Torinê Paşa – Xezalê
👁️ 4 Dîtin
Xezalê bi yêrî yerî, mi go xezalê,
Delalo bi yêrî yêrî, mi go hevalê.
Av xwarî berjêr çêrî, mi go xezalê,
Av xwarî berjêr çêrî, mi go hevalê.
Xezalê bi cîkî dûz e, mi go xezalê,
Delalê bi cîkî dûz e, mi go hevalê.
Tejîngê bi kûzekûz e, mi go xezalê,
Tejîngê bi kûzekuz e, mi go delalê.
Lê yek yar e yek baltûz e, mi go xezalê,
Yek yar e yek baltûz e, mi go hevalê.