Homepage Forûm PÊKENÎ Henekên kurdî

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

Reklam
🌿 Piştgiriya zimanê Kurdî
Em ji bo zimanê Kurdî naverokên Kurdî çêdikin. Heger bixwazî piştgiriyê bidî, reklamê bidî yan jî bibî sponsorê malperê, ji kerema xwe re peyamekê bişîne: [email protected]
7 peyam tên nîşandan - ji 1 heta 7 (bi tevahî 7)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24470
    xudreste
    Keymaster

    Carinan çi henekên xweş tên kirin lê zû tên jibîr kirin, de bila henekên me jî bên qeydkirin, ku li civatan lazim bû, em ê bên çend heban ji vir deyn bikin.

     

    +Bajarê tazî kîjan e?

    – Rûtterdam

     

    +Ez çûm sînemayê lê destvala vegerîyam.

    -Xêr e, çima?

    +Cinema bû.

     

    #31344
    xudreste
    Keymaster

    DUAYA GIRÊDANA KÛÇIKAN

    Rojekê mirovek ji alimekî dipirse: Seyda dema kûçik êrîşî min bikin, gelo çi pêwîst e? Seyda bersivê dide: Filan ayeta Qurana pîroz bixwîne dê kûçik ji te dûr bikeve. Behlûl jî li wir hazir e û qisedana wan seh dike. Li ser xwedîyê pirse dizivîre û dibêje: Ji bo tedbîrê bila darek jî di deste te de hebe. Dibe ku hinek kûçik bi zimanê erebî nizanibin.

    #31347
    xudreste
    Keymaster

    Medreseyên zemanê Melayê Cizîrî ji dibistanên niha gelekî cuda bûn. A rastî, ji yên niha gelekî hêsantir bûn ji ber ku wê çaxê dersên derbarê Melayê Cizîrî de tune bûn.

    #31371
    xudreste
    Keymaster

    Ji Ronî Battê. Freud…

     

    #31372
    xudreste
    Keymaster

    Yek jî ji vîdyoya vîdyoya ya Deno…

    -Ku Mem û Zîn bizewiciyana dê kîjan alava malê (beyaz eşya) nekiriyana?

    – Beko…

    #31373
    xudreste
    Keymaster

    Yeke din ji tayifeya Deno û Bahozo…

    +Navê kîjan bajarokê me ji bêr dijûnan hatiye sansûrkirin?

    -Midyad

    #31445
    xudreste
    Keymaster

    Yek jî ji min:

    Big bang yanî banga mezin.

📰 Diyarname
Nûçe, çand, wêje, spor û agahiyên rojane bi Kurdî
Serdana Diyarnameyê bikin →
7 peyam tên nîşandan - ji 1 heta 7 (bi tevahî 7)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor