Hesen Şerîf – Narîna Dila

👁️ 1 Dîtin

Ger tu nebî li roja min
Dil agir baran dibim
Ku ne bihîzim pêjna te
Dil xemgîn û jar dibim

Bê te narîna dila
Jîna min bê hoyde ye
Sebir û dunya min tu yî
Emrê min gorî te ye

Gava têy dil mest dibim
Pirr awaz û hest dibim
Ji behna evîna te
Jîr û gulperest dibim

Barî xunav ji esman
Ser tak û guliyên daran
Her çûyn û em wunda bûyn
Ketîn nav derya xewnan

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor