Ali Jiyan – Berxwedan Jiyan e

👁️ 3 Dîtin

Di nav Cizîrê li ber xwe da jînê
Ew ê azadî bîne ji bo hebûnê
Keç û xortên te yî çeleng
Ew ji bo me dikin şer û ceng

Berxwedan jiyan e
Jiyan berxwedan
Ji bona azadî
Ji bo nû jiyan

Jiyanek serbixwe daxwazîya me
Ew ê zulmê rake berxwedana we
Li Nisêbîn, Sûr û Amedê
Li herderê li ber xwe dide

Berxwedan jiyan e
Jiyan berxwedan
Ji bona azadî
Ji bo nû jiyan

Hûn in qehreman, şervan û çekdar
Li qadan şêr in li hember neyar
Cangorîyên vî welatî ne
Ew ên ji me re azadî bîne

https://www.youtube.com/watch?v=OQq0QGqghOc
0/5 (0 Deng)
Herî Jor