Bedil Brahîm – Shingal 74 (Fermana Şengalê)
Nizanim gunehê me çiye – Me çi bi kesî nekiriye
Daxwaziya me her aşîtiye – Dilê me her vekiriye
Me dest da wan, dest jêkirin
Baweriya me bi zor têkbirin
Me çi kir her bê fêde bû
Wan her serê me jêkirin
Me çi kir her bê fêde bû
Wan her bi erzê me leystîn
Ax lo bavo ax lê dayê – Hawar dikin gazî nayê
Ax lo bira ax lê xwîşkê – Kes bi hawara me Kurda nayê
Dijminê me pir bêbext e – Gunehê wî bi kesî nayê
Xwîşk û bira dan ber welayê -Dijminê me pir kirêt e
Ji mirovatiyê bêpar maye – Me serjêdikin wey fenaye
Dayê dîsa li me fermane
Fermana heftê û çaran e
Dijmin gelek bêwijdan e
Êrîşanî ser êzîdiyan e
Wek hezarçarsed berê
Dîsa êrîş anîn serê
Şingal kirin gola xwînê
Cardin vekirine vê birînê
Ax lo bavo ax lê dayê – Hawar dikin gazî nayê
Ax lo bira ax lê xwîşkê – Kes bi hawara me Kurda nayê
Dijminê me pir bêbext e – Gunehê wî bi kesî nayê
Xwîşk û bira dan ber welayê -Dijminê me pir kirêt e
Ji mirovatiyê bêpar maye – Me serjêdikin wey fenaye
Li Şingal dîsa bû hawar e
Neyar weke gurê har e
Xerakir gund û bajar e
Me ne cîh e ne war e
Em derketine ser çiya
zarok mirin ji tî û birçiya
Ji bo cangoriyên xwe veşêrin, dayîka erd kolan bi destan
Keça xwe avêtin ji çiya ji bo nekevin destê hovan
Ax lo bavo ax lê dayê – Hawar dikin gazî nayê
Ax lo bira ax lê xwîşkê – Kes bi hawara me Kurda nayê
Dijminê me pir bêbext e – Gunehê wî bi kesî nayê
Xwîşk û bira dan ber welayê -Dijminê me pir kirêt e
Ji mirovatiyê bêpar maye – Me serjêdikin wey fenaye
Çavkanî : Kurdish Songs Lyrics
Stranên Din
Vegere Rûpela HunermendStrana din a vî hunermendî tune.