Feqiyê Teyran – Qewî Îro Ze‘îfhal im

👁️ 3 Dîtin🖨️ Çap Bike

1
Qewî îro ze‘îfhal im
Dinalim ez li wê tayê
Di birhanan dihat falim
Tilisma wesletan nayê

2
Tilismata wisala min
Elîf nabe di fala min
Ji mecmûa’n xiyala min
Bilad im ez li sewdayê

3
Ji sewdayê wekî dîn im
Li ser eqlê xwe namînim
Ebû Sîna ji kû bînim
Li mehcûran bikit rayê

4
Li hicrana di mehcûr în
Birîndar în di rencûr în
Ji îhsanan qewî dûr în
Ji dîdarê şekirxayê

5
Qewî dûr în ji dîdarê
Qewî dûr în ji yarê
Yeqîn miryem ewê carê
Cinan avête deryayê

6
Cinan avêt û winda bû
Li bin behrek mezin da bû
Siyahê bextê min da bû
Ji Belqîsê cewab nayê

7
Ji gomanan sefa mor bê
Li cama badeya sor bê
Mirada dil bere jor bê
Li ber çingî di xewxayê

8
Yeqîn ‘enqa vi hal nake
Kubar e lew suwal nake
Şahê şahan xiyal nake
Geda nayê di perwayê

9
Gedayê şah miqabil da
Li piş baxê bi sorgul da
Dinalit, dest bi ser dil da
Ji ehwalê Xudê dayê

10
Dinalim ez li halatan
Binêr şêxê keramatan
Ji dil nake munacatan
Selata îstîxarayê

11
Selatan ez bi cî bînim
Du’axwaz û bi amîn im
Ji wê fikrê betal nîn im
Li reca û temennayê

12
Temenna û recaya min
Qebûl nabe du’aya min
Ji duxanan nedaya min
Bidda sîran Leylayê

13
Eger Leyla nehêt Qeysê
Ne Hudhud bête Belqîsê
Şemala dil ji ku dîsê
Çirayê Tûr û Sînayê

14
Çirayê Tûr û etwarê
Nedî Mûsa ewê carê
Ne bêhiş bû li dîdarê!
Ji nûra bejn û balayê

15
Ji we bejnê, ji wê qamê
Nicûma zulmeta Şamê
Stêra dêm û endamê
Tecella bû li selwayê

16
Tecella bû li eşcaran
Li rengê qameta yaran
Kelîm lew hate ebsaran
Mecazî hate me’nayê

17
Mecazê me’neyê kûr e
Ji qendîlan nehat nûre
Şemal îro ku mestûr e
Muşewweş bû li dest bayê

18
Şehîdê “Mîm û Hê” îsm e
Ji işqê sotiyê cism e
Li cama mey biwe qism e
Şehîd bûm ez li dinyayê

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor