Feqiyê Teyran – Kela Dimdimê

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

1
Helal kiriye Tahayê
Mezhebê we bi kêr nayê
Em dimrin nayêne rayê
Axret xwoştir e ji dinyayê

2
Qeda li dinyayê bikevî
Dê rûreş bin li nik Nebî
Qebûl nekin vî mezhebî
Hemiyan go: “Bila ve bî”

3
Hemiyan rayek vekir
Go aferîn ehda te kir
Avêtin tac qebûl nekir
Li ser xatira Ebû Bekir

4
Li ser xatira ‘Umer e
Di rêya Pêxember e
Xwe bikin ker bi ker e
Rûspî bin da di meşher e

5
Rûspîtiyê di mehşer kin
Hernê wan ker bi ker kin
Bi gotina Pêxember kin
Şehîd bin dinê terk kin

6
Şehîd bin terka dinê kin
Navekî ji xwe ra çêkin
Bes e Kelê asê kin
Rabin vêk ra hewlê kin

7
Rabû Xanê Zêrinzend e
Subhê vekir derbend e
Xelqê cindî dixwend e
Reşandin ‘enber û qend e

8
Zêr û xil’et da wan e
Kamil ku bû dîwan e
Go: “Herçî biîman e
Subhê werne meydan e

9
Sibhe roja şeran e
Bikne axir zeman e
Dest li singiyan dane
Serê me di qebda Xan e

10
Di qebda Xane li meydan
Bifikirne şêremerdan
Hemiyan ku ev xeber dan
Şehîd bûn dinê berdan

11
Dinê berdan ‘ewanan
Le’net bê li kal û canan
Vêkra biçine sultanan
‘Ecem nekin emanan

12
Subhê çûne ‘ecem e
Esker rûbar û çem e
Di pêş tê Xan Edhem e
Girtin dora Dimdim e

13
Li bin Dimdimê westabûn
Ceyşê ‘ecem ku rabûn
Leşker ku lê cema bûn
Te digo qiyamet rabûn

14
Dî dema ji nû ve av e
Li Dimdima çak di nav e
Ev kafirê tac zirav e
Bû siwaş û qetl û rav e

15
Sewaş û qetl û ceng e
Hisar e pir tifeng e
Jê dibarin pereng e
Hingî tîr û xedeng e

16
Hindî ku ev hesar in
Pereng ji wan dibarin
‘Ecem dibê çaryar in
Lewra di Dimdimê darin

17
Lewra tên wek berazan
Li xwoşmêran li şahbazan
Berdana gaze gazan
Êriş birne endazan

18
Êriş birine kulekan
Top avêtne şebekan
Wekî baran û şirkan
Têk dirêjin tifinkan

19
Têk dirêjin ji banî
Tifing û tîr didanî
Xaliq bi wan dizanî
Bû roj axir zemanî

20
Xaliq bi wan xebîr e
Derhatin can û pîr e
Dirêjin top û tîr e
Rûsipî bin Xano Mîr e

21
Rûsipî bin Xan Ebdal e
Dirêjkirî mertal e
Çi şêrekî bê mîsal e
Dema ku bûye qal e

22
Dema ku bû sewaş e
Dergeh ku dane paş e
Bû gazî û şabaş e
Ji hev dêxistin laş e

23
Ji hev dibirin dîl e
Bûye qîrîn û qîl e
Aciz bûn betl û fîl e
Beristine hev bi hîle

24
Bi hîle û bi lêp e
Wan kuştin bê hisêb e
Lazim dê yek yekê be
Go: “Bes e heta sibe”

25
Subhê çûn eresatê
Xelqê di vê bîsatê
Kafir lê dikin xebatê
Hatine bin Kelatê

26
Di kelatê merestin
Li dijminan qelestin
Bo ceng û dabirestin
Heft hezar jê êxistin

27
Ji hev xistin heft hezar e
Herçî xelqê bijare
Bûye hewar hewar e
Qet Rom nebû diyar e

28
Xeber nehat ji Romê
Aciz bûne ji domê
Xelqo jê mekin lomê
Hûn bifıkirin li komê

29
Hûn binêrin li Xan e
Çi hîkmet pehlewan e
Rom nayêne di han e
Xîret karê mêran e

30
Ez ji xîreta Nebî me
Ez şêrekî Mukrî me
Xan Ebdalê Botî me
Ez jî bi navê vî me

31
Botan ev nav gerande
Babim bihîst hebande
Îna li min nihande
Bi vî navî ez jî xwende

32
Kesê ku lê ev nav bî
Îlla ku Xan Ebdal bî
Şerm e ku ev zirav bî
Xetma vî ne temam bî

33
Xetmê nekem temam e
Bi sih cuz û Kelam e
Ji vira heta vi Şam e
Ev nav li min heram e

34
Heram kirin birestin
Rabûn û çek vebestin
Destûr ji hev dixwestin
Sitiyan qedem şikestin

35
Ser ta qedem têkwerbûn
Sitî di sor û zer bûn
Fêris di pir ceger bûn
Ji nêv kelê bi der bûn

36
Kela ku sed sitî tê
Çi nazik û cindî tê
Bi guhar û zerînî tê
Me li halê wan girî tê

37
Girî min tê digel wan
Nazik û qamet selwan
Dema dertên ji xelwan
Qerfan dikin bi ser wan

38
Qerfan dikin beşer tên
Hindî ji min xezel tên
Nalîn û sed keser tên
Hêstirêd min digel tên

39
Hêstirêd min ji hûr tên
Nalinêd min ji dûr tên
Ji dax û kovanêd sûr tên
Xelqo, ji daxê kûr tên

40
Xelqê di vê gingaşê
Werin bi ser siwaş ê
Guh bidne vê dabaşê
Çi dibên metn û haşê?

41
Çi dibên metn û niwişt e?
Wan şêran zend vemişt e
Qebdê şîran herişt e
Çûne cihê duqişte

42
Çûn û jê rû bi rû bûn
Ejder qewî bi sû bûn
Betlê duhê li kû bûn!
Şerê duhê qet çi bûn?

43
Ev şerek bê meal e
Betlê di bê mîsal e
Dirêj kirin mertal e
Ku lêk bidin mecal e

44
Dê lêk biden ku wext e
Şidandin çek û rext e
Firîn tali’ û bext e
Şah rabû hate text e

45
Botan hemî bi mîr ve
Demek seknîn bi şîr ve
Kivin di bin çengî ve
Kafir hatin ji pîş ve

46
Kafir di dil qewî ne
Dema ku wan dibîne
Heybet li wan ketîne
Qurcî nizanin kî ne

47
Qurçî di bê hisêb in
Pirs û pirsiyar ne êb in
Hûn dê mêvanê kê bin?
Aza di rêya Xwedê bin

48
Aza di rêya Xwudah bin
Emê di pir gunah bin
Mêvanê xelîfê şah bin
Xazî di rêya Îlah bin

49
Me gazî kir Cebbar e
Emê di girîftar e
Xelîfe îxtiyar e
Em dê biçin diyar e

50
Xelîfe çûn nîşande
Şîrê huşîn kişande
Serî ji laşî firande
Her sê jî kirne rande

51
Bab û pis û biraze
Her sê kirin cenaze
Bi şîrekî dilxaz e
Bû şîn û gaze gaz e

52
Her sê vêk ra dêxistin
Qevdêd şîran heristin
Bû ceng û daberistin
Bi hezaran mêr jê kuştin

53
Lê dixistin wan bi nobet
Xan Ebdal kir îşaret
Carek dî jê bi kînayet
Ber Muhemmed selewat

54
Selewat anîne vêk ra
Wan rim hejandin têk ra
Bi xencer hatine pêk ra
Bi hezaran kuştin jêk ra

55
Kuştin ji xan û mîran
Bi tifing û top û tîran
Serqut in mîslê şêran
Laş bûne mîna gêran

56
Hizaran leş li şûnê
Heftê û yêk in li çûnê
Tu dibê bi hizaran tênê
Şîran reng da ji xwînê

57
Şîran vedabûn birq e
Hawîr bû tirqe tirq e
Yek yek ji hev nabin firq e
Lêkdan û şirqe şirq e

58
Serî ji hev firandin
Zire li hev qetandin
Eyar li hev dirandin
Heram e berkirandin

59
Bernekirand jê kuştin
Wan ew hemî dikuştin
Qet kesek jê nehiştin
Bûn şehîdêt bihişt in

60
Şehîd bûn çûn ji Xwedê ra
Ev renge govend gêra
Xan û ev xelqê wê ra
Beheşt û hûrî jê ra

61
Hemî çûn û jin mane
Kafiran ku gote Xane
Êrişî bîne wan e
Bînin kîjêd ciwan e

62
Qet kes nema ji der ve
Êrîş anîn bi ser ve
Li sitiyan bûye rev e
Bû dûman te digo şev e

63
Kesek kesê nabîne
Kiça Xan agirî tîne
Bi cibexanê têxîne
Kelê ji bin hiltîne

64
Kelê ji bin davêje
Hemyan di bin dikuje
Agir jor da dirêje
Kes namîne dipêje

65
Hemî kuştin bixwe ran
Şehîd bûn çûne baxan
Bihişt birin ji xwe ran
Gotin dema jimiran

66
Wan hemî rûsipî bin
Muqîm li nik Nebî bin
Di cenneta baqî bin
Mehderçiyê Feqî bin

67
Di paşî wan qisan ra
Ji Nebî û ewliyan ra
Ji Mîm û Hê û Xan ra
Fatîhe ji rihê wan ra

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor