Hozan Dîno – Gula Dilê Min

👁️ 1 Dîtin

Gula dilê min qetandin,
Bê av hiştin çilmisandin
Bo evîna min şîn nebe,
Çemê dilêm miçikandin

Nabe dilêm weha nabe,
Bila gul bilbilê şa be,
Ware gula min av bide,
Bila evîn bê war nebe.

Gula min bi xwînê şuştin,
Ser axa wê bê war hiştin,
Perçe kirin hev qetandin,
Bilbila wê sêwî hiştin

Gulam kesk û sor û zer e
Evîna min bê xeber e
Bo te heliyam bûm penaber
Dil bi axîn û keser e

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor