Ferhenga Nevgurê - Nevgur - Ferheng
Jêgirtin ji Kesek di 07/12/2023, 18:23 deNevgur projeke min e ko hê di sala 2020a de mi dest bi programkirina wê kiribû. Ji bonî sebebên wê nivîsara berî vê, "Şiklê herî baş ê ferhengekê çawa ye?" bixwênin.
Ev proje platformeke ferhengê ya dîjîtal e ji bonî ko her kes karibin lê tiştan qeyd bikin û pêş xin. Program ji 0ê hatiye avakirin, programeke ḧezir nehatiye şuẍilandin. Ev jî tê me'na ko her tiştê programê li gora zimanê me hatiye avakirin û re li ber ti lêzêdekirinên nû jî ne girtî ye.
Nevgur ḧezîrana 2023a (îsal) de ji bo înternetê hate vekirin lê min hê nedaye naskirin û tenê ez li serê aktîv im. Li ferhengê ḧemû tişt bi şiklekî ko mekîne yanî kod karibin jê fêm kin tên qeydkirin ji bonî ko databasa wê bi kêrî programên dî werê. Ji bonî nimûne bi xêra databaseke dîjîtal ...
- programên rastnivîsandinê,
- programên tercimekirinê,
- mitorên lêgeranê,
- programên ko nivîs dixine deng (text-to-speech TTS),
- programên ko deng dixine nivîs (speech recognition ASR)
karin werin çêkirin û pêşxistin (not: min ev tişt çênekirine, ez tenê dibêjim bê ma formata dîjîtal ji çi re bi kêr tê).
Li Nevgurê gotin bi şiklekî hêja girêdayî hev in. Heke te gotinek çêkir, em bêjin "'eşq" û te bi hinek zimanan ew tercime kir, ti di cih de karê jê re hevme'nekê çêkê, "evîn" û hingî ew bi hev ve têne girêdan û me'lûmatên wa dibine yek. Bi wî şiklî şuẍilê yekî hêsanîtir dibê.
Li ferhengê hema bêje ḧemû dengên kurmancî têne qeydkirin. Alfaba me bi kêrî vî tiştî nayê û ji ber wê 2 sembol hene ko dikevine pişt ḧerfan û şanî dikin ma ew ḧerf hişk/req e yan qalin e (heke sembol nebê, nerm e). Ji bo ḧerfên h û x hevalên nû ḧ û ẍ têne bikaranîn. Ji ber ko ev tişt li ser klavyan nînin, wextê ko yek 2 car pêl "h" bikê "ḧ" derdikevê, 2 car x → ẍ. Dengên hişk jî bi ç/k/p/t + h têne nivîsandin û hingî ew "h" dibê piçûk weke "çʰ". Dengên qelew/qalin jî wextê ko yek 2 car pêl ç/k/p/t/l/s dikê derdikevin, weke "tˤ". Ev sembol jî dûvre di nav rûpelên gotinan de xuya nakin, lê bi formatê têne şanîkirin. Em bêjin "torbe", weke torbe derdikevê. "pembû" weke pembû derdikevê. Ev tişt di nav nivîsara "Arîkarî ji bonî kesên nû" jî de hene.
Ḧemû kes karê li Nevgurê tiştan qeyd bikê û ne ḧewce ye yek ti kod/qodî ji bonî wê zanibê, rûpela lêzêdekirinê li gora ḧemû kesî hatiye çêkirin. Kategoriyên tiştan hene û yek karê di cih de ḧemû tercimên gotinên di kategoriyan de bibînê (ev bi kêr tê heke kesek bixwazê ji bo nimûne bi'elimê ḧemû fêkiyan bi zimanekî). Ji bo gelek gotinan jî sûretek jî derdikevê deqena heke yek me'nê û terciman fêm nekê yek karibê ji sûretî fêm bikê ma ew xeber çi ye.
Wekî dî li malperê nivîsarên li ser rêzimanê jî hene û hinek lêkolanên min jî hene. Civata zindî jî heye (chat) û yek li nivîsar û li ser gotinan karê gotûbêjan jî dest pê bikê.
Însanên ko bixwazin karin dengê xwe jî qeyd bikin deqena ê ko xwest zanibê ma ew xeber çawa tê gotin lê biḧesênê.
Lînka malperê: https://nevgur.net/
Nevgur projeke min e ko hê di sala 2020a de mi dest bi programkirina wê kiribû. Ji bonî sebebên wê nivîsara berî vê, "Şiklê herî baş ê ferhengekê çawa ye?" bixwênin.

Jêgirtin ji Kesek di 07/12/2023, 18:30 deBi xêra xwe ferhengê biceribênin û fikirên xwe li serê bêjin. Ḧeta niha ti kes gelekî li ser wê ji min re fikirên xwe negotine û min 99%ê gotinan qeyd kiriye. Di bin "Rûpelên dîtirê" de lînka rûpela serî ya nivîsaran heye.
Bi xêra xwe ferhengê biceribênin û fikirên xwe li serê bêjin. Ḧeta niha ti kes gelekî li ser wê ji min re fikirên xwe negotine û min 99%ê gotinan qeyd kiriye. Di bin "Rûpelên dîtirê" de lînka rûpela serî ya nivîsaran heye.
Jêgirtin ji Xelîl di 07/12/2023, 18:56 deErê te berê jî behs kiribû lê aniha ku min ferhenga zindî dît, bi rastî jî çend saniyeyan devê min vekirî ma 🙂 Baş dixuye ku gelekî li ber hatiye dayîn û li ser kedeke mezin ava bûye. axirî bi xêra vê ferhengê em ê ji wîkîferhengê xelas bibin 🙂 ji ber ku beşdarbûna wîkîferhengê gelekî zehmet e, ji neçarî min jî bingehê ferhengekê danî (https://xudreste.com/ferheng/) lê êdî wer dixuye ku ne hewce ye. Ez ê girêdana wê beralî Nevgurê bikim.
Min ev ferheng gelek eciband û hez jê kir lê derbarê herfên ku di alfabeyê de tune ne û sembolan de dê teşqeleyên mezin derdikevin. Nizanim, rast nehatime, gelo di ferhengên zimanên din de jî ev dengên ku di alfabeya wan de tune ne bi sembolên cuda tên nîşandan? Tiştê ku dizanim ev ferqên xwendinê/bilêvkirinê bi sîstema IPAyê tên nîşandan.
Ji bo Nevgurê jî gelo tiştekî wiha pêkan e?
Û, eslê navê ferhengê çi ye, Nevgur tê çi wateyê, gelo tu dikarî zelal bikî?
Spas, mala te ava.
Erê te berê jî behs kiribû lê aniha ku min ferhenga zindî dît, bi rastî jî çend saniyeyan devê min vekirî ma 🙂 Baş dixuye ku gelekî li ber hatiye dayîn û li ser kedeke mezin ava bûye. axirî bi xêra vê ferhengê em ê ji wîkîferhengê xelas bibin 🙂 ji ber ku beşdarbûna wîkîferhengê gelekî zehmet e, ji neçarî min jî bingehê ferhengekê danî (https://xudreste.com/ferheng/) lê êdî wer dixuye ku ne hewce ye. Ez ê girêdana wê beralî Nevgurê bikim.
Min ev ferheng gelek eciband û hez jê kir lê derbarê herfên ku di alfabeyê de tune ne û sembolan de dê teşqeleyên mezin derdikevin. Nizanim, rast nehatime, gelo di ferhengên zimanên din de jî ev dengên ku di alfabeya wan de tune ne bi sembolên cuda tên nîşandan? Tiştê ku dizanim ev ferqên xwendinê/bilêvkirinê bi sîstema IPAyê tên nîşandan.
Ji bo Nevgurê jî gelo tiştekî wiha pêkan e?
Û, eslê navê ferhengê çi ye, Nevgur tê çi wateyê, gelo tu dikarî zelal bikî?
Spas, mala te ava.
Jêgirtin ji Kesek di 07/12/2023, 19:51 deMerḧeba, mala te ava ji bonî gotinên te yî xweş!
Li ser mesela ḧerfên nû û sembol, erê di ferhengên dî de jî ev tişt tê bikaranîn. Di alfaba kurmancî de kêmasî hene û mixabin gelek ferheng jî tenê li gora alfabê çûne ji ber wê wextê ko yek dixwazê xwe bi'elimênê gotineke nû yek ti carî nikarê zanibê ka ma bi rastî çawa tê gotin. Gelek ferheng h-ḧ û x-ẍ û "eyn" neveqetandine (veneqetandine) û ev deng bi rastî jî gelekî bi ferq in û di alfaba kurdî ya 'erebî de jî hene.
Di ferhenga Michael L. Chyet de jî sembol û ḧ ẍ têne bikaranîn û di ferhenga salên 1990an ya Baran Rizgar de jî format (xet di bin ḧerfan de) tê bikaranîn. Problema bi IPAyê ew e ko zêde pêşketî ye. Di IPAyê de ferqiyên bilêvkirinê di neqeba devokan de jî derdikevin û xwendin û nivîsandina wê hîç ne hêsanî ye. Jixwe li Nevgurê IPA jî heye, wextê ko yek dengê xwe qeyd dikê li wir tê nivîsandin (heke yek bixwazê).
Jixwe ev sembol ji xwendevanan re jî dernakevin û tenê weke format (ḧerfên qalin û ḧerfên bi xet/xêz di bin wan de) derdikevin. Jixwe, min di nivîsara "Arîkariya ji bonî kesên nû" de jî gotiye ko kesên nû ne ḧewce ne ji pêşî de van tiştan zanibin, piştî ko gotinên xwe qeyd kirin însanên dî karin sembolan lê zêde bikin.
Merḧeba, mala te ava ji bonî gotinên te yî xweş!

Jêgirtin ji Kesek di 07/12/2023, 19:55 deLi ser me'na navê "Nevgur", me'na wê nîne. Navekî ko di mitorên lêgeranê de zêde netîce dernedixist (deqena rê li ber netîca ferhengê newê girtin) û ko her 3 domeyn .net-.com-.org vala bûn ḧewce bû û talî jî ḧewce bû ev nav ḧerfên "zeḧmet" bi kar newênê (kurmancên ko tenê bi tirkî zanin binivîsênin x-w-q-ê-î-.... nizanin, û însanên ko bi zimanên dî dişteẍilin c-ç-ş-j-... fêm nakin). 2 sal derbas bûn min navekî baş nedît talî bû ev nav. (Ez bahwer dikim min ê ferhengê zûtir weşandibane heke min navekî baş jê re zûtir dîtibane).
Li ser me'na navê "Nevgur", me'na wê nîne. Navekî ko di mitorên lêgeranê de zêde netîce dernedixist (deqena rê li ber netîca ferhengê newê girtin) û ko her 3 domeyn .net-.com-.org vala bûn ḧewce bû û talî jî ḧewce bû ev nav ḧerfên "zeḧmet" bi kar newênê (kurmancên ko tenê bi tirkî zanin binivîsênin x-w-q-ê-î-.... nizanin, û însanên ko bi zimanên dî dişteẍilin c-ç-ş-j-... fêm nakin). 2 sal derbas bûn min navekî baş nedît talî bû ev nav. (Ez bahwer dikim min ê ferhengê zûtir weşandibane heke min navekî baş jê re zûtir dîtibane).
Jêgirtin ji Kesek di 10/12/2023, 22:29 deMerḧeba @xudreste mala te ava ji bonî lêzêdekirinên te yên ḧeta niha û ez hêvî dikim tê dewam kê 🙂
3 tişt hene ez dixwazim ji te re bêjim deqena heya te jê hebê.
- Li ferhengê, "şikil" ji bo varyantan tê bikaranîn. Yanî ji bo nimûne li ferhengê "hestû" heye lê hinek kes dibêjin "hestî". Hingî "hestî" weke şiklekî "hestû" tê qeydkirin. Lê hevme'ne (synonym) ji şiklan biferq in. "Fîlolog" (min berê nebihîstiye) nabê şiklekî "zimannas", ew dibê hevme'ne. Çawa hevme'ne têne çêkirin? Pêşî gotinê qeyd bike (yan jî here rûpela gotineke heyî) û pêl "hevme'ne çêke" bike û navê wê binivîsêne.
- Min dît ko ti ḧerfên ḧ, ẍ, ' bi kar nayênê (te heta-hetayî nivîsandibû lê divê ḧeta-ḧetayî bane, 'erdnîgarî, ocaẍ (ev li gora devokê tê guhertin û heke di devoka te de bi "x" bê problem nîne)). Li Nevgurê alfaba 'erebî jî heye (li 'eyaran tê guhertin) ji ber ko kurmancên Başûr wê alfabê bi kar tênin. Di alfaba 'erebî de jî ح-غ-ع hene û wextê ko ti di nav nivîsên xwe de ḧ, ẍ, ' bi kar newênê, teksta 'erebî ẍelet derdikevê. Bi xêra xwe van bi kar bêne, 2 car h dibê ḧ, 2 car x dibê ẍ.
- Min dît te gotineke bi navê "zimannasiyî" qeyd kiriye. Di kurmancî de "iyî" nîne, çawa em nabêjin "wî fêkiyî bêne" yan "ez xwediyî 2 xaniyan im" lê em dibêjin "wî fêkî bêne" yan "ez xwedî 2 xaniyan im". Li înternetê: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/, qismê "Hîperkorektî di tewandina navdêran de".
2 pirsên min ji te re hene, wextê go te li gotina "kutilk" şiklê Qoserê (devoka deştî) bê ʰ qeyd kiriye ji ber ko li wir nerm tê gotin? Heke wilo bê, mala te ava te rast kiriye. Ev tişt li gotina "kevjal"ê jî wilo ye. Heke te bi nêteke dî wilo kiribê bi xêra xwe ji min re bêje 🙂
Pirsa dî, vêce te çend rojan ferhengê bi kar aniye ez gelekî fikrên te meraq dikim, wê kêfa min ê heke ti karibê ji min re fikrên xwe (daxwazî, kêmasî, tiştên nû ko ez karim çêkim, ...) ji min re bêjê!
Mala te ava!
Merḧeba @xudreste mala te ava ji bonî lêzêdekirinên te yên ḧeta niha û ez hêvî dikim tê dewam kê 🙂

Jêgirtin ji Xelîl di 11/12/2023, 00:14 deMerheba, dilê min heye ku ez dewam kim, min pergaleke wiha hêsan dîtiye ez zû bi zû bernadim 🙂
1 û 2 temam e, ez ê êdî li gorî rêzikên ferhengê binivîsim.
Meseleya 3yem: Zimannasiyî ne tewandina zimannasiyê ye. Peyv ev e: ziman+nas+î+y+î. "-î"ya ewilî ji navdêrekê navdêreke nû çêkiriye (zimannas+î > zimannasî) "-î"ya dawî ji navdêrekê rengdêrek çêkiriye (zimannasî+y+î > zimannasiyî), "y" tîpa kelijandinê ye.
Meseleya kutilkê jî hinekî serê min êşand 🙂 min çend caran peyv bilêv kir, axirî min biryar da ku ew nerm e.
Ji bo daxwazî, kêmasî û pêşniyazan ez ê lîsteyekê amade bikim lê aniha tiştê herî berçav ew e ku fonta nivîsan hema bêje wek hev e û ji ber ku rûpela malperê fireh e, nivîs li aliyê çepê dimînin û navend vala dimîne. Belkî mirov karibe hinekî bicivîne navendê.
Diçêkirina nimûneyan de, wextê mirov çavkaniyê nîşan dide, di vebjêrka dawî de "min vê nimûne çêkir" heye, biker û berkar herdu tewiyane.
Di diyarkirina kategoriyan de wê gavê mirov kariba hemû lîste bidîta dê baş bûya.
Weku min got tiştên ez ê bikim lîste înşele.
Merheba, dilê min heye ku ez dewam kim, min pergaleke wiha hêsan dîtiye ez zû bi zû bernadim 🙂

Jêgirtin ji Kesek di 11/12/2023, 18:16 deMala te ava, înşellah ez ê hew tenê bim naxwe 🙂 Ez zanim tê lîstê çêkê lê va ye ez li ser tiştên ko te nivîsandine dinivîsênim.
Li ser 1. min ẍeletîke te yî piçûk dît, ez hêvî dikim ti xwe 'eciz nekê, ez tenê dixwazim arî te bikim deqena ti baştir bibê 🙂 --- Tiştên dî yî ko te xistin hevme'ne rast in lê bikarhêner nabê hevme'ne, dibê şikil (varyant). Min bikarhêner jê bir û xiste şikil.
Li ser nasiyî, ew qismê nivîsarê ne tenê li ser navdêran e lê li ser zeḧmetbûna -iyî- jî dişteẍilê. Dîse jî ez nizanim. Heke te vê xeberê ḧes kiribê tiştek nabê bere wilo bê.
Li ser fontê, rast e fonta malperê ne baş e. Carekê min kir û nekir lê min yeke baş nedît. Û min hîç lê nefikirîbû ko nîvê malperê vala dimênê, baş e te ev şanî min kir.
Li ser "Min vê nimûnê çêkir", rast e min ẍeletî kiriye ez ê 'edilênim.
Lîsta kategoriyan heye, https://nevgur.net/ḧemû-kategorî. Ev lînk li nivîsara "Arîkarî ji bonî kesên nû" jî heye, heke te wê nivîsarê nexwendibê ez pêşniyarî te dikim, ji ber ko tê de li ser mesela ḧerfan (ḧ-ẍ-') jî, hevme'ne/şikil jî, û hinek tiştên dî jî heye.
Min dît ko te lînka Nevgurê li menûya forûmê lê zêde kiriye, mala te ava ev tiştekî gelekî xweş e. Belkî vêce di Googlê de derkevê... (mesela googlê dirêj e..)
Mala te ava, înşellah ez ê hew tenê bim naxwe 🙂 Ez zanim tê lîstê çêkê lê va ye ez li ser tiştên ko te nivîsandine dinivîsênim.
Li ser 1. min ẍeletîke te yî piçûk dît, ez hêvî dikim ti xwe 'eciz nekê, ez tenê dixwazim arî te bikim deqena ti baştir bibê 🙂 --- Tiştên dî yî ko te xistin hevme'ne rast in lê bikarhêner nabê hevme'ne, dibê şikil (varyant). Min bikarhêner jê bir û xiste şikil.
Li ser nasiyî, ew qismê nivîsarê ne tenê li ser navdêran e lê li ser zeḧmetbûna -iyî- jî dişteẍilê. Dîse jî ez nizanim. Heke te vê xeberê ḧes kiribê tiştek nabê bere wilo bê.
Li ser fontê, rast e fonta malperê ne baş e. Carekê min kir û nekir lê min yeke baş nedît. Û min hîç lê nefikirîbû ko nîvê malperê vala dimênê, baş e te ev şanî min kir.
Li ser "Min vê nimûnê çêkir", rast e min ẍeletî kiriye ez ê 'edilênim.
Lîsta kategoriyan heye, https://nevgur.net/ḧemû-kategorî. Ev lînk li nivîsara "Arîkarî ji bonî kesên nû" jî heye, heke te wê nivîsarê nexwendibê ez pêşniyarî te dikim, ji ber ko tê de li ser mesela ḧerfan (ḧ-ẍ-') jî, hevme'ne/şikil jî, û hinek tiştên dî jî heye.
Min dît ko te lînka Nevgurê li menûya forûmê lê zêde kiriye, mala te ava ev tiştekî gelekî xweş e. Belkî vêce di Googlê de derkevê... (mesela googlê dirêj e..)
Jêgirtin ji Xelîl di 11/12/2023, 19:54 deji ber xeletiyan xwe qet aciz nakim lê ev alfabeya firehkirî ji bo min tiştekî nû ye û di mijara fonetîkê de ne baş im, miheqeq dê xeletî çêbibin.
aniha min serê lîsteyê nivîsî, hazir ez li vir im ez li vir jî binivîsim, wekî pêşniyazekê.
1. Vebijêrkek hebe da ku bikarîner karibe vegere ser alfabeya Bedirxan (ji bo xwendinê).
Ji bo wan kesên ku tenê hatine li wateya peyvekê binêrin an jî tercimeke binêrin, gelo mimkin e ku vebijêrkek hebe, wextê vê vebijêrkê bixebitîne bila ew herfên alfabeya ferehkirî bên veşartin bi herfên alfabeya Bedirxan bên guhertin.
An jî standard, ji bo bikarîneran alfabeya Bedirxan otomatîk were lê wextê yek bixwaze bibe gotinçêker (gotinan çêke), bila alfabeya firehkirî çalak be.
tenê pêşniyazek ¯\_(ツ)_/¯
ji ber xeletiyan xwe qet aciz nakim lê ev alfabeya firehkirî ji bo min tiştekî nû ye û di mijara fonetîkê de ne baş im, miheqeq dê xeletî çêbibin.
aniha min serê lîsteyê nivîsî, hazir ez li vir im ez li vir jî binivîsim, wekî pêşniyazekê.
1. Vebijêrkek hebe da ku bikarîner karibe vegere ser alfabeya Bedirxan (ji bo xwendinê).
Ji bo wan kesên ku tenê hatine li wateya peyvekê binêrin an jî tercimeke binêrin, gelo mimkin e ku vebijêrkek hebe, wextê vê vebijêrkê bixebitîne bila ew herfên alfabeya ferehkirî bên veşartin bi herfên alfabeya Bedirxan bên guhertin.
