Aram Tîgran – Gundê Me Pir Biçûk e

👁️ 4 Dîtin

Gundê me pir biçûk e
Zivistan serma û pûk e
Şev dirêj in roj kin in
Kêf kêfa zava û bûk e

Bihar bihar zû were
Bila baran bibare
Avê golan xweş rabin
Dilê şivanan şa bin

Pey biharê havîn e
Dilê xortan bicî ne
Di dawiyê şûxla palan
Bêrê cotkaran li malan

Piştî payîz havîn e
Evîndaran li hev tîne
Bihar de were zû ke
Benda te zava û bûk e

Gundê me gundek xweş e
Mêvan hatin bimeş e
Bijimirên sîh û şeş e
Kêfa me îro xweş e

Gotin: Cegerxwîn
Awaz: Aram Dîkran

0/5 (0 Deng)
Herî Jor