Feqiyê Teyran – Xwedawenda Tu Sebbûh î
1
Xwedawenda tu sebbûh î
Dikim sed nal û zûhî
Di weqtê şiddeta rûhî
Bi sehlî dê bikey carî!
2
Tu yê sehl î li êşanê
Tu rehmê key li kêşanê!
Nebim ya Reb perişanê
Fewellah xwoş mededkarî
3
Sebûr î sahibê sebr î
Rehîm î ney tu lê heyrî
Ditirsim ez ji wî qebrî
‘Eceb kûr e qewî tarî
4
Ji paşî lehdê dîsanê
Li weqtê heşrê mîzanê
Ricukar im bi xufranê!
Ji belya tu yî settar î
5
Ji xewfa dozex û agirî
Xilas key min ji vî narî
Bi heşrê dûr î pir xanî
6
Terîqa sed hizar salî
Ku dê biçim ez bi vî halî
Me derbaz key eya bazî
7
Me derbaz key bi ihsanê
Bi teşrîfa wê Qur’anê
8
Xwedaya her tu Xeffar î
Derê rehmê vekî Barî!
Melikulmulk î Cebbar î
9
Li ehlê ferz û hem sûnnet
Cemî’ê cumleyê ummet
Riyazê rewzeyê cennet
Digel xadim tu Settar î
10
Digel xadim bi muştaqî
Bi muhbet hem tu ‘uşşaqî
Bişîne cenneta baqî
Biken seyran digel zarî
11
Biçîne cenneta nûr tê
Hizaran qesrê me’mûr tê
Bê hed xilman û hem hûr tê
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Feqiyê Teyran – Ah Ji Destê Cama Wîsalê
- Feqiyê Teyran – Beyta Dilî (Dilo Rabe)
- Feqiyê Teyran – Bi Çar Kerîman
- Feqiyê Teyran – Bizan ku Min Yar Tu Yî
- Feqiyê Teyran – Dil Ji Min Nakit Xeyalan (Ay Dilê Min Ay Dilo)
- Feqiyê Teyran – Dilo Carek Xwe Hişyar ke
- Feqiyê Teyran – Ellah Çi Zatek Ehsen e
- Feqiyê Teyran – Ellah Sehergeha Ezel
- Feqiyê Teyran – Ey Av û Av (1)
- Feqiyê Teyran – Ey Av û Av (2)