Feqiyê Teyran – Îro Ji Işqa Sorgulê

👁️ 1 Dîtin🖨️ Çap Bike

1
Îro ji eşqa sorgulê
Halê mi wek perwene tê
Derket ji birca sunbulê
Kuştim bi tîra muhbetê

2
Tîr tên ji qewsê surme lê
Agir ji ber wan hilhilê
Ser ta qedem têk bûm xule
Dîn bûm ji remza heybetê

3
Heybet piling ku dîn kirim
Bêsebir û bê teskîn kirim
Zulfên herîr xemgîn kirim
Herdem ku ahînê me tê

4
Ah û fîxanê bilbila
Tên ji ser cerhê dila
Heyrana zulf û silsila
Al bûm li ser xal û xetê

5
Zulfên sîyah, xalên di weş
Têkda wekî hatin bi meş
Heyrana wa çehvên di geş
Dixwazim nûra lem’etê

6
Dixwazim nûra te hebîb
Ser ta qedem têk bûm kebîb
Xoş tu li derdê min tebîb
Ji te dixwazim hezretê

7
Nûra te pir ebter kirim
Eşqa pur ker ker kirim
Cerg û hinav hûr kirim
Sebr û qirara min ne tê

8
Nîne sebr, nîne qirar
Dil şewitî teşbîhê nar
Ji lew dibêjim, hey hewar
Werin li min kin şîretê

9
Şîret tesir nakin li min
Wê ji min dil bir, ji min
Çi bikim, ne wek halê di min
Ve agir û herareteê

10
Herarata min pir heye
Ji ber bejn û bala te ye
Ev halekî bêlome ye
Ji lew tebata min ne tê

11
Vê dîlberê li min kir e’tab
Awir vedan bûme kebab
Lew mam di nêv zecr û ezab
Heta niho vê sehetê

12
Heta niho dil şewitî
Cerg û hinav min peritî
Lew ‘aşiq li erdê perpitî
Wêk masîyê bi dêmê ketê

13
Ez kuştim çavên belek
Bêhal kirim zulfên helek
Nalîn ji min çûne felek
Qet kes hana min netê

0/10 (0 Deng)

Bersivekê binivîse

Herî Jor