Berawirdkirina Du Varyantên Destana Siyabend û Xecê
Jêgirtin ji Xelîl di 03/05/2023, 11:09 deBerawirdkirina Du Varyantên Destana Siyabend û Xecê
Halil Akgül
Varyanta Yekem
Varyanta Duyem
Navê Pirtûkê:
Siyabend û Xecê
Sîyabend û Xecê
Nivîskar:
Ahmet Aras
Sîyabendê Semend
Cure:
Pexşan + Nezm
Nezm
Weşanxane:
Nûbihar, Stenbol
Roj, Erîvan
Çapa Yekê:
1993
1959
Çapa Duyem:
2016
-
Edîtor:
Yunus Dilkoçer
Qaçaxê Mirad
Çavkanî:
Sebrîko, ji Milazgirê, ji gundê Xellê ye.
Civata Kurdî
Kurteya Varyanta Yekem (Ahmet Aras)
Hê Sîyabend zarok bûye li wê deverê nexweşîyek wek webayê belav dibe û ji malbata wî kesek namîne hemû dimirin. Sîyabêndê êtim dimine li ber destê apê û amojîna xwe. Amojîna wî jê hez nake û zilmê lê dike. Sîyabend di wî emirê xwe yî biçûk de dikin gollikvanê gund. Sîyabend zêde zehmetîyê dibîne, birçî dimîne. Rojekê qezayek tê serê golikekê û ap û amojîna wî pê dihesin ku lingê golikê şikestîye. Li ser vê meseleyê, têra wî lê dixin. Sîyabend êdî debar nake û ji gund direve.
Sîyabend diçe xwe li çiyayan digire. Şevekê ku dicemide di hundirê postê heywanekî mirar de dikeve xew. Di xew de zilamek tê xewna wî û ji Sîyabend re dibêje; ev hesp, şûr û zînê hespê ên te ne, tu yê li yekî bi navê Qedê rast bê ku ew ê bibe destbirakê te û di 33 salîya xwe de ji însan û ajalên çolê biparêze. Dema şîyar dibê zilam tune lê hesp û şûr û zîn li wir e. Siyabend xwe girê dide li hespê siwar dibe û diçe gundê xwe.
Li gund li apê xwe rast tê lê apê wî ji ber destê wî difilite. Li wê deverê dibîne ku kesek nêçîra teyran dike, li wir ew kes û Sîyabend bi hev re şer dikin lê kes nikare zora kesî bibe. Li ser wê, Sîyabend behsa xewna xwe dike û bi hev re dibin heval. Sîyabend serpêhatîya xwe ji Qedê re dibêje û dibêje ez dixwazim ev qedera xwe ya reş û xirab ango felkê bikujim. Qedê jî dibêje dêya min nexweş e, tenê diakre goştê teyran bixwe, em herin serîkî bidin dêya min piştre ez dikarim bi te re qerim her derê. Diçin ku dêya Qedê mirîye. Sîyabend dibêje bexrtê me herduyan jî reş e wee em tola xwe ji felekê bistînin. Qedê dibêje ji bo ku em xwe bigihînin felekê divê ewilî em pişta zilimkar û dewlemendan bişkînin. Bi vî awayî herdu dest bi keleşîyê dikin, bazirgan, axa û dewlemendan dişelînin.
Herdu destbirak rojekê di rê de rastî konekî tên, nêzî kon dibin, Xecê xuya dike, Sîyabend û Xecê di dîtîna ewilî de ji hev hez dikin, kêfa wan ji hev tê. Sîyabend ji Qedê kerem dike ku ew Xecê ji wî re bixwaze. Wexta birayên Xecê vedigerin, Qedê Xecê ji Sîyabend re dixwaze. Dilê Xecê jî heye lewma birayên wê jî wê didin Sîyabend. Piştî xwestinê, Sîyabend ji bo kar û barên dawetê dixwaze here bajêr, pêdivîyan bikire. Lê bi Qedê bawer nabe û ji bo ku Qedê Xecê nerevîne lingê Qedê bi zincîrê ve girêdide. Parsekek tê ku dibîne Qedê di konê Xecê de zincîrkirî ye xwe digihîne Hesen Axayê Şikakî hal û meseleyê jê re vedibêje. Hesen Axayê Şikakî ku ji zû ve çav berdaye Xecê tê kon û heft birayên Xecê û Qedê dikuje û Xecê direvîne. Sîyabend ku vedigere kon, Qedê li ber sikratê ye, çi hatibe serê wan ji Sîyabend re dibêje.
Sîyabend mirîyên xwe vedişere û dikeve rê. Dengê şahîyekê dibihîze, ji pîrekê dipirsê bê ew dengê çi ye, pîrê dibêje daweta Hesen Axa ye. Pîrê beyî ku zanibe bi Sîyabend re diaxive, behsa Sîyabend serpêhatîya Xecê dike. Wexta pîrê bi dilnermî nêzî wî dibe ew jî xwe eşkere dike û ji pîrê alîkarîyê dixwaze. Pîrê qebul dike, gustîlka Sîyabend ji Xecê re dibe û plana Sîyabend a revê jê re dibêje. Pîrê ji Sîyabend re behsa xencer û fîncana jehrê dike ku heger kesek nêzîkî Xecê bibe ew ê xwe bikuje. Wexta bûksiwarkirinê Sîyabend tê rêya dawetvana dibire gelek ji siwaran dikuje û Xecê direvîne, diçin xwe li Çîyayê Sîpan digirin.
Li quntara Çîyayê Sîpan, xewa Sîyabend tê, Sîyabend serê xwe dîtîne ser çoka Xecê û dikeve xew. Hesen Axa û siwarên wî jî lû du wan in, nêzî wan dibin, Xecê dibîne waye tên. Xemgin dibe, dibêje ew ê Sîyabend bikujin û min dîsa vegerînin, çend hêstir ji çavên wê tên xare, ser rûyê Sîyabend dibarin. Sîyabend şiyar dibe li Hespê Hêşîn Boz siwar dibe bi Hesen Axa û leşkerên wî re dikeve şer, ên bi hesp xwe xilas dikin, ên din tên kuştin, Sîyabend serê Hesen Axa jî jê dike, wî dikuje.
Li Çiyayê Sîpan, dîsa ku xewa Sîyabend tê, serê xwe dîtîne ser çoka Xecê û dîsa dikeve xew. Wê gavê Xecê dibîne ku çêlekeke gakuvî û duwanzdeh gakuvîyên dane dû wê ji dûr ve derbas dibin. Xecê rewşa wan ajalan dişibîne rewşa xwe û dîsa xemgîn dibe çavên wê şil dibin, du hêstîr ji wan dibarin ser rûyê Sîyabend. Sîyabend hişyar dibe, jê dipirse bê îcarê çima digirî. Xecê behsa gakûvîyan dike. Sîyabend dibêje ez ê herim dil û gurçikê wî gakûvîyî ji te re binîm bikim kibab.
Sîyabend dikeve dû gakûvî, hevdu dibetilînin, talîyê Sîyabend bi tîr û kevanê ew brîndar dike û diçe ser ku bi xencera xwe serê gakuvî jê bike. Wê gavê gakûvî bi qiloçê xwe li wî dixe, Sîyabend di newalê re werdibe, li ser dara benûştokê dikeve, çiqilê darê di pişta wî re radibe û ji sînga wî re derdikeve. Xecê mereqa wî dike, radibe li Sîyabend digere lê wê şevê bi ser de venabe. Dibe sibe, dibîne ku waye cenedekê gakuvîye, diçe ser cendekê gakuvî, hay lê dibe ku Sîyabend ketîye newalê, brîndar e.
Xecê li ser wî digirî, Sîyabend ewilî jê dixwaze ku here gund şirîtan bîne û wî xilas bike lê piştî ku his dike ew ê bimire, wesyetê li Xecê dike û jê dixwaze ku piştî ew bimire bila here bi mêrxasekî re bizewice û ku lawekî wê çêbibe bila navê wî û destebirakê wî Qedê li lawê xwe bike. Dilê Xecê bi van tune û dibêje ez ê ji xwe ji gelî biavêjim jêr cem hezkirîye xwe. Xecê xwe ji gelî berdide jêr, li kêleka Sîyabend dikeve, bi destên hev digirin, ewilî Sîyabend dimire dawîyê Xecê. Gundî tên cesedên wan dibînin, li kêleka hev ji wan re du goran amade dikin û wan li wir vedişêrin. Li ser mezelê wan du gulên sor şîn dibin lê her carê pezkovî tê van gulan dixwe.
Kurteya Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend)
Gundîyê Silîvîyê, biharî derdikevin çiyayan, zozanan. Wexta ku gundî ji zozanan dadikevin, pîra parsek li nav konan digere û parsê dike, wê çaxê dengê pitikekê tê wê. Pîra parsek pitikê ji xwe re dibe malê û xwedî dike. Ew pitik Sîyabendê Silîvî ye. Pirê, ew bi belengazî mezin kirîye. Wexta tê dora 10 salîya xwe gundî jê aciz dibin û gilîya wî dikin. Serî û milê zarokan dişikîne. Pîrê ji Sîyabedn dipirse bê çima wiha dike. Ew jî dibêje; “ez li ber neheqîyan derdikevim, ki neheqîyan bike ez li wan dixim, ez dest nadim belengazan.” Di xortanîya xwe de dibe mêrxasekî gund. Lê ew û pîrê di belengazîyê de dijîn. Wexta hayê wî ji Ehmed Axa dibe, ji pîrê destûr dixwaze ku herê cem Ehmed Axa, bibe rênçberê wî. Pîrê destûr dide, Sîyabend diçe welatê xerîbîyê.
Digihê konê Ehmed Axa, xwe pê dide nasîn, kêfa Ehmed Axa jê re tê, wû dike seysê hespan. Sîyabend karê xwe baş dike, û her kes jê razî ye. Piştî demekê hîn dibe ku eşîrên ereban êrîşî êla Ehmed Axa dike û kuştin û talanê dikin. Sîyabend diçe konê Axa û dixwaze here bi mêranî şer bike. Ehmed Axa daxwaza wî qebûl dike, Hespa şê û rim dide wî. Sîyabend diçe ser Kanîya Nezirwanî. Ji talankeran re dibêje min xeraca Ehmed Axa anîye, bila serokê we were xeraca xwe bistîne. Li ser kanîyê Sîyabend û serokê talankeran dikevin şerekî dijwar lê Sîyabend bi ser dikeve û serê talanker ji Ehmed Axa re tîne.
Piştî vê bûyerê Sîyabend di nav êlê de bi navûdeng dibe û her kes behsa mêrantîya wî dike. Li ser wî stranên pesnê tên gotin. Her kes jê re hurmet digire.
Pişti du salan dayika wî ya pîr tê bîra wî û ji Ehmed Axa dixwaze ku here serîkî bide dîya xwe ya belengaz. Ehmed Axa destur dide Sîyabend.
Sîyabend di rêya vegerê de rastî konekî tê. Nêzî kon dibe, qîzek ji kon derdikevî, qîz wek hurî ye, xweşik e. Di carekê de dil dikeve Xecê. Sîyabend jê dipirse bê kî ye, li vir çi dike. Xecê bersiva wî dide, dibêje: “Ez xwişka heft birayan im, bavê min di şerê Osmanî û Eraban de mirîye. Hê zarok bûme mîrê ereban xwestîye dema ez mezin bibim, ez bibim bûka wî, bi kurê wî re bizewicim. Piştî mirina bavê min, birayên min nexwestine ez bi kurê mîrê ereban re bizewicim lewma me koç kiri, em hatin vir.” Herwihda diyar dike ku heft birayên wê ev şeş roj in bi êla ereban re di şer de ne lewma ew li kon bi tenê ye.
Li servê, Sîyabend dixwaze xwe bigihîne hawara heft birayên Xecê. Lê metirsîyek di dilê Xecê de heye ku belkî careke din hevdu nebîbin. Îcarê Sîyabend soz die Xecê ku ew hevdu winda bikin jî dê talîya talî dîsa wê bibîne.
Sîyabend bi rê dikeve, piştî demekê xwe digihîne qada şer. Lî alîyekî heft birayên Xecê li alîyê din ereban kon vedane. Ditirse dibêje; ez rasterast herim alî heft birayên Xecê, ew ê bêjin belkî ereb e hatîye şer û pê re şer bikin, ku here alîyê ereban ew ê bêjin, tirsonek e çu berê xwe da aliyê piran. Lewma di ortê de diçe, ki silavan lê bike ewê here wî alîyî. Diçe ortê, heft birayên Xecê silavan lê dikin, berê xwe dide alîyê wan. Hê wiha, mîrê ereban şer dide destpêkirin. Sîyabend ji heft birayên Xecê dixwaze ew serkeşîya şer bike, destur didinê, Sîyabend dikeve şer. Sîyabend wan atarûmar dike lê dilê wî bû xulamên mîrê ereban dişewite û wan efû dike.
Şer diqede, heft birayên Xecê wî pîroz dikin û jê dixwazin ew bibe biryaê wan î heştan. Sîyabend bi dil qebûl dike. Birayê biçûk Qereman pêş wan diçe da ku Xecê haziriya wan bike. Lê dibêjinê bila behsa Sîyabend li cem Xecê neke. Qereman diçe kon, Xecê haziriya wan dike. Êvarî şeş biryaên din û Sîyabend tên kon. Birayê mezin dibîne ku Xecê 8 balîf (belgî) amade kirîye. Birayê mezin dikeve şik lê nizane bê Xecê li benda Sîyabend bû an yekî din.
Sîyaben li cem wan dimîne, bi birayên Xecê re diçe nêçîrê, bi hev re digerin lê ne Sîyabend ne jî Xecê nikarin, şerm dikin a dilê xwe diyar bikin. Sîyabend û Xecê bi stranan eşqa xwe ji hev re nîşan didin. Lê dawîyê de Birayê mezin jî êdî fêhm dike ku Sîyabend û Xecç ji hev hez dikin. Birê mezin vê eşqê ji birayên din re jî eşkere dike lê Birayê ortê li ber radibe û dibêje; erê Sîyabend mêrxase e lê em wî nas nakin û dibe ku mîrê ereban bêje belkî ji tirsa xweişka xwe dane Sîyabend. Lewma ku mîrê ereban pê bihese ku ew tirsîyane, ew ê êrîşî wan bike, wan qir bike. Lê biryaê biçûk Qereman berevajî vê, piştgirîya Sîyabend û Xecê dike û dibêje; heger Sîyabend yekî xerab bûya ew ê Xecê birevanda û dê hayê me jî jê nebûya. Herwiha heta niha em heft kes bûm me şer dikir êdî em 8 kes in, ereb nikarin me têk bibin.
Axirî, heft birayên Xecê qebûl dikin û destûrê didin ku Sîyabend û Xecê bizewicin. Sîyabend ji bo kar û barên dawetê kû danûstandinê vedigere cem Ehmed Axa. Ehmed Axa xercê dawetê digire ser xwe û konekî li kêleka konê xwe dide amadekriin jo bo Sîyaben û Xecê. Sîyabend kar û barên xwe temam dike û dikeve rê ku here Xecê bixwaze.
Hê Sîyabend di rê de ye, kurê mîrê ereban bi kerwana xwe tê hemberî konê heft birayan kon vedide û dixweze li hev bên, zêr û zîv ji heft birayan re dişîne. Wexta çav li zêr zîvan dikevin, dudilî û poşman dibin. Birê mezin dibêje; “Sîyabend feqîr e, ne axa ye ne beg e, tenê pîredayika wî heye. Ew ê çawa Xecê xwedî bike.” Li ser van fikaran biryarê didin ku Xecê bidin kurê mîrê ereban. Tenê, birayê biçûk Qereman li hember vê biryarê radibe lê birayê mezin bi wî re hêrs dibe û wekî birayê mezin qerara dawî dide, konê Xecê top dikin û ji wir diçin. Kes guh nade lava û girîyên Xecê, ew bi lez û tirs nameyekê dinivîse û dixe bin kevirekî.
Sîyabend tê ku ne kon heye ne jî Xecê. Nameya Xecê dibîne, Xecê tê de gotîye; ez ê çil roj û çil şevan bi kêr û jahrê bim, nahêlim kes nêzîkî min bibe. Sîyabend bi xemgîn, li hespê xwe siwar dibe û berê xwe dide Erebîstanê. Bi rojan rê diçe, talîyê digihê bajarekî bi sûr hatîye dorpêçkirin. Li derveyî vê bajarî dibîne pîreke feqîr li ber derîyê xwe rûniştîye, ji xwe stranan dibêje. Sîyabend dibê mêvanê pîrê, piştî sohbetekê ji hev bawer dibin û Sîyabend derdê xwe jê re vedibêje. Pîrê fêhm dike meseleyê, hayê wê ji Xecê heye û dibêje ev sî û neh roj û şev li benda te ye. Kêfa Sîyabend tê ku Xecê hê xwe nekuştîye lê qewlê Xecê heta sibê nîvro tije dibe, dengê def û zirnê tê ji bajêr, haziriya daweta Xecê û kurê mîrê ereban dikin.
Pîrê dixwaze bi Sîyabend alîkar be û bi şev here Xecê birevîne Çîyayê Sîpan. Lê Sîyabend li xwe danayne ku bi şev wekî dizan here Xecê birêvîne. Gustîlka xwe dide pîrê da ku bibe ji Xecê re. Bî wî awayî dê Xecê zanibe ku Sîyabend li vir e.
Pîrê diçe cem Xecê, gustilka Sîyabend dide wê, Xecê hinekî kêfxweş dibe. Ji pîrê re dibêje sibê zû ez ê herim ser gora bavê xwe, bila Sîyabend were wir min bibîne. Dibe sibe, Sîyabend diçe Xecê dibîne, Xecê dixwaze ew ji vir herin birevin lê dîsa Sîyabend qebûl nake dibêje ez nikarim nola dizan birevim. Ew û Xecê li Hespa Şê siwar dibin ber bi dawetê dişin. Tên orta dawetê, şabaşa def û zirnecî dide û bi mêranî îlan dike ku ew ê Xecê bibe û biçe.
Wexta kurê mîrê ereban pê dihese ku Sîyabend Xecê revandîye, xeberê digihîne heft birayên Xecê û xulamên xwe bi hesp dike ku bidin pey Sîyabend. Birayê mezin dixwaze ew ji bidin pey Sîyabend lê Tihar Qereman li ber radibûn dibêjin heger kurê mîrê ereban mêr e bila here ew Xecê ji Sîyabend bistîne, birayên din jî xwe nadin pêş. Hê Sîyabend û Xecê xwe negihandibûn çiyê, kurê mîrê ereban û xulamên wî gihan wî. Sîyabend Xecê ji hespê daxist û vegerîya şer bike. Sîyabend çend heb xulaman dikuje û yên din jî an teslîm dibin an jî direvin.
Sîyabend û Xecê derdikevin Çîyayê Sîpan. Li cihekî ewle peya dibin, behsa serpêhatîyên xwe dikin. Piştre Sîyabend dikeve xewê. Xecê jî li ber serê wî bi dengêkî nizm ji xwe re distrê. Pir nadome, dibîne ku nogineke gakûvî dibeze û şeş gakûvî dane dû wê. Gakûvîyekî din tê û noginê ji wan her şeş gakûvîyên din rizgar dike. Li ser vê çavên Xecê şil dibin û hêstirên Xecê li ser rûyê Sîyabend dibarin. Sîyabend şiyar dibe dipirsê bê çima ew digirî. Xecê behsa mesleyê dike û dişibîne serpêhatîya xwe û Sîyabend.
Wexta Xecê wî dişibîne gakûvî, kêfa Sîyabend tê û dixwaze here nêçîra gakûvî, diul û gurçîka gakûvî pêşkêşî Xecê bike. Lê dilê Xecê tune ku Sîyabend here nêçîrê, dibêje; “kî du dilan ji hev veqetîne ew e qezayek tê serê wan, neçe nêçîrê neke.” Sîyabend bi a Xecê nake, dikeve dû gakûvîyî. Piştî demekê herdu ji dibetilîn, Sîyabend gakûvî brîndar dike, diçe ser wî ku dilê wî ji sînga wî derxîne. Wê gavê gakûvî qiloçê xwe li singa Sîyabend dixe, Sîyabend ji zinêr dikve, pişta wî di çiqilê dar dikeve ji sînga wî dertê.
Çavên Xecê li rê dimîne lê deng ji Sîyabend naye. Xecê radibe li Çîyayê Sîpan li şopa Sîyabend digere. Talîyê dibîne ku cendekê gakûvî li erdê ye û tîr û kevana Sîyabend jî li kêlekê ye. Tê ser cendekê gakûvî, nalîna Sîyabend tê guhê wê. Dibîne ku Sîyabend di newalê de ye, çiqilê darê ji singê derketîye, Sîyabend li ber mirinê ye. Girî bi Xecê dikeve, Sîyabend jê dixwaze ku negirî, here werîsekî bîne da ku belkî bi xêra werîs ew xelas bibe lê Xecê nizane ku ew ê werîs ji ku bîne. Sîyabend êdî dizane ku ew ê bimire, destûrê dide Xecê da ku piştî mirina wî ew ji xwe re yekî din bike, bizewice. Wiha Sîyabend li jêr Xecê li jor wextek derbas dibe, hayê birayên Xecê ji qezayê çê dibe. Tên cem wan, ew jî dibînin ku xelasbûna Sîyabend tune. Sîyabend ji wan dixwaze ku Xecê ji vir bibin û bila Xecê dest bi jiyaneke nû bike. Xecê ji ser hişê xwe çûye, birayên wê, wê li hesp dikin vedigerin. Di rê de hişê Xecê tê serê wê, xwe bi xwe dibêje; “vaye birayên min, min dibin bifiroşin yekî din, an jî bidin axayek begekî, lê min soz daye Sîyabend, ez ji wî pê ve kesî nakim.” Ji birayên xwe re dibêje ku wê pêşkêşa (dîyarî) Sîyabend li wir ji bîr kirîye, ew ê here wê bîne û were, xwe bigihine wan. Vedigere ser sinêr, gazî Sîyabend dike û ew ji xwe ji zinêr diavêje. Li kêleka Sîyabend dikeve, çiqileke darê di pişta wê jî radibe û ji singê derdikeve. Hevdu hembêz dikin, dara bin wan dişikê, dikevin gola newalê. Li wê newalê her bihar du gul şîn dibin.
Teorîyên Folklorê
Teorîya Tekamûlê
Ji ber ku me tenê li ser du varyantan xebat kirîye em nikarin nirxandineke tekamûlî bikin
Teorîya Vesazkirina Dîrokê
Di herdu varyantan de jî tarîxeke tekûz tune lê di varyanta duyem de tê behskirin ku di navbera eşîrên kurdan û eşîrên ereban şerek berdewam dike, eşîrên ereban ji bo talan û şelandinê êrîş dikin lê eşîrên kurd hertim di rewşeke xweparastinê de ne. Herwiha derbarê çanda civaka kurdan jî agahîyên girîng di xwe de dihewînin.
Teroîya Mît – Rîtûel
Di varyanta yekem de Xoce Xizir ku tê xewna Sîyabend, rê nşîanî wî dîde û şîretan lê dike, em dikarin wî wek motîfeke mîtolojîk bihesibînin. Herwiha du herdu varyantan de jî nêçîra gakûvîyan heye. Di erdnîgarîya Mezopotamyayê nêçîra galkûvîyan wekî bêyemîyê tê dîtîn û ji xwe di destanê de jî Sîyabendê ku mêçîra gakuvî dike bi xwe dibe nêçîra gakûvî
Teorîya Dîrokî, Çandî (Erdnîgarî)
Ji ber ku varyantên Destana Sîyabend û Xecê zêdetir bi helbestkî ne meriv dikare bêje ku ev destan bi awayekî devkî hatîye belavbûn. Herçiqas ev destan bi nivîskî hatibin çapkirin jî çavkanîya wan dengbêj û civak e. Yanî bi xêra dengbêjan ev destan li erdnîgarîyeke fireh belav bûye. Di vê teorîyê de ji bu meriv xwe bigihîne metna hevpar (ur-form) divê meriv motîfên hevpar rêz bike. Li gorî van du varyantan motîfên hevpar ev in:
Cudahîyên di nav civakê de: Axa, serokeşîr, gundî, parsek, feqîr
Mekanên hevpar: Gundê Silivî, Çîyayê Sîpan,
Evîn: Sîyabend di dîtîna ewilî de dil dikeve Xecê, Xecê jî ji Sîyabend hez dike.
Dilsozî, sozdayîn: Herdu evîndar soz didin hev ku ew ê ji bilî hev tu kesan nekin.
Ajalê Alîkar: Hespê Hêşîn Boz, Hespê Şê
Pîra Alîkar: Pîrê alîkarî dide Sîyabend da ku Xecê birevîne.
Derasayî: Sîyabend di herdu varyantan de jî lehengekî zêde xurt û mêrxas e, di şer de qet bin nakeve.
Mirin: Herdu evîndar bi hev re dimirin.
Teorîyên Avahîsaz
Leheng:
Sîyabend: Di her du varyantan de jî sêwî ye. Feqîr e belenegaz e. Li hember neheqîyê bêdeng namîne. Ji bo jiyaneke xweştir ji gund derdikeve. Dikeve nav şeran, mêrxasîyan dike, bi nav û deng dibe, evîndar dibe, hezkirîya wî ji dest wî diçe, dikeve dû evîna xwe, evîndara xwe xelas dike lê miradê wî nabe. Tenêî di varyanta yekem de bi destbirakê xwe bawer nabe û bebextîyan lê dike. Ji bilî vê em dikarin bêjin ku di herdu varyantan de jî leheng wekhev in.
Xecê: Di herdu varyantan de jî ji gund tevî heft birayên xwe revîyaye, ji ber ku nexwestîye bi xwazgînîyên xwe re bizewice. Di dîtîna ewiilî de dil dikeve Sîyabend, heta mirîne jî bi dilsozî bi Sîyabend ve girêdayî ye. Ango em dikarin bêjin di herdu varyantan de jî leheng wekhev in.
Armanc û Sedemên Tevgeran
Di herdu varyante de jî armanca Sîyabend jiyaneke baştir û xweştir e, dixwaze ji zilmê û feqîrîyê xelas bibe. Ji bo vê armanca li hember neheqîyan disekine û carinan şer jî dike. Di varyanta yekem de sedemên van tevgeran bêtir şexsî be jî di varyanta duyem wexta êdî eşîrên ereban dikevin nav meseleyê, Sîyabend li ser navê kurdbûnê tevdigere.
Honaka Metnê û Honaka Bûyeran
Di varyanta yekem ya Ahmet Aras de hem vegêrîya pexşan hem jî ya helbestkî heye. Vegêrana metnê kesê sêyem ango îlahî ye. Em bûyeran ji devê kesê sêyem hîn dibin. Di beşên helbestkî de hunerên edebî hatine bikaranin.
Varyanta duyem ya Sîyabendê Semend bi temamî helbestkî ye. Ev versîyon jî bi vegêrana kesê sêyem ango îlahî tê vegêrîn. Li vir jî dîsa hunerên edebî hatine bikaranîn û retorîka helbestê xurt e.
Varyanta Yekem (Ahmet Aras)
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend)
Siyabend ji ber nexweşîyê bê dêûbav maye. Ji alîyê ap û amojîna xwe hatîye xwedîkirin.
Tam ne dîyar e bê bi qastî li wir hiştine an ji bîr kirine lê Pîra parsek li şûna konên koçeran pitikekî dibîne û ji xwe re dibe. Ew pitik Sîyabend e. Pîra parsek Sîyabend Xwedî dike.
Ap û amojîna Sîyabend ji wî hez nakin, zilmê lê dikin. Dî nav feqîrî û belengazîyê de mezin dibe.
Pîra parsek ji Sîyabend hez dike û