Home Forums GOTINÊN STRANAN X Xebat Şakir Xebat Şakir – Şevî Din

Viewing 1 post (of 1 total)
  • Author
    Posts
  • #31200
    Xelîl
    Keymaster

    Şevî din
    axxxxxxx şevî din,
    te halê min dît dîlberê…?
    bê çawa ji nişkave
    ez dinava tayên bê dem de
    û xwêhdaneka
    mîna lehîyên baranê
    ku xwe bi canê min de berdidan
    dihatim gevizandin.

    Û ji êşa vî laşê ji hewhew ketî
    ku nema bersivên pirsên min dide,
    bi tayên ku dijminatîya min dikirin ez di nav livîna mirinê de
    dihûnam.

    Melkemotê mirinê,
    ji bo xwendina Terqîn û Yasînê
    li ser delalê te
    li Şêx û Pîrekî digerîya,
    lê te bi nazîyên xwe
    berê wî ji min guhert
    û rêya wî şaş kir,
    min hêvîyek jê kir
    ku xwendina Terqîn û Yasîna
    bi min xweştir e
    ji devê dîlberekê
    ku bi wan biskên xwe
    xwêdana ser riwê min yê zer bûyî
    bidê alî
    û wan tilîkên xwe
    yên ji hevrîşim
    deyine ser herdu çavên min
    û abedî bigre.

    Bera xatirxwestina dawî
    bi dîtina bejin, bal û dêmên wê be
    û ayet û diwa dawî
    ji çavên hêngivîn be.

    Bila darbesta min,
    li ser milên çar evîndaran
    li jooooora Diyarê Felekê
    li ciyekî bilind
    ku ji her kesî ve diyar be,
    binax bikin,
    û bila herdu kêlên gora min,
    ji guliyên dîlberê bin.

    Şevî din,
    axxxxxxx şevî din
    ji nişkava
    tayê bêrîkirin û dîtina te
    ez li ber ecacoka hestan birim,
    cihê civanê her şev,
    bi hêvîya dîtina dêmên te
    ku dermanê hemî êşên min in,
    û dîtineka berî mirinê
    ji wî riwê ku ronahiya xwe
    ji heyvê dizîye,
    bi hêvîya dîtin û bihîstina
    wê girnijîna
    ku hemî birînên laşê min
    dikewîne.

    Tu hatî…
    û te ez bi tenê nehiştim
    di vê şeva mirî de,
    ku ez ber bi mirinê ve dajotim
    bi hatina te re
    mirinê konê xwe
    ji warê min bar kir,
    tayên bêbext
    nema bi min karin,
    lehîyên xuhdanê
    ji min re bûn xunava evînê,
    dîwarên odeya min
    dîse bi min re dikenin,
    stêrikan
    ji min û te re
    dîlana têkçûna mirinê dikirin.

    Vê şeva ker û lal
    bê dengîya xwe xera kir
    dil…
    awazên xwe guhertin
    û bi êzingê hestan xwe gerim kir.

    Tu dizanê
    kî ji hatina te hêrs bû???
    Melkemotê mirinê,
    gornebaş,
    û tevir û bêrên
    ku
    li benda kolana gora evîndarekî
    d
    û
    r… bûn
    li Diyarê Felekê.

    Şevî din errrrê şevî din
    Tu…
    bûyî siwarê rewanê hestên min
    tu bûyî
    dilopa xwîna
    ku xwe ber dida ser rehên dil
    vî dilê
    ku hêdî nema karî bû
    govenda jiyanê bi rê ve bibe
    dilê ku
    li benda xatirxwestina dawî bû
    dilê ku dixwest
    ji her kesî xatir bixwaze
    lê ji te… naaaaaaaaaaaaa .

    Tu hatî
    û te ez bi horîyan re
    kirim govenda evînê
    û ez kirim hiskirîyê jînê
    û li vî laşê mirî
    vegerand gera xwînê.

    Şevî din,
    erê şevî din,
    bi Xwedê nayê ji bîrkirin,
    dela dilê min
    hevala hestên min
    dermanê birîna min
    awaza helbestên min

    tu bûyî,
    tê bimîne
    dildar û hiskirya min

    13. 09. 2006   Oldenburg / Elmanya

Viewing 1 post (of 1 total)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Here Herî Jor