Ali Geçimli – Rûkenê Bikene

👁️ 4 Dîtin

Pêl bi pêl nêz dibe
Deng û awazên te
Gul û sosin dibişkivin
Li ser çiyayên dilê te

Rûkenê bikene
Bila şên bibe jiyan
Hêvî bilind dibe
Bi evîna azadiyê

Bimeşe tu ber bi riya dûr
Nefikire kûr û kûr
Ne êş û ne jî elem
Xwe xelas ke ji xeman

Tu xwe daweşîne
Rabe li ser piyan
Her der raperîn e
Têkoşîn e jiyan

Dê azadî bê helbet
Bi sond û peymana me
Em ê jiyanê bihonin
Rojên nû ne li pêşiya me

Rabe şiyar be
Rojeke nû hiltê
Hêviya azadiyê
Jiyana me geş dike

Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay

0/5 (0 Deng)
Herî Jor