Feqiyê Teyran- Bersîsê Abid

👁️ 6 Dîtin🖨️ Çap Bike

1
Guh bidne pîrê deftera
Da ez bixwînim vê xetê
Mazin bibî Baxo me ra
Li cindiyê di xizmetê

2
Xizmeta sultan û mîran
Sin’eta dana û zîran
Hûn mekin bê şeyx û pîran
Guh bidine vê şîretê

3
Ev pend e, xasse şîret e
Şertê xulaman xizmet e
Ba xwu nebinin zehmet e
Heqê însaf û mirwetê

4
Mirwet ji mîr û hakiman
Xizmet li qûl û xadiman
Bê şeyx û pîr û aliman
Dayi’ mekin hûn taetê

5
Heçî kesê aqil hebî
Xizmet mekin bê murebbî
Da taeta Bersîs nebî
Hatine ser hîkayetê

6
Hatim qissa Bersîs bibêm
Şeytaniya Îblis bibêm
Li abidê hebîs bibêm
Îzhar bikim wê şuhretê

7
Îzhar bikim behsê di ‘am
Bersîs rîcalek bû di Şam
Ta’et dikir daîm mudam
Zer bû ji xewf û heybetê

8
Zer bû ji we’zê serweran
Dûr bû ji behs û xeberan
Keftbû mixar û kunberan
Çûbû meqamê wehdetê

9
Çûbû meqamê ewliya
Ji tirsa Xwuda keftbû çiya
Diçêrî di nêv pezkûviya
Nêzîkî halê hîkmetê

10
Kifş bû li wî cezbek ji hal
Ew ‘abidê mesken cîbal
Ji tirsa Xwudê qed bûbû dal
Dilerzî ji taya xeşyetê

11
Ji xeşyetê bû ewliya
Ew abidê mesken çiya
Xwarin çi bû? Av û giya
Dûr bû ji zadê şubhetê

12
Dûr bû ji wî zad û team
Xizmet dikir daîm mudam
Navê wî çûbû Şerq û Şam
Kamil ji qedr û qîmetê

13
Ew sal bi sal kamil dibû
Taet dikir fadil dibû
Meqbûlê ehlê dil dibû
Rohn kir çiraya rûmetê

14
Rûmet çiraya hilkirî
Şeyx ku sirrê wasil kirî
Tirsa Xwudê dil kul kirî
Qet şev û rojan xew netê

15
Qet xew nebû ji tirsa Xwuda
Ma kes vi bîr tê bab û da!
Kî mêr e? Mêrê canfida
Ê xwarî sebra xîretê

16
Lê sebra tal e xîret e
Terka bîladan mîhnet e
Axir dewa û şerbet e
Ê xwar dizanit lezzetê

17
Bersîs qewî xîret hebû
Hem qedr û hem qîmet hebû
Nav ‘amiyan hurmet hebû
Ji xwendin û tilawetê

18
Wî şev û roj Qur’an dixwend
Zikr û îbadet kirbû çend
Meczûb û dîn û har û bend
Ew çêdibûn ji berketê

19
Ker û gurî û ermîş û lal
Uftade û xelqê betal
Hindî nexwoş baynane bal
Safî dibûn ji illetê

20
Safî dibû cismê di wî
Ji berketa îsmê di wî
Dilşadî çûn xesmê di wî
Razî dibûn ji de’wetê

21
Taetê pir wî rîz dikir
Ji herçî heram perhîz dikir
Zêde ji qencan bîz dikir
Ji tirsa roja axretê

22
Tirsa Xwudê pir lê hebû
Ji ‘amê û xeyran vebû
Sed heyfi ku şeyxek nebû
Mabû di wê xebînetê

23
Er ewliya er enbiya
Er ‘abid û er esfiya
Bê şeyx û pîr caîz niya
Ta’et bikin vê vîchetê

24
Hindî ser û ezman hene
Hindî ku îns û can hene
Hemyan li pê Şeytan hene
Dikuline delaletê

25
Hindî biçûk û mezin in
Gelo hemyan guh li min in?
Însan û Şeytan dijmin in
Ji mêj bûye edawetê

26
Roja ku Adem afirî
Xaliq li Îblîs azirî
Bû mani’ê secde birî
Êxiste toqa le’netê

27
Xaliq li Îblîs kir xedeb
Bapîr bi cih nanî edeþ
Adem şeyatîn bû sebeb
Avête der ji cennetê

28
Qewlê di Muksî sabit in
Heya qiyamet rabitin
Ew sulh miselet nabitin
Bi Mishef û bi ayetê

29
Ew sofiyê bi sewm û selat
Asê kirî birc û kelat
Qet di fena Şeytên nehat
Ji nusxeya şerîetê

30
Ew sofiyê safî sîfet
Dûr bûn ji wî eyb û xelet
Şeytan her ro ser lê didet
Dil asê ye rê nabetê

31
Ewê bedî dil bû hisar
Şeytan her ro têne diyar
Îblîs bi Şeyx nabê çu car
Mabû di wê melaletê

32
Şeytan e nehsê naqisan
Ew rûsiyahê meclisan
Rojek bi sûy hat li pusan
Sîma sipî keç teb’etê

33
Şeytan dibê: “Kiç awir im
Xor û xîs û rêbir im
Heyf û mixabin bê kur im!
Qet yek ji we bi kêr netê”

34
Ev reng dibê ew tehl û zişt
“Er min hebû çîjek li pişt
Bersîs bi vî rengî dihişt!
Danya ji silûka zulmetê”

35
Ew çîjekî navê “Weswas”
Ê ling turê kêmî û kas
Rabû ji nava el-xennas
Ji babê xwestî hîmmetê:

36
Go: Ne’j nesla babê xwe bim
Ne ji neseb û pişta te bim
Er dê ji Bersîsî vebim
Dê bêxime hîlaketê

37
Ew rûreşê rû bi tenî
Rûh ateşê teb’et cinî
Çûbûn hîsaba batinî
Seknî li banê firsetê

38
Gerha di hisarê bi dom
Xweşmêr li bircan bûne kom
Sata ku dît ew ceyş û kom
Tirsa ji sehmê heybetê

39
Tirsa ji ceyşa abidan
Koh û hisara zahidan
Tê seh nekir dengê sedan
Bil ji hewa û şehwetê

40
Qelbê di mêra keleh in
Bircê di asê dergeh in
Xor û xirab get tê nehin
Ji sebr û rizaya mîhnetê

41
Xor û xirab jê miştine
Nefs û hewayê kuştine
Ya qenc ji wî desthiştin e
Kes batinî çar nabetê

42
Şeytan dibê bê yarekê
Bê zilf û xala rindekê
Bê kuştina reşmarekê
Nakevê dava hesretê

43
Nakeve dav û bendekê
Bê zilf û xal û rindekê
Bê mîhneta sipî zendekê
Hevrû bikim ez mîhnetê

44
Te divê xirakî navekê
Şeyx bêxî qeyd û davekê
Nîşan bide gulbavekê
Lê rast û çep keysa te tê

45
Lê bidê di nava fikrekê
Bêxim belaya bikrekê
Da zahirî kim zikrekê
Da şik neêt vê hîletê

46
Xemlî bi libsê haciyan
Wer bû di dilqê sofiyan
Zêde ‘esa û tizbiyan
Ji canibê “Necd”ê ve tê

47
Ew sahirê reng Samirî
Xemlî bi lebsê zahirî
Nêzîkî Bersîs êwirî
Bi hucceta îbadetê

48
Wî îbadet bêhisêb kir
Ber bi qîblê, ser vi cêb kir
Têk û vêk hîle û pêk kir
Zahirî şêx şubhetê

49
Zahirî bêheddi çak bû
Tizbî û şeml û sîwak bû
Dêm qemer sûretî pak bû
Lêb ji sîmayê we tê!

50
Lêba ku Şeytan rast bikit
Hîla ku el-Xennas bikit
Kî dê bi reng wî nas bikit
Nabî ji Şêx kin lometê

51
Taet dikir her digirî
Qet nanivî nafitirî
Se’tek ji rê naşemirî
Her mu’tekif bû’d qîbletê

52
Eşkere Bersîs dibinî
Wird û azana dixwînî
Ma demek xafil dimînî!
Şeyx heband û dili ketê

53
Şêx dike fikr û xiyalê:
“Min nedî kes bi vî halî
Ew tenê’j Heq ra dinalê”
Ehilê fedlê ummetê!

54
Ew dibê Şeyxê ji Şam e
Ew tenê “qutb”ê zeman e
Lazim e çîne selam e
Ma eda kin sinnetê

55
Şêx ji xasê ew qiset kir
Ji xwe ve xêr û sinet kir
Wî nizanî rê xelet kir
Çû li cehda xeletê

56
Bêguman rê îxtîlaf kir
Ba edeb hat û tewaf kir
Her duyan xweş îtîkaf kir
Çûn ji fedlê mizgevtê

57
Sofiyê tewhîdi tevran
Belkî xweş bûne bi hevran
Em vêce bêne qizê levran
Tercumanê xefletê

58
Ji yek dikin herdu sûalan
Ji Xidr û Îlyas û hevalan
Ji qutb û ewtad û rîcalan
Ji cunûdê xeybetê

59
Xwendiye Şêx qet “şerîet”
Edeb û rêzê “terîqet”
Çûye nêv behra “heqîqet”
Medena “me’rifet”ê

60
Şêx dibê: “Baqî Xweda ye
Ev dere bê ser û ma ye
Min muqîm xewf û reca ye
Mamı li ser vê adetê”

61
Şêst û neh salê temam e
Di xizmeta Baxoy xwe da me
Hêj di nêv “xewf û reca” me
Bi cuhdê û riyazetê”

62
Şeytan û Bersîs rabet in
Kişte bide Şêx der şet in
Qet alê xizmet devret in
Bêyî li ser seltenetê

63
“Derwêş î, qenc î, muslim î
Ney aşiqê vî alim î
Bê pîr ji xwe ew nahim î
Winda dikî terîqetê”

64
“Bê şêx û bê ustayekî
Bi tenê ketî çiyayekî
Babê divê belayekî
Êmin mebe ji telûqetê”

65
“Dunya ye pir te’lûqet e
Şeytan qewî bê dewlet e
Lêban li mêran diket e
Carek bike meşweretê”

66
“Carek here bal nasekî
Xwe bike murîdê xassekî
Da ew vekit esasekî
Anca were ‘imaretê”

67
“Esas divê lazim bitin
Binyad qewî qaim bitin
Hosta li ser êmin bitin
Ji poşmanî û nedametê”

68
Bersîs dibê: “Ez dê we kim
Qet kes nîne şêxê xwe kim?
Diçim serî bi xirqê xwe kim
Nuqsan bikim vê hurmetê”

69
“Şêxê me dê rênas bitin
Serdarê qutbê xas bitin
Yan Xizir û yan Îlyas bitin
Ya sahibê nibuwwetê”

70
Şeytan dibê: “Ya şêx herî!
Îblis kire tekebburî
Baxo bire nav agirî
Rakir ji nîva suhbetê”

71
“Sofi di vê nafikirin
Derwêş di ber mirnê mirin
Dê xwe ji san kêmtir kirin
Bindestê herçî xilqetê”

72
“Te divê rêya derwêşiyê
Carek neke dirêşiyê
Kêmtir bigre xwe’j pêşiyê
Nakevî di hîlaketê”

73
“Îman tenê ew qeder e
Herçî dibê ew bawer e
Destî bigir vê ra were
Zanî rêya hidayetê”

74
“Er tu bi min razî dibî
Ji cindiyêd hadî dibî
Alimê bi ‘îlme dibî
Bi nukte û îşaretê”

75
“Er têne ser çengê di min
Tu nas dikî dengê di min
Heval û hevdengê di min
Jê seh dikî heqîqetê

76
“Er divê seyran û seyrek
Bereket, îhsan û xeyrek
Da niha ez bibme teyrek
Çîne melekê Qudretê”

77
We dibêt nehsê le’în e
“Em li ser behra biçîn e
Te bi min binîn yeqîn e
Bawer û sitqa te tê”

78
Bersîs dibê: “Er dê webî
Dê kî ji te çêtir hebî
Bi pîr û ustadê me bî
Em jê bînin nef’etê?”

79
Kazibe mel’ûn bi lıêş ve
Çeng û perr hatin bi lêş ve
Bûye teyrek ew ji pêş ve
Xeyirî bi vê nisbetê

80
Car dî ji rengê cinan ve
Dil jê şêx seyd kir bi can ve
Bir bi ser Behra Uman ve
Girt bi dava rexbetê

81
Zahidî Şeytên hejandî
Feres û rex jê standî
Dil bi çûkêşî kişandî
Pehlewanê hîletê

82
Çîjeki Şeytên bela bû
Xûbekî regî nema bû
Dil bikin lîbî sita bû
Hêş sebeb tem’iyyetê

83
Genim û danê temayê
Çîjekî dav lê vedayê
Bê hîsab ket’ne belayê
Bin du linga daketê

84
Pîroz e tem’a axretê
Ya nav û namûsa me tê
Meyla lîqaya cennetê
Ew fi’le xas bi kêr me tê

85
Nebî we gote wari’an
Hubba dinê da tami’an
Naçîte qelbê xaşi’an
Seddeq ji vê rîwayetê

86
Xeyr û şer û mekr û bela
Mohra nesîb û ecela
Rast bû ji roja ezela
Emr û berat ji bal te tê

87
Ezelê Bersîs hemul kir
Şêxiya îblîs qebûl kir
Xêr û şomiyê fizûl kir
Çû Tilisma dewletê

88
Zexela şîrîn ji have
Rû wekû şekir di nav e
Aqibet tehl e zerav e
Kes nikarit dev detê

89
Vêketin her dû bi yarê
Diz kire malxwê mixarê
Mast dibe bi tûla sparê
Mal kire hûcra metê

90
Zahidê xeyr û sewaban
Mastê ku da dev kîlaban
Yariya xûr û xiraban
Jê dibînî zehmetâ

91
Yariya xelqê ne hemwar
Jê bikin tobe, îstixfar
Dê kene kamil gunehkar
Teniya duhn vêketê

92
Kopekî pehtî bi niftê
Şehreza kir şêx bi miftê
Bir kire yarê şikeftê
Ne bi xêr kî qissetê!

93
Ne bixêr û ne bihavil
Paşî Bersîsê bêaqil
Qet welê nabin tu cahil
Bêyi “ilmê hikmetê

94
Lew bêyi ‘ilme “mîn ledun”
Qasid hinar Şahê Mezin
“La ye’budûn” îlla em in
Lazim e şukra ni’metê

95
Min ev mîsal lew bestine
Hişyar bibin mêr û jin e
Şeytan bi her kes dijmin e
Bersîs xirand bi vê nisbetê

96
Şeytan li şêx bû seremêr!
Nişan didit şuxla bixêr!
Xelqno dinê nayêt bi kêr!
Da cehd bikin li axretê

97
Bê deslimêj limêj dikit
Bi hecedan dirêj dikit
Lêba mezin dê hêj dikit
Yan çar kenar melaletê

98
Wer’ê dikit zula dibit!
Bersîs qewî pê şa dibit
Nûr ji rîwan peyda dibit
Şebîhê heyva daketê

99
Heta nebû şubhetê nûr
Verist nekir feth-i sudûr
Dor hat di bizmarê di kûr
Hevrû bikim şeqawetê

100
Wextê xwelî malê bikit
Avê li şemalê bikit
Qesta kezîkalê bikit
Zanit şuxul bi dest ve tê

101
Xelqno Xwedê teqdîr dikit
Cûz’ek le’in tedbîr dikit
Qesta kenîşka mîr dikit
Çûne temam vira ketê

102
Mîrek hebû bêhed bi mal
Bikrek hebû gamet şepal
Sîma weku bedra kemal
Qet kes nedakit wesfetê

103
Qet kes nedakit medihan
Şebîhê heyva çardehan
‘Umur ji wan sal û mehan
Wîldan û hûra cennetê

104
Wîldan û hûra bêhn xweş e
Ask û xezala çavreş e
Dêm qemer e xal Hebeş e
Hubra bêye ser kaxetê

105
Xalê ji rengê filfilan
Îlan û cotê qatilan
Ew fir dikin xûna dilan
Bakir çi zanit mirwetê

106
Bîkir ji rengê huriyan
Serdar e reffa gumriyan
Seyyad e qelbê sofiyan
Meşxûl bi kêra zebhetê

107
Kêra di destê esmeran
Sor e ji xwîna cegeran
Xelqno ji evîna dilberan
Me’lûm niye çi’b ser me tê

108
Ew nazika meşhûrê ‘am
Şehtûtiya eywan meqam
Lebşekera şîrînkelam
Şeytan di xew de bi’ ketê

109
Ew nazika wey mu’teber
Şeytan di xew de hate ser
Pîr ‘efiya kabûs di ber
Zebaniya qiyametê

110
Xemilî ji rengê pîrekê
Sîma weku xinzîrekê
Ling da kinîka mîrekê
Êmin di xew de raketê

111
Şeytan bûye cintaziyek
Rahişt di gûh de gaziyek
Lê bûye ta û lerziyek
Keç hil bû ji xefletê

112
Kopek di xew da pê reyî
Nazik ji xeflet helpeyî
Le’lê di sor kef lê meyî
Rabîn bezîne xidmetê

113
Lê ruhn kirin mûm û çiran
Dihatinê bab û biran
Pê de dirêjin hêstiran
“Ya nazenîn çi bi ser te tê?”

114
Halê kiçê pirsyar dikin
Dest û piya tîmar dikin
Cêrî û xizmetkâr dikin
Yar û refîqê hêşetê

115
Carek bibêne xadiman
Nehnêrine bal aliman
Cema bikin munecciman
Jêra bikin kitabetê

116
Anine jor xelqê “remmal”
Hindî hebû esma û fal
Tê seh nekir hal û hewal
Wan bi hîsaba ebcedê

117
Hîsab li wan muşkil dibû
Dest li kitaban şil dibû
Herfên di nû daxil dibû
Elîf nedîn dîger xetê

118
Wan qet nizanî hal çi ye
Hemyan digot çawînî ye
Lazim keçê nêt girtiye
Îsm û tilismek lê ne tê

119
“Îsm” û “tilism”ê hirizben
Şeyx û mela jê re diken
Qet kêm nebû jana beden
Sor bû ji dest heraretê

120
Paşê wan hirz û kîtaban
El-Xennâs pîrê xeraban
Çû di xewna dê û baban
Lê dikit vê nesîhetê:

121
Di xewên dibîne bab û dê:
“We divê kiçê xweş kit Xwedê
Bandê bene bal zahidê
Rojek biden lê muhletê”

122
“Kara keçê kin bi awakî
Serî bişon bi avekî
Da Şeyx bibîne gavekî
Oenc e li bo meslehetê

123
Lazim e şevek bimînê
Hal û tirsa wê bibînê
Îsmê “Yeşmux” lê exwînê
Ma rewakin hacetê

124
Sê şevan di xewnê dibînin
Bab dibê malxwê bixwînin
Rabikin pîroz hilînin
Sahibê firasetê

125
Xewna ku wan dîne bi cot
Baxwê ji malxwê re di got
Da û biran dil pê bi sot
Nadit wezîr îcazetê

126
Wezîr ji baxwoy pirsiye
“Xewna ku we îşev diye
Bawer mekin Rehmanî ye
Min dil neçû vê weq’etê

127
Car car dikin bêhukmiyan
Zahir dikin bêşer’iyan
Xewna herama ‘amiyan
Bawer mekin vê ru’yetê

128
Xewnê di wan sadiq dibin
Er xizmeta Xaliq re bin
Dûr ji kesê fasiq dibin
Li doşeka edaletê

129
Xewna we dî bê şir’et e
Dîtina mehrem’ ewret e
Babê qebûl ew de’wet e
Jina şer’î û gurhetê”

130
Ev reng dibê malxwê kuhin:
“Er hûn dikin pirsê ji min
Bispêrine Şahê Mezin
Şafî dikî ji ‘illete”

131
Tedbîrekî me’qûl dikir
Sed heyf ku mîr qebûl nekir
Nefsê celew tehmûl nekir
Tehl e heqî li kes xwoş ne tê

132
Heqnasî guhdar mû’min in
Gumreh qewî dil hêsin in
Şîret di guh nasekin in
Narinc li babê gunbetê

133
Kîmya li ba min ‘aqil e
Însan bi ‘ilmê kamil e
Re’ya ne ehlan muşkil e
Xelqê mudam di xefletê

134
Qenc kir wezîr emînî kir
Babê kenizkê rebenî kir
Xwurkirdin û xwudbînî kir
Ji kêmfehm û cehaletê

135
Kêm fehmî û cahil dikin
Re’yê di bê ‘aqil dikin
Giş bi hewayê dil dikin
Xemla kiçê û zînetê

136
Rabûne xemla wê bikin
Karê ku bab û dê bikin
Lazim qewî dê çêbikin
Ji zîv û zêrê sibyetê

137
Yek car di zêrî wer dikin
Kaşaniya di ber dikin
Têkde cila mawer dikin
Ji bihn û bixûra husnetê

138
‘Ûd û zebad û ‘enber e
Misk û gulab û mawer e
Ciwana pirincik çenber e
Şubhê ‘erûsa dawetê

139
Dêma gulî sorav dikin
Zulfan li ser dav dav dikin
Bi hine û zerbav dikin
Bi cewherê di qîmetê

140
Têk cewher û elmas dikin
Kofî ji naftê xas dikin
Li ferqê tacan ras dikin
Ev reng dibin ziyaretê

141
Bi ‘ecebî medah dibin
Bi textê ku şalgeh dibin
Bal ‘abidê Allah dibin
Hêvî dikin fezîletê

142
Ew ‘abidê bi namûs û nam
Bihn ‘enbera bi le’l û cam
Bi rêz û edeb birne selam
Nêzîkî destê hezretê

143
Dêm qemera ebrûhîlal
Reng kewkeba xurşîdmîsal
Kiç bê refîq hiştî li bal
Êmin ji tirsa tuhmetê

144
Ew nazika xelq muşterî
Bersîs di wê nafekirî
Şeytan demek çû lê girî
Xêlî vekir ji cebhetê

145
Xêlî ji ber dêmê vekir
Tirsa kiçê lê zêde kir
Ya şêx te çar perwe nekir
Bê şefqet û bê rehmetê

146
Tayê xerîban ber mede!
Ecrê di gel wan bê hed e
Xêrê merîdan yek sed e
Ji bêhîsab fezîletê

147
Ew ‘abidê qaîm li rê
Carek nezer da dêmdurê
Teyrê dilê Şêx hilfirê
Bêîxtiyar kir qametê

148
Bê îxtiyar bû rahib e
Fikirî di xettê Katib e
Herfa evîn kir xalib e
Dîn bû ji nexşê qudretê

149
Dîn bû ji xal û ebruwan
Ji bihna rihan û nîmuwan
Ew bilbilê wan bişkuwan
Werbû di tora ulfetê

150
Şeytan le’înê fasid e
Sorgul nima bo ‘abid e
Wî mûbtela kir zahid e
Dil girt bi dava rexbetê

151
Muhbet qulûban germ dikit
Sed berqê pûlad nerm dikit
Agir ji pûşê şerm dikit
Narê mecazê hirqetê

152
Ew ‘abide heyran û mest
Bend bû bi teqdîra “Elest”
Şeyx îxtiyar çûbû ji deset
Şerim nebû di xelwetê

153
Şeytan dibê: “Qet şerm meke
Yek ademek nîn bê leke
Bandê ji ‘eyban tobe ke
Mûsa dikit şefaetê

154
Qet xem meke dunya we ye
Beng û zina qetl û meye
Li wan hemiyan tewbe heye
Paqij dibin bi tewbetê

155
Bi tewbê diçin bêedebî
Tirsim kiçê hemlek hebî
Bandê tu jî şermende bî
Ku bikin gelo ji vê qissetê”

156
Şeytên ji Bersîs lewme kir
Te fîtneke hevrû xwe kir
Ça xwu ji mîr şermende kir?
Daxil bûy di xetîetê!

157
Paş ku bela bû sadir e
Qetla keçê ewlatir e
Da seh nekin bab û bire
Tirsim ji te siyasetê

158
Heya Xwudê lê azirî
We dibê heta kiç namirî
Ev ‘eyb li te naveşirî
Qet ya Xwudê ve bîr netê

159
Babê qewî ew kiç divêt
Bandê qisê jê re dibêt
Emrê ‘Ezîm bi ser te têt
Nabi xilas bê ‘ibretê”

160
Reng û ruwê şêx şehitand
Ew li terîqê xelitand
Kiç kuşt û xûn lê şebitand
Şer’ê ji babê diyetê

161
Roja ku Bersîs xeliqand
Teqdîr li atî nefiqand
Bi emrê Xwedê keç xeniqand
Bi zarî û qiyametê

162
Heyla letîfa şekirîn
Da û bira lê têt girîn
Ewrad li şêx girtî birîn
Reş kir bi daxa firqetê

163
Li ‘abiday daxa bibêm!
Li sorgula baxa bibêm!
Ya sunbula axa bibêm!
Neyirî di baxê hişmetê!

164
Ya li gerdena reng ‘ac bibêm!
Ya li kofiya zer tac bibêm!
Hindî medha bi dîbac bibêm
Nakim xilas vê qissetê

165
Ya qenc ew e gunah bikîn
Vê nazikê winda bikîn
Îşev di seylê ra bikîn
Ellah xerîq kit rehmetê

166
Ellah li Bersîs hekimand
Şeytan mixar lê hedimand
Malik bi ser da ‘edimand
Naête ser selahetê

167
Şeytan ji rê bir zahid e
Paş ku fihêt kir ‘abid e:
“Ya şêx îcaza min bide!
Da ez herim siyahetê

168
Destûr bide min îşev e
Da çim bi nik bavê xwe ve
Carek bibînim bême ve
Daxwaz bikim jê şîretê

169
Bê şîret û tedbîrekî
Bê ustukar û pîrekî
Nadin cewaba mîrekî
Bi vê diçine fezahetê

170
Nezera mîran e, germ e
Mayiye fehm ew qeder me
Ku bela biçîte ji ser me
Ez eda kim huccetê

171
Ez dizanim vê cewabê
Da çime nik pîr û babê
Bê tedbîra wî qe nabê
Qulzuma ‘îlmiyyetê

172
Hindî di asê bit qisset
Ew malxirab rê tê dibet
Van muşkilan ew hel diket
Pir aqil e fehm diretê”

173
Bersîs dibê: “Bendê here
Zahir bike ji babê xwe re
Cewabekî bîne ji me re
Mail bikin vê def’etê”

174
Bersîs ku bin ji ba vebû
Ebyed ji nik winda vebû
Babê kurî pê şa vebû
Go “îxtiyar ji ku ve tê?”

175
Ebyed beyan kir gotîne:
“Fisq û ficûr heqê min e
Min pê kirin qetl û zina
Şkîna stûna ‘izzetê

176
Heqqê min e ji rê birin
Qetl û zina mi pê da kirin
Bandî divê Bersîs kirin
Qessas bikin hukûmetê”

177
Îblîs ji Ebyed ber gerand
Êsîr ji kerban da dirand
Te’n û dijûn ku pê birand
Zîbende sima sûretê

178
Bersîsê serdarê çiyan
Taet dikir wî ji piyan
Şêvid di sala heftiyan
Daxil kiri di xetîetê

179
Ew ‘abide cih sewme’e
Di xewfa Xwedê de xaşi’ e
Xêr li zînayê racih e
Li deftera xasiyyetê

180
Li deftera herçî ke xas
Bandî ku dî rast bê qisas
Ew dê ji agir bî xilas
Guneh nema li zimmetê

181
Şeytên li Ebyed lewme kir:
“Te bi xatirê babê xwe kir
Îman ji Bersîs çênekir
Rabe here kîfayetê

182
Rabe şevek dîsan here
Er wî sucûd bir ji te re
Ew dojehê bû mefer e
Tavêjine xetîetê

183
Emrê tidê Ebyed kevê
Çû bin guhê mîr wê şevê
Xewna ku hakim pê nevê
Jê ra dikit hîkayetê

184
Di xewnê dibînit hakim e
Ellah bi xwo pê ‘alim e
Kuştin li Bersîs lazim e
Jê ra didit şehadetê

185
Şeytên bi sûret bakirê
Hawar kire bab û birê
An wî di nêv axê kirê
Qet kes di hana min ne tê

186
Carek werin teftêş bikin
Temahiya qemêş bikin
Bandî li min vetêş bikin
Min zêr û zîv bi kêr netê

187
Zêrê ku hosta çêkirî
Taca muresse’ li serî
Nayêt bikêr xelqê mîrî
Ji min vekin vê kisvetê

188
Babê ji xewnê dil vigeşt
Şah û xulam rabûn bi qest
Çûne şikeftê dest bi dest
Daxwaz dikin emanetê

189
Emanet e barê mezin
Şêx go ez û emred û jin
Dunya heram dûr e ji min
Tuy ji şe`nê min netê”

190
Xelqno! cewaba şêx ev e:
“Ew can nehat bengî me ve
Vegeriya û hateve
Wenda vebû wê saetê”

191
Tehqiq nekir wan ew cewab
Ji yariya xelqê xerab
Wan gote şêx: Heya kezzab
Ser rast bibî “ibaretê”

192
Dil se’eya qetlê dikin
Kuştin tenê çi lê dikin
Hetyane nav sihlê dikin
Bi ser ve çûne turbetê

193
Ew nagîhan bi ser ve bûn
Nîşan û zulf ji dûr ve bûn
Lazim ji giryan zer ve bûn
Anîne der ji wehşetê

194
Kiç kewkeba şevtariyan
Ew zahidê ji hûriyan
Bû xûniyê ensariyan
Ya Reb bela ji bal te tê

195
Ya Rebb tu kes sewda nekî
Fihêt û şermezar nekî
‘Eyba li kes îzhar nekî
Hetta ve roja saetê

196
‘Eybê di xef bûn eşkera
Hemyan bihîst ew macera
Bersîs hîlawîstin beşera
Hate heddê hilaketê

197
Celad ji gencan kar dikit
Bersîs ji dest hawar dikit
Mel’ûn xwe lê îzhar dikit
Dîsan gihaye le’netê

198
Bersîs girî gotê bi zar
Niyet xirabê qelsê yar
Çira nehatiye diyar?
Bê şefqet û bê rehmetê

199
Go: “Xilweya babê dûr bû
Geh di Lubnan û geh Tûr bû
Sekinîme hetta huzûr bû
Eve gihame xizmetê”

200
Xelqno! Binêrin kazibî
Ev reng dibête rahibî
Ez qenc dizanim sebebî
Kafir dikit keyfiyyetê

201
Bersîs go: “Bi qutbê xas kî
Vê qisa muşkil tu ras kî
Min ji vê bendê xilas kî
Bibime qûlê minetê”

202
Dijminan însaf çû nine
“Te divê dunya şîrine
Secde bo zatê me bîne
Da bikim şefa’etê

203
Er têne min secda serî
Carek bikim ez mehderî
Hadir li te vebin derî
Fîlhal dibînî rehmetê”

204
Ew ‘abide bê dewlet e
Navê ji dunyayê ret e
Vê xeberê bawer kete
Secde dibit ji rewdetê

205
Ew ‘abidê bînayî wû’ûd
Şêx bi îşaret bir sucûd
Şirka ‘ezim çûbû wucûd
Îmanê bir bi şîrketê

206
Îman ji Bersîs bû cuda
Şeytên vekuştî zahida
Ferwar-i kir barê xuda
Me kesb nekir ticaretê

207
Heftê û yek salî temam
Taet dikir daîm û dam
Qebûl nekir Şahê ‘Ellâm
Yekcar bire xusaretê

208
Qenc nas bikin “Ellah”ekî
Ber xizmeta Padişahekî
Dayi’ mekin bi gunahekî
Êmin mebin ji heybetê

209
Bêhîsab Muksî xeberdan
Ji yariya qels û nemerdan
Dê nedamet bê bi ser da
Mîm û Hê bi rîwayetê

210
Mîm û Hê ev bend digotin
Em bi me’nayê hevotin
Ucbê gişt xêran dişotin
Lew riya bi kêr netê

211
Fê’la xirab xudbînî ye
Ucbê mekin li dînî ye
Derba serast sekînî ye
Ji derwêşî û heqaretê

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor