Hesen Şerîf – Zemano

👁️ 1 Dîtin

Te ez înam , te ez birim
Van dorhêlan, bê zarkirim
Rêka jînê li min wnda kir
Xeman navê xwe lê kirin
Wey zemano wey xirabo
Carek dilê min bike buhar
Gul û sosin şewtandin
Li baxê dilî boye zêmar
Wey zemano wey xirabo

Te linav gemiya derda kirim
Diljar û bendewar kirim
Nêrgiza lata çiya yê me
Te zîz kir û ez dîl kirm
Wey zemano wey xirabo
Carek dilê min bike buhar
Gul û sosin şewtandin
Li baxê dilî bo ye zêmar
Wey zemano wey xirabo

Bêje bêje can saza min
Bilorîne qedera min
Shadi u evîne dengê te
Bike buhar li baxê min
Wey zemano wey xirabo
Carek dilê min bike buhar
Gul û sosin şewtandin
Li baxê dilî bo ye zêmar
Wey zemano wey xirabo

Helbest û Stran, Hesen Şerîf

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor