Feqiyê Teyran – Ey Dil Hilo Terk ke Sefa
1
Ey dil hilo terk ke sefa
Qet kes li bal nînin wefa
Bêfayde cewr û cefa
Qet kes li bal nînin wefa
2
Cewr û cefa bêfayde ye
Çendî bigirîn halê xwe ye
Ageh ji halim kî heye?
Qet kes li bal nînin wefa
3
Bîne vi bîra xwe Şahê Qedîm!
Me’bûd ew e, ji ‘eyban selîm
Derman diket derdê seqîm
Qet kes li bal nînin wefa
4
Berke derê Şahê Mubîn
Dûr e ji wî buxz û kîn
Derman diket daxê di xwîn
Qet kes li bal nînin wefa
5
Derman diket daxê di kul
Sirrê mecaz bavê û bihil!
Hubba Xwedê bavêje dil
Qet kes li bal nîn in wefa
6
Hubba Xwedê bi bîr bîn tinê
Me’bûd ew e nabit fenê
Yar her ew e jê bin xenê
Qet kes li bal nînin wefa
7
Çendî ku go min: Yar yar
Eger min bigota ya Cebbar
Ez dê firim misle teyyar
Qet kes li bal nînin wefa
8
Çendim digo meth û sena
Qet kes li bal nîn in wefa
…
…
9
Ey dil hilo rabe bibîn!
‘Umrim borî bi xewf û girîn
Wefa li bal xwûban çu nîn
Qet kes li bal nîn in wefa
10
Wefa ji xwûban kes nedît
Der rahê ‘işqê her biçît
‘Umre wî zayi’ dibît
Qet kes li bal nîn in wefa
11
Herkese aqil be temam
Der işqê neçit mudam
Zahir ew e, sewdayê cam
Qet kes li bal nîn in wefa
12
Hindî bibêm inkar diket
Daxê li nav tîmar diket
Min li hubbê bîmar diket
Qet kes li bal nîn in wefa
13
Ey dil hilo beske nemam
Bîne vi bîr Şahê E’lam
Bîrê biken der mulkê Şam
Qet kes li bal nînin wefa
14
Quds û Şam û Kerbela
‘Işq li min bûbû bela
Teqdîr we ye ji Qalûbela
Qet kes li bal nînin wefa
15
Teqdîr webû ji roja “Elest”
Cam û şerab da min bi dest
Qetrek vexwar ez mam mest
Qet kes li bal nînin wefa
16
Ey Mîm û Hê ey Mim û Hê
‘Umrim diçû ber ahê wê
Razî bi wî hukmê Xwedê
Qet kes li bal nînin wefa
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Feqiyê Teyran – Ah Ji Destê Cama Wîsalê
- Feqiyê Teyran – Beyta Dilî (Dilo Rabe)
- Feqiyê Teyran – Bi Çar Kerîman
- Feqiyê Teyran – Bizan ku Min Yar Tu Yî
- Feqiyê Teyran – Dil Ji Min Nakit Xeyalan (Ay Dilê Min Ay Dilo)
- Feqiyê Teyran – Dilo Carek Xwe Hişyar ke
- Feqiyê Teyran – Ellah Çi Zatek Ehsen e
- Feqiyê Teyran – Ellah Sehergeha Ezel
- Feqiyê Teyran – Ey Av û Av (1)
- Feqiyê Teyran – Ey Av û Av (2)