Çîrokên Gelêrî ji Devera Xesxêrê (Perwarî)
Jêgirtin ji Xelîl di 13/07/2023, 03:14 deEv herdu çîrok ji aliyê Evîn Adiyaman ve ji bo gotareke fonolojiyê hatine berhevkirin. Gotara Evînê di hejmara 9em ya Fanzîna Laserê de hatiye weşandin.
1.
Çavkanî: Razîyeya Mezûl, Xesxêr, 53, Çîrok
Carekê, carekê pedşayek hebû, kûrekî wî hebû, zehf ezîz û delal bû. Kûrê xwe dernaxista ji derve, dinyayê da kûrê wê dernaket, dinya nadîta. Rojekê kûrê wê mezin bû. Diya wî jî gote pedşê, go ew kûrkê hanê mezin bû, ti derê nas nake, ti derê nizanî, îro bila rabe hespê xwe siwar bibî bila biçî li wan deran bigehrî, belkî ji xwe ra keçkekê bibînî. Belkê bibe talibê yekê, zêdahî pê bikevin, zêdahiyê wê çêbin, zarokê me çêbin. Kurkê me yekane ye bila soya wê zêde bibî. Ew jî radipte ser xwe, xulama dete pê. Hespê xwe siwar dibî, diçî. Çile kanûne, zistane, zehf sar e jî. Derê pîrkekê ra diçî. Di pîrek in dûhû ve. Hero pîrê avê tînî, l’derê mala xwe dike, dipte cemed. Dipte cemed kes nika dûhû ra bê. Hespê kurê pedşê dûhû ra diçî û hespê wê dikevte xarê. Lingê hespê wê dişkê. Ew jî radipte ser xwe û dibêjî vê pîra se daha ve welleh ez ê rabim biçim vê pîra han bikujim û çiranê laha av rêhtye û hespê min ketye, lingê wê şkestiye. Ew jî dikete gazî pîrê. Pîrê derdikete ji derve kûrê min xêre ti heka dikete qêr? Dêjî ma te çira av rêhtiye laha va lingê hespê min şikest. Pîrê jî dibêjî, kurê delal keçekê mi heye, çil kezî serî ve ne, çil keziyê wê hene. Pirça wê jikê gelek e, ez herro şeqeq pirça wê dişûm û e vê avê dirêjme ji derve û ancax heta heftêya min temam dibî ancax e serê wê dişûm û dîsa hetakê ez şeqeqê dişûm şeqa dî qirêj dibî. Vêca her her derê mala mi wiha bûz e. Ew jî radibî diçî, dêjte babê xwe , dêjî baba jî xeyna keça pîrê pê ve ti jina jmin ra neyne, ez nazewicim. Titê jinê, keça pîrê ji min ra bînî. Ew jî dê jî de ka min ti keçê pîrê nedîtine vê gundê da pîr bûye min keçê wê…?. go ne xudê ti tê biçî keça wê ji min ra binî. Ew jî radibne ser xwe diçin. Keça pîrê jê ra dixwazin. Pa keça pîrê, pîrkekê ji wê pîrtir e. Pîrê jî dêjî welleh ez ê deme we, lê keça min xwe nîşa ti kesê nade. Heta zavê nebînî û keça min xwe nîşa kes nade. E niha nîşê nadem hetta bûknahyî jî keçê kûrê hev nabînin. Ew jî dêjî temam. Radipte ser xwe diçin, dixwazin. Pa ne wekê dibêjin kurê pedşa ye çil şev rojan dawetê diken. Axirê e nika heka dirêj bikim. Daweta wê dikin pêktînin. Ew jî pîrê radibî û dixemlînî, pêktînî ti danne ser dewarê, kurê pedşa re biben. Ew jî du balgihûka dêxte bin milê pîrê ve, dibêjî bila pîrê awha bilind bibî, qene heka sehev da neçî. Ew jî du kutilkan devê wê de, dibêjî bila rûyê wê dûz bibî. Pîriya malê radibe dişînî, dişînî, diçî. Nahlê pîrê xwe nîşa ti kesê de. Hetake zava dişte mal ve. Wextê zava dişte mal ve, ew jî tê diçî, çawan fûta pîrê ser serê pîrê hiltînî eve pîrekê jihevketî, limlima devê wê, ne dika xeber de, ne dika tibke. Ew jî radipte ser xwe, radipte ser xwe yek pehîn li pîrê dide, pîrê terençkê da tavde xarê. Pîrê terençkê da tavde xarê. Em hatne ser hesaba kurê mîrê cina.
Kurê mîrê cina jî nexweş e. Girêye li ber stûhê wê hatiye û çika tixtora digerînin baş nabî. Wextê pîrê jor da tavê kurê mîrê cina jî tê dikenî. Girêya wê der dibî û şifayê dibînî. Çawa şifayê dibînî û xwihê wê, eqrabayê wê hemî tên dêjne pîrê, pîrê ka te çi divê? Saya te da venikê birê me xweş bûye. Te çi divê, yek dêjte yekê min gencîn ya te, dêjte yekê mi lawinya te, dêjte yekê mi çev û birhê te, dêjte yekê mi ser û keziyê te, dêjte yekê mi bejn û bala te, dêjte yekê mi deng û sesê te…neyse welhasilê pîrêya malê jî tê. Pa ne cin in. Her yekê detê. Pîrê we lê tê we lê tê divête cahilekê we te ne bixwê ne vexwê dêhna pîrê de. Sibhê mêri jî dibêje ez ê çi bêjme babê xwe ve mi ev qebeheta han kir. Ev pîra han mi ji xwe ra anî, ez nika bêjme babê xwe, ti xeberê bêjmê. Sibhê radibî, diçî, dêjî ez ê biçim pîrê bikujim, bavme avê û ez ê vê gundê terkkem biçim. Diçî dêhn detê venê pîrê ber wê terencê ra xew ra çûyî. Pa pîrê çi pîrê ye. Serkeziyê pîrê têl alha dikevin. Heta ti ji xwedê bixwazî pîrê spehî ye. Ew jî dêjî, weylê çevê min kor bûyî, ev çawa çê bûye. Şevê dî mi eva han girt avêt. Mi çawa wiha kir, ev çawan hate ber çevên mi. Ew jî radibî , tînî, pîrê hiltînî, tînî datîne ser yatax û pîrka dî jî boxçka xwe hazir kiriye, dibêjî hema mala pedşa pê bihesin, min pîrek daye wan, tê bên min bikujin. Detê pîrê dertkevê ser pencerê, ti ne bixwê ne vexwê dêhn detê heta ti bêjî hisna wê, spehîtîya wê ye. Ew jî dikete gazî. Keçê pîra yek didan, mi ti daye kurê pedşa te çi kir tu bûyî cahilekê vanê ciwan. Dîsa dikete gazî, ew jî dikete gazî. Dêjî wire wire laha wire laha ez ê bêjme te. Xwedê ti ev serê mi bêxte belayê da. Dêjî wire laha welle ez şevî dî çûme avekê cemidî laha heye. Pa ne çile kanûne. Mi heft qalib sabûna entabê birine pê serê xwe şûştine û awha ez spehî bûme. Ti jî here titê jî wekî spehî bî. Ew jî radibî wê ava bûz û cemidî, heft qalib sabûna entabê dibe diçî. Pîrêya malê dibe diçî. Pa ne çawa xwe dêxte hewzê da bûz digrî, pîrê di lûhû dimrî. Pîrê di lûhû dimrî. Pîrka ciwan jî bûyî sibhê dikevte ser lezzeta xwe bi keyfa xwe û xezûrê wê, xesya wê tên dibînin pa ne pîrê zehf spehî ye. Ew gihane miradê xwe û em jî tê mane laha. Pîrka dî jî ji xwe mir û çû û ev ji xwe ra giha lezzeta xwe, hûn jî bimîne xêrê xwudê, serserê min, ser çevê min, ti xêr biçî.
2. Zenglo Menglo
Çavkanî: Mahmut Songur, Xesxêr, 23
Carakê caran rehmel di babê hazir guhdaran. Carekê hebû zenglo menglo. Ev herdu kehrik in, xwih biranin. Diya wan dema diçe zozanê diçe diçêrê. Şevê tête ve dibêjî:
Zenglo menglo derî veken
Dayê dayê çûye zozanan
Şîr hatiye guhanan
Takê giya maye ber dev û didanan.
Dema zenglo menglo vê seh diken dibêjin diya me hatiye derî vediken. Du guhan diya wan heye. Yekê zenglo devê xwe tavtê, ya dî menglo devê xwe tavtê. Rojekê gwiriyek ketiye pê diya wan, hetake ber derê mala wan çûye. Xwe êxistye pişt diwarekê da guhê xwe dete wan. Hingê diya wan vê şarkiyê dibêjî, derî vedike. Roja paştir dema diya wan diçe zozanê gwirî xwe ber derê malê xef kiriye. Paşî dişte ber derê malê dibêjî:
Zenglo menglo derî veken
Dayê dayê çûye zozanan
Şîr hatiye guhanan
Takê giya maye ber dev û didana.
Dema ew we dibêjî, zenglo dibêjî willeh diya me hatiye, em derî veken, em xwe ra şîr vexwen. Menglo dibêjî, ev ne dengê diya me ye, ev dengekê stûr e. Ew gwirî ye. Zenglo guhê xwe nadetê. Çawan derî vedike. Gwirî pêşiya wan, devê xwe tavte zenglo, devê xwe tavte menglo diqurtîne herdukan hev ra. Paşî dişte mala, mala xwe, dişte şkeftekê. Êvarê ra dema diya zenglo menglo tê tête ber derê dibêjî:
Zenglo menglo derî veken
Dayê dayê çûye zozana
Şîr hatiye guhanan
Takê giya maye ber dev û didanan.
Sehey dide, kes derî venake. Paşî pê dihesî gwirî van zarokan xwariye. Dibezê diçe şkefta gwiriyê. Diçe serbana gwiriyê ewan dimdimê dike. Gwirî dibêjê:
Ew kiye serbana min dimdim dike
Jina mi hewîr dike
Bûka min nexşê dike
Ez jî kulanê dikûşkuşînim.
Diya zenglo dibêjî, te herdu zarê min xwarine, were em bişnenik melê, em ê bişne şerîetê. Hêj neçûnî şerîetê, diya wê diçî stilkekê şîr tejî dike, cabê dete melê. Gwir jî çevbirçiyeke. Navê wakî tîştekê giran bibe, tiştekê spehî bibe jê ra. Diçî hebana xwe vedike. Du nohkan dêxte nêv hebana xwe da û tir fisê xwe tejî dikete nêv hevarê, hebanê da, paşî devê wê dadide. Herdu dikevne rê dişne lik melê. Melê sehey dide diya zenglo menglo stilkekê şîr anîte. Ama sehey ya gwirî dide wakî hebanekê mezin, meraq dike. Dibêjî ev çiye vê mi ra çi anitiye. Çawan devê hebanê vedike pê wê tir fisê ava diteqî wakî du nohk diçte çavê melayê da. Mela jî sehey dide ev wekî hîle hatiye wê, dibêjî heqê te ew e ez ê didanê te jê vekem, te hem zarê vê xwarine, hem hîlê tête min. Diçî stirihê diya zenglo menglo vêca jî sîx dike. Dibete medanê tê şerken. Gwirî hingê devê xwe tavte diya zenglo menglo nikarî, didanê wê tinin çûnkû. Paşî diya zenglo menglo xwe dibete piş ve, dibezî dibezî bucekê zikê gwirî dide. Çawan wekî stirêhê wê sîx bûne, ama zikê gwirî tekaha ye. Zenglo menglo firîne ji derve. Ev jî qisetekî wekî ye belê.
Ev herdu çîrok ji aliyê Evîn Adiyaman ve ji bo gotareke fonolojiyê hatine berhevkirin. Gotara Evînê di hejmara 9em ya Fanzîna Laserê de hatiye weşandin.