Hesen Şerîf – Beyta Laliş

👁️ 1 Dîtin

Hatim Lalişê mendehoş
Ev biheşta pirr nûr û xoş
Li ber dergehê Şêx Adî
Bûm derwêşekî xirqepoş

Kaniya spî mora pakî ye
Berat, tuberk û çakî ye
Laliş rewşa welatê min
Kevne warê vî xakî ye

Beramber stûna miraza
Min dest bilind kir daxwaza
Welatê min riha bike
Ji ejdehak û şerxwaza

Zorî û sitem sal û zeman
Derbasbûn heftê û du ferman
Kes nekarî me winda ke
Me parastin ol û ziman

Parastin kelturê Kurdan
Şêx Fexr û Dawidê Derman
Xidir û Hesed û Pisê Cem
Derwêş û Pîr Reşê Heyran


_______________________________
*Berat: Kevirên biçûk û girover ku ji axê Laliş û ava Kaniya Spî tên çêkirin. Kurdên Êzidî ji bo xwe ji karesat û nexweşiyan biparêzin wek tiştek pîroz ligel xwe hildigrin.
Navdartirîn qewilnivîsên Êzîdiyane. Ji aliyekê din ve, ew helbestvanên mezinên Kurd in û berhemên wan kevintirîn tekstên Kurdî ne. Pîr Reşê Heyran yekemîn helbestvanê Kurd e ku navê Kurdistanê di helbesta xwe de (Qewlê Şerfedîn) bikaraniye.

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor