Hozan Dîno – Gulê Delalê

👁️ 1 Dîtin

Eger ez bimirim li ser axekî dûr
Xêliya reş nevêje ser guliyên sor

Evîna min bibe ser çiyakî dûr
Bila sêwî nemîne li nav dilên kor

Gulê gulê gulê, Gulê delalê
Herkes bi yara xwe, ez mam bi tenê
Gulê gulê gulê, Gulê delalê
Herkes bi hêviyên xwe, ez mam bi tenê

Tu guleke kûvî yî, dûrê deştayî
Kedî nabe nayê,li ser çiyay î

Sitranek bê navî, li ser lêva yî
Rojê li xewneroşkan, şevê li xewna yî

(Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Hozan Dîno

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor