Beha Şêxo – Heyfa Vî Emrê Ciwan

👁️ 1 Dîtin

Feryad û sed ax û eman
Ez ketme ber êş û belan
Heyfa evî emrê ciwan
Min daye ber derd û kulan

Derdan di dil min dane şax
Nîsan li min bû wek tebax
Mêrga dil û can çilmisî
Hişkbûne hewdê sorgulan

Hişk bûn li dil mêrg û çîman
Teyr û tilûr qet tê neman
Îro ji wî baxî bilî
Awaz û dengê bilbilan

Helbest: Seydayê Tîrêj – Emrê Çûyî

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor