5 Mijarên Nû
- Ji aliyê
xudreste ve (03/10/2025 at 19:16)
- Ji aliyê
xudreste ve (18/07/2025 at 09:05)
- Ji aliyê
xudreste ve (05/05/2025 at 01:18)
- Ji aliyê
xudreste ve (29/04/2025 at 23:24)
- Ji aliyê
Hevrîn Hespistan ve (25/04/2025 at 12:30)
5 Bersivên Nû
- BersivSepanên KurdîJi aliyê
xudreste ve (09/09/2026 at 20:39)
- Ji aliyê
xudreste ve (07/09/2026 at 21:13)
- BersivTweetên bigûJi aliyê
xudreste ve (01/07/2026 at 18:38)
- Ji aliyê
xudreste ve (17/06/2026 at 22:38)
- BersivTweetên bigûJi aliyê
xudreste ve (29/11/2025 at 19:59)
Em ji bo zimanê Kurdî naverokên Kurdî çêdikin. Heger bixwazî piştgiriyê bidî, reklamê bidî yan jî bibî sponsorê malperê, ji kerema xwe re peyamekê bişîne: [email protected]
- This topic has 0 replies, 1 voice, and was last updated 1 year, 1 month ago by
xudreste.
-
NivîskarPeyam
-
18/07/2025 at 09:05 #31332
xudreste
Keymasterdoza destê te dikin
her di destê êvaran de destên
min
aciz im
çavên te yên zeytûnî jî nîn in
ku ji navikên wan ji xwe re
tizbiyan çêkimher ku hatinên te li deverên dûr
mexel tên
li vir çûnên min diwerimin
kolan li ber min vedizelin
bi pey te dikevim
tu li pey min…di keftûleftan
û di mercên dijwar de jî
di evînan de em çiqasî beza bûn
tu jagûarake lêvrûjkirî bûyî
ez ji jagûarekî por jolekirî
lê niha evîn kul in…
evîn dikulin..
roj bi roj gav û şekalên min
dirizin
diderizim
roj bi roj gulîken te di kefên
destên min de dihelin
keçelî dibim..wêneyekî te ku bi rasthatinekê
bikeve destên min
ku te ji hinekan bibihîzim
hêdîka xwireke şêrîn bi keserên
min dikeve
dixwirînim
dixwirînimlê tu hêz nikare evîna
ku min bişemir hiştiye ji bîra
min
bibe
hey ez wê stran û helbestê
di hundirê xwe de şemamok
digindirînim
rojekê dibejim heye ku tu li min
vegerî
ji bo ku ji te fedîkar nebim û
bixwînim
mîna dêya zavê ku li pêşiya
govendê lotikan li xwe dixe
lotikan li xwe bikim
digel vê zilamtiya xwe sê-çar
dengan bilîlînim
û hetka xwe bînimxelaya demê rabûye
li ser tixûbê xortanî û kalaniya
min
di mehekê de salek car
emrê xwe ji piçûktiya te
dipirsim
tu bi pîranî bidersivinî;
“rojên te nexweş in, şevên te mirî
lê tu destê sibeh û destê êvaran
de şîrogermî dijî”
diêşim
girî digirî
xwe dixwim..!
ez ê rojekê bi bajêr jî bikimdi xewn û xeyalan de tim ez
mirî
û tu jî kezebreşa min li ser
meytê
min hey digirî
negirî..
tu meytê min dikujî
hema di xewnan de devliken be
qet nebe
bila di xewnan de lûleyên
diranên te bitîrêjin
ma wê qiyamet rabe
keservaniya te min kûrahiya
zinarên dilekî evîndar de wer
dikebila kefên te cihok bin
di şevan de rêya xwe bi ser min
bixin
û dilgeşiyên te lat bin
şivanên bêxew mane seriyekî li
ser pal bidin… doza destên te dikin
her di destê êvaran de destên
min…di qirrkirina evînan de evîndar im
simbil im di şewata simbilên
geniman de
di qetliyama çivîkan de çivîk
baskekî min şikestiye jî difirrim
heta ku baskê xwe yê din jî
dişikînim
qitika hevalê min di sergirtina
gundekî de
ji serbazekî re bûye firavîn
ma ez ê çawa bi baskê şikestî
nefirrim
û ezmên di xwînê de nehêlim!destê şoreşa te çima wiha li ber
rûyê wê ye?
xemgîn e
xizan e
diponije
ma tu ji bo ku şoreşa xwe pêk bînî
tu li benda şoreşekê dimînî
pêk bîne şoreşa xwe
mija kuj bikavilîne
rûmet bi çarpîkan diçe
wê bi firrê bixeşeveke sayî
rûyê min qeremûşk dike bayekî xerbî
li ezmên heyveke nûwelidî
di devî de memik e tilî
û di stêrkên şilfîtazî
a ku mê ye min dibîne, şerm dike
xwe bi ewrekî tenik dinixumînedi rêya axpînk de
cemseyeke gunehker a leşkeran
derbas dibe giran giran
çavên xwe bi tilîyen xwe rijandî
dilê xwe bi saxî dabeliandî
yek ji gunehên wê;
kuştina zarokekî ku xortanîya
xwe ji çiyê re hildianî
û ya mêrekî ku di mêraniyê de ji
bilî ristemê zal`î
nedidît layiqî hevaltiya xwe
mêrxasiya tu fêrizîdixofim
belkî werin çengên min
bigirin
û min jî bibin
ziravê “ziravê” biqetînin sedem;
stranhêvî û xezalhezkirinên min
nizanim ne bes e
ma hewce ye ku ez yek bi yek bi
nav bikimwekî din hawirdor verşî
nan birçî
agir tarî
kor im
bi destên te çirûskan dipelînim
… û aciz im
çavên te yên zeytûnî jî nîn in
ku ji navikên wan ji xwe re
tizbiyan çêkim.. -
NivîskarPeyam
- You must be logged in to reply to this topic.