An jî standard, ji bo bikarîneran alfabeya Bedirxan otomatîk were lê wextê yek bixwaze bibe gotinçêker (gotinan çêke), bila alfabeya firehkirî çalak be.
tenê pêşniyazek ¯\_(ツ)_/¯
Jêgirtin ji Xelîl di 11/12/2023, 21:01 deû berî ku ji bîr bikim vê jî bipirsim: Di dawiya/paşiya hin kitêban de ferheng hene û carinan mirov rastî gelek peyvên kêmnas dibe. Mirov ji wir peyvan bistîne, li nevgurê zêde bike û çavkaniyê bide, dibêm qey dê nebe problem, ne wisa?
û berî ku ji bîr bikim vê jî bipirsim: Di dawiya/paşiya hin kitêban de ferheng hene û carinan mirov rastî gelek peyvên kêmnas dibe. Mirov ji wir peyvan bistîne, li nevgurê zêde bike û çavkaniyê bide, dibêm qey dê nebe problem, ne wisa?
Jêgirtin ji Kesek di 14/12/2023, 22:23 deLi ser 1. ez naxwazim wî tiştî çêkim ji ber ko alfaba ferehkirî ji bo însanên ko fêm nekin re ne bar e (û ji bo 'elimînê ji gelekî bi kêr tê), dîse jî karin weke normal bixwênin. Ez zanim ew sembolên hişk û qelewbûnê di lêgeranê û lîsta şiklan de derdikevin lê ew kêmasiyek e û wê dûvre ê 'edilandin deqena ew jî bi format (hişk qelew) şanî kin.
Di dawiya/paşiya hin kitêban de ferheng hene û carinan mirov rastî gelek peyvên kêmnas dibe. Mirov ji wir peyvan bistîne, li nevgurê zêde bike û çavkaniyê bide, dibêm qey dê nebe problem, ne wisa?
Rast e, heke bi çavkanî be, problem nîne. Me'lûmatên kitêban li vir têne qeydkirin.
Heke te hê lê nemeyzandibê, di bin "Rûpelên dîtirê" de gelek tiştên ko bi kêr tên hene
Guhertin: Min dît ko te kategoriyên "Ziman" û "Zimanên kurdan" bi kar aniye lê ev kategorî min ji bo navên zimanan çêkiribû. Min ji bo wê kategorîke nû, "'Ilmê ziman" çêkir bi xêra xwe wê bi kar bêne 🙂
Li ser 1. ez naxwazim wî tiştî çêkim ji ber ko alfaba ferehkirî ji bo însanên ko fêm nekin re ne bar e (û ji bo 'elimînê ji gelekî bi kêr tê), dîse jî karin weke normal bixwênin. Ez zanim ew sembolên hişk û qelewbûnê di lêgeranê û lîsta şiklan de derdikevin lê ew kêmasiyek e û wê dûvre ê 'edilandin deqena ew jî bi format (hişk qelew) şanî kin.
Di dawiya/paşiya hin kitêban de ferheng hene û carinan mirov rastî gelek peyvên kêmnas dibe. Mirov ji wir peyvan bistîne, li nevgurê zêde bike û çavkaniyê bide, dibêm qey dê nebe problem, ne wisa?
Rast e, heke bi çavkanî be, problem nîne. Me'lûmatên kitêban li vir têne qeydkirin.
Heke te hê lê nemeyzandibê, di bin "Rûpelên dîtirê" de gelek tiştên ko bi kêr tên hene
Guhertin: Min dît ko te kategoriyên "Ziman" û "Zimanên kurdan" bi kar aniye lê ev kategorî min ji bo navên zimanan çêkiribû. Min ji bo wê kategorîke nû, "'Ilmê ziman" çêkir bi xêra xwe wê bi kar bêne 🙂
Jêgirtin ji Kesek di 14/12/2023, 22:34 deMin dît ko te gotina "bêaqil" qeyd kiriye lê ev gotin jixwe hebû. Ez ḧewce bûm wê jê bibim, bi xêra xwe hevme'nan ji bo ya ko jixwe heye çêke.
Min dît ko te gotina "bêaqil" qeyd kiriye lê ev gotin jixwe hebû. Ez ḧewce bûm wê jê bibim, bi xêra xwe hevme'nan ji bo ya ko jixwe heye çêke.
Jêgirtin ji Xelîl di 18/12/2023, 19:08 deSilav, dibem qey tu li ser "dengqeydkirinê" dixebitî. Min çend caran ceriband. Wextê mirov dibê "bişîne" peyama xeletiyê dertê lê deng li rûpela peyvê zêde dibe.
Têbinî: Wextê mirov bitikîne bişkokan rengê wan biguhere dê baştir be bo mirov zanibe bê qeydî destpê kir an na.
Silav, dibem qey tu li ser "dengqeydkirinê" dixebitî. Min çend caran ceriband. Wextê mirov dibê "bişîne" peyama xeletiyê dertê lê deng li rûpela peyvê zêde dibe.
Têbinî: Wextê mirov bitikîne bişkokan rengê wan biguhere dê baştir be bo mirov zanibe bê qeydî destpê kir an na.
Jêgirtin ji Kesek di 18/12/2023, 21:40 deErê berî roja înê digot "divê ti bêhtir me'lûmat li ser xwe qeyd bikê" lê nedihişt ko yek ew me'lûmat qeyd bikê. Înê jî min kir ko yek karibê qeyd bikê.
Min hê neceribandibû ji ber wê heya min ji problemên bi şiyandinê re nînbû, ez ê lê meyzênim, mala te ava.
Têbinî: Wextê mirov bitikîne bişkokan rengê wan biguhere dê baştir be bo mirov zanibe bê qeydî destpê kir an na.
Rast e, min ew program zûve çêkiribû ji hingî ve min çêtir nekiriye ez ê wê baştir kim.
Mala te ava ji bo dengên ko te qeyd kirine, ez ê kim ko di lîsta dengan de navê ê/ya ko qeyd kiriye jî derkevê.
Pirseke min ji te re heye, ez difikirim ko belkî ne ḧewce bê yek binivîsênê bê ma yek dor kîjan salan çêbûye (1980-1990 / 1990-2000 etc.). Bi fikrê te, bere hê jî ḧewce bê (weke niha), yan jî bere ne ḧewce bê lê ê ko xwest dîse karibê, yan jî ez wê pirsê bi timametî rakim?
Li hêviya cewaba te û lîsta te me 🙂 Silav
Erê berî roja înê digot "divê ti bêhtir me'lûmat li ser xwe qeyd bikê" lê nedihişt ko yek ew me'lûmat qeyd bikê. Înê jî min kir ko yek karibê qeyd bikê.
Min hê neceribandibû ji ber wê heya min ji problemên bi şiyandinê re nînbû, ez ê lê meyzênim, mala te ava.
Têbinî: Wextê mirov bitikîne bişkokan rengê wan biguhere dê baştir be bo mirov zanibe bê qeydî destpê kir an na.
Rast e, min ew program zûve çêkiribû ji hingî ve min çêtir nekiriye ez ê wê baştir kim.
Mala te ava ji bo dengên ko te qeyd kirine, ez ê kim ko di lîsta dengan de navê ê/ya ko qeyd kiriye jî derkevê.
Pirseke min ji te re heye, ez difikirim ko belkî ne ḧewce bê yek binivîsênê bê ma yek dor kîjan salan çêbûye (1980-1990 / 1990-2000 etc.). Bi fikrê te, bere hê jî ḧewce bê (weke niha), yan jî bere ne ḧewce bê lê ê ko xwest dîse karibê, yan jî ez wê pirsê bi timametî rakim?
Li hêviya cewaba te û lîsta te me 🙂 Silav
Jêgirtin ji Xelîl di 18/12/2023, 23:08 dehimmm, ji bo avakirina danegeheke (database) fireh tu çiqas zêde agahiyan ji bikarîneran bistînî ewqasî baş e 🙂 bi min bila temen jî bê qeydkirin, belkî rojekê lazim bibe.
himmm, ji bo avakirina danegeheke (database) fireh tu çiqas zêde agahiyan ji bikarîneran bistînî ewqasî baş e 🙂 bi min bila temen jî bê qeydkirin, belkî rojekê lazim bibe.
Jêgirtin ji Kesek di 28/12/2023, 17:15 deTemam. Min berî hinek rojan programa qeydkirina dengan baştir kir, problem hew derdikevin, ma ne? Min me'lûmata "sala çêbûnê" xiste ne mecbûrî lê ê ko xwest karê qeyd bikê. Wekî dî min niha kir ko heke yek dengekî ji bo şiklekî/varyanteke gotinê qeyd bikê ew hingî li rûpela gotinê derdikevê. Talî jî min kir ko ḧemû dengên ko yek qeyd kiriye li rûpela qeydkirina deng derkevin.
Lîsta te ya kêmasî / pêşniyaran li kû ma? 🙂
Silav
Temam. Min berî hinek rojan programa qeydkirina dengan baştir kir, problem hew derdikevin, ma ne? Min me'lûmata "sala çêbûnê" xiste ne mecbûrî lê ê ko xwest karê qeyd bikê. Wekî dî min niha kir ko heke yek dengekî ji bo şiklekî/varyanteke gotinê qeyd bikê ew hingî li rûpela gotinê derdikevê. Talî jî min kir ko ḧemû dengên ko yek qeyd kiriye li rûpela qeydkirina deng derkevin.
Lîsta te ya kêmasî / pêşniyaran li kû ma? 🙂
Silav
Jêgirtin ji Xelîl di 28/12/2023, 22:34 deSilav, belê pêvajoya dengqeydkirinê baştir bûye lê wextê ez dengê xwe yê qeydkirî guhdarî dikim deng hinek nizm tê (li rûpela peyvê baş tê). Edît: Aniha problem tune.
Min ev not girtine:
Ji bo şiklên dî jî nimûne li bin peyvê be (nimûne diçe binê peyva 'esil).
Ji bo guhdarîkirina dengan îkoneke biçûk hebe bes e. (Player gelekî mezin e)
Bikarîner dikare ji bo peyvekê çend caran deng qeyd bike (bnr. bûk). Ji bilî yekê nehêle baş e, an jî bêje 'ewilî ya dî jê bibe.
Îstatîstîkên ferhengê ne li destpêkê be baş e, li jêr an jî rûpeleke dî dibe.
Gotina heftiyê piçekî zêdetir derkeve pêş baş e. (Wêneyekî mezintir belkî)
Silav, belê pêvajoya dengqeydkirinê baştir bûye lê wextê ez dengê xwe yê qeydkirî guhdarî dikim deng hinek nizm tê (li rûpela peyvê baş tê). Edît: Aniha problem tune.
Min ev not girtine:
Ji bo şiklên dî jî nimûne li bin peyvê be (nimûne diçe binê peyva 'esil).
Ji bo guhdarîkirina dengan îkoneke biçûk hebe bes e. (Player gelekî mezin e)
Bikarîner dikare ji bo peyvekê çend caran deng qeyd bike (bnr. bûk). Ji bilî yekê nehêle baş e, an jî bêje 'ewilî ya dî jê bibe.
Îstatîstîkên ferhengê ne li destpêkê be baş e, li jêr an jî rûpeleke dî dibe.
Gotina heftiyê piçekî zêdetir derkeve pêş baş e. (Wêneyekî mezintir belkî)
Jêgirtin ji Kesek di 19/02/2024, 23:39 deTiştekî wilo (hê) nîne. Min fikirîbû ko divê sîstemeke pêşketî ya çavkaniyan hebê deqena yek karibê çavkanî ji bo terciman û şiklan/varyantan jî bidê lê min çareke baş nedîtibû.
Tiştekî wilo (hê) nîne. Min fikirîbû ko divê sîstemeke pêşketî ya çavkaniyan hebê deqena yek karibê çavkanî ji bo terciman û şiklan/varyantan jî bidê lê min çareke baş nedîtibû.
Jêgirtin ji Kesek di 01/03/2024, 17:19 deMerḧeba @xudreste, pirseke min heye li ser hin lêzêdekirinên te, ma ev gotinên ko te qeyd kirine ne hevme'nên vanên dî ne?
- binevşî ↔ xemrî
- eleste ↔ ḧezir
- qetab kirin ↔ te'mîr kirin
Heke hevme'ne bin divê werine jêbirin û dîse werin çêkirin ji ber ko ne mimkun e yek me'na (bi îngilîzî "sense") ko gotin girêdayî wê ye piştî çêkirinê biguherê (sîstema hevme'nan wilo dişuẍilê ko 2 yan bêhtir gotin girêdayî 'eynî me'nê (sense) ne).
Û tiştekî dî yî piçûk, di nimûnan de timamê gotinê qalin tê nivîsandin (veqetandeka wê jî), ne tenê forma bingehî, ev jî ji ber ko di tewandinên lêkeran gelek caran timamê forma bingehî nîne: bewz
Merḧeba @xudreste, pirseke min heye li ser hin lêzêdekirinên te, ma ev gotinên ko te qeyd kirine ne hevme'nên vanên dî ne?