Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Şiklê herî baş ê ferhengekê çi ye?

Ez dixwazim îro piçekî li ser ma ferhenga kurmancî ya herî baş wê ferhengeke çawa bê bişteẍilim.

Ez ê qiyas kim ma kîjan medya (kitêb / dîjîtal) herî baş e û fêdên û kêmasiyên wan şanî kim.

Dûvre jî ez ê ferhengên kurmancî ên "normal" (yanî şiklê bêhtirê ferhengên îro) bi vî şiklê "nû" re qiyas kim.

Talî jî ez ê çara xwe dime naskirin.

 

Qiyaskirina ferhengên dîjîtal û ên di kitêban de

Fêdên ferhengên dîjîtal (malper) li gora kitêban:

  • Li her derî karê bi tere bê
  • Gelekî hesanî û zû ye yek di nav wan de li tiştan bigerê
  • Wextê ko xeber/kelîme/gotineke nû hate lêzêdekirin yan jî guhertin, ev tişt di cih de ji bonî ḧemû xwendevenan re derdikevê
  • Ne ḧewce ye nivîs piçûk bê, ji ber ko problema cih nîne. Rûpeleke dîjîtal çiqasî mezin bê ferq nakê.
  • Ji ẍeynî nivîs, tê de sûret (resm) û deng jî karin hebin.

Fêdên kitêban li gora ferhengên dîjîtal:

  • Ji bonî ko ferhengên di malperan de vekirî bin, servera wan divê aktîv bê. Yanî divê kesek guh bidê wê.
  • Kitêb offline jî karin werin şuẍilandin, lê heke programkerê ferhenga dîjîtal ḧezir bikê, ferhengên dîjîtal jî karin offline werin şuẍilandin.

 

Şiklê herî baş yê ferhengeke kurmancî li gora min çi ye?

Pêşîka divê em li zimanê xwe bifikirin. Di zimanê kurmancî de gelek dengên biferq hene. Hinek deng ji hinek devokan wunda bûne lê vane hinek:

  • Dengên qalin / qelew: Ji bonî dengên ç, k, p, t, l, s re dengekî qelew jî heye.
  • Dengên hişk / req: Ji bonî dengên ç, k, p, t dengekî hişk / req heye.
  • Wekî dî jixwe ji wan dengan re dengên nerm jî hene. Vaye naxwe hinek ji van ḧerfan 3 deng şanî dikin!
  • Alfaba kurmancî ne bê kêmasî ye. Ḧerfên h û x 2 dengên gelekî ji hev biferq şanî dikin. Dengê h di heft (7) û dengê h di heval de ne weke hev in. Wekî dî dengê "eyn"ê heye, ko hîç nayê nivîsandin. Însanin bi ẍeletî dibêjin qê ev deng ne kurmancî ne lê di gelek gotinan de peyde dibin û gelek caran me'nê ji gotinên ko bi alfabê weke hev têne nivîsandin vediqetênin. Niha mesele ne ev e ji ber wê ez gelekî li serê beḧs nakim.
  • Dengên dî jî hene lê ez li vir tenê hinek nimûnan didim.

Însanekî ko xwe bi'elimênê gotineke nû divê zanibê ma bi rastî çawa tê gotin, naxwe zimanê wî gelekî 'ecêb çêdibê. Ji bonî vê divê alfabeke ferehkirî werê bikaranîn. Ev tenê di gelekî kêm ferhengên kurmancî de heye.


Ferhengên klasîk bêhtirê caran di neqeba 2 zimanan de ne. Yanî em bêjin însanek ferhengeke kurmancî-tirkî çêkiriye, yekî yeke kurmancî-îngilîzî çêkiriye û wilo dewam dikê. Dûvre divê ev ji aliyê dî ve jî werin çêkirin, yanî însanekî ko dixwazê bi arîkariya tirkî bi'elimê gotinên kurmancî, nikarê ferhengeke kurmancî-tirkî bişuẍilênê, divê yeke tirkî-kurmancî bibînê (hinek ferheng hene ko ji 2 perçan pêk tên, yeke kurmancî-zimanek û zimanek-kurmancî).


Ya sisiya jî, ferheng gelek caran ji aliyê tenê yek kes yan jî komeke piçûk têne çêkirin. Ev jî problema devokê derdixê, ew ferheng wê tenê bi devoka wî nivîskarî bê. Ferhengên ko însanên dî jî karin lê gotin zêde bikin karin qeteke mestir yê ziman qeyd bikin.

 

Mi li ser vê meselê çi kiriye?

Ez ê li ser vê di meseleke nû de nivîsênim û dûvre lînka wê li vir zêde kim.

Li vê lînkê li ser projeya min bixwênin.

Xelîl bertek da vê peyamê.
Xelîl