Feqiyê Teyran – Ji Işqa Te Ezê Dîn im
1
Ji eşqa te ezê dîn im
Şev û rojê di xîyalê da
Hero carek te nabînim
Wekû gerham di malê da
2
Wekî gerham Şîrîn kanê?
Ji dev û lêva şekir barî
Li min ruhnî kir şeva tarî
Weku bayê şemal lê da
3
Şeva tarî şemal hilkir
Dil û mêlak li min kul kir
Tijî nar û tijî pel kir
Ji eşqa wê delalê da
4
Delalê ji min hebû kerbek
Bi destê xo hejand herbek
Li min da dilberê derbek
Wekî bizmar di ne’lê da
5
Bi çakûç û bi bizmar e
Li min dabû bi herçar e
Dil min kul bû, birîndar e
Yeqîn yar e di qitalê da
6
Qitala eşq û canan im
Ji vê eşqê ez heyran im
Bi vê xemrê ez sekran im
Fincana min şerab tê da
7
Şerab da min bi fincanê
Kirim saqî li meyxanê
Wekî gog im li meydanê
Li destê wê şepalê da
8
Li meydanê wekî go me
Bi derba kaşoyî ço me
Gelî xelqa mekin lome
Ji derheq wê delalê da
9
Delalê ez kirim erd e
Biskên sîyah û mawerd e
Ji qewsan cezmîya berde
Te dêm boşîn di hîlalê da
10
Ji wa qewsa xedeng hatin
Ji wa burca tiving hatin
Li min rom û firing hatin
Mirin min dî di falê da
11
Elîf nayê di fala min
Qebûl nabê duaya min
Ne mecmû’ e xîyala min
Belav bûm ji sewdayê da
12
Ji sewdayê ezê dîn im
Li ser eqlê xwe namînim
Ebû Sîna ji ku bînim?
Li Mecnûnî bibe peyda!
13
Ez im Mecnûn li dinyayê
Min sond xwarî bi Tahayê
Tu horîkî li dinyayê
Te dêm geş bûn di hîlalê da
14
Tu yî bedra şîrîn eyn î
Ji tora “qabe gewseynî”
Ji wa herfa tu mabeyn î
Çi bê xiş bû di fesalê da
Helbestên Din
Vegere Rûpela Helbestvan- Feqiyê Teyran – Ah Ji Destê Cama Wîsalê
- Feqiyê Teyran – Beyta Dilî (Dilo Rabe)
- Feqiyê Teyran – Bi Çar Kerîman
- Feqiyê Teyran – Bizan ku Min Yar Tu Yî
- Feqiyê Teyran – Dil Ji Min Nakit Xeyalan (Ay Dilê Min Ay Dilo)
- Feqiyê Teyran – Dilo Carek Xwe Hişyar ke
- Feqiyê Teyran – Ellah Çi Zatek Ehsen e
- Feqiyê Teyran – Ellah Sehergeha Ezel
- Feqiyê Teyran – Ey Av û Av (1)
- Feqiyê Teyran – Ey Av û Av (2)