Temurê Xelîl – Melîkê Kurda

👁️ 4 Dîtin

Welatê kurda tev xêr û bêr e,
Hemî maden e, tev zîv û zêr e,
Lê çawa bikim îro maye ji xelqê re.
Welatê kurda hemî çîman e,
Egît û şêr û piling tê hene,
Hemî heval û pismamê me ne.
Em ne hêsîr in, ne belengaz in,
Xudan paşa ne, leşker û kom in,
Îro wêran e, bindestê bûme.
Ev çi hewal e, kotek û zor e,
Lê hûn dizanin dinya bi dor e,
Çerxek li jêr e, çerxek li jor e.

https://www.youtube.com/watch?v=gxb4Qhuiuck
0/5 (0 Deng)
Herî Jor