û têkçûn,
    rastî û derew
    ji hev nedîyarin li vî welatê bê dem sal.
    Ez, ji kur
    dest bi gera xelekên
    şaşîtiyên xwe bikim,
    mîna bavekî têkçûyî
    bi kiryarên te,
    ku dûrî rastîya min nin.

    Ezê li kur,
    xeleka perçekirina kezebê bibînim,
    û…
    neynika rastîyê
    bi dîwarê nûjenîya demê ve
    d
    a
    l
    q
    î
    n
    im.

    Ezê
    li kîjan rawestgihê
    bighim tirêna têkçûna te
    û…..
    Te ji tirêna wawîkên şevê
    rizgar bikim.

    Ezê li kur,
    birînên bê pembû
    yên ji şaştêgihştina azadiyê
    li ba te bidrûm,
    û,
    kirasê rizî
    li bejna dil
    pîne bikim???
    Ez nizanim?
    bê canê min
    hîn dikare bi beze
    li pey vegera te?
    Yan kirasê te
    yê ji hevketî
    cihê pîna tê de maye??
    Û ronahîya van herdu çavan
    wê têra dîtina te bike… ya na???
    ez nizanim
    qîza min,
    bawerke ez nizanim.

    Balefira bê çaretîyê xwe
    amede dike
    li balefirgeha dilê min deyne
    û dîwarê bêbawerîyê,
    roj bi roj,
    di navbera min û te de
    bilind dibe.
    Çima???
    tu min didî
    ber şirikên kevneperstîya civakê,
    û,
    mîn,
    dikî kêlik
    ji tîrên keysbazan re,
    çima?? .

    Çima,
    Tu, min,
    di dergûşa keysbazan de dilorîne,
    û, min,
    bi siwarên serxweş re dibezînê çima??.

    Ez dihelim,
    tu di revî,
    bi bayê tunekirina xwe re,
    ez dişewitim ji bo te,
    tu benzîna nezanîya xwe
    bi reva agirê kezeba min dadikî.

    25. 09. 2006   Oldenburg / Elmanya

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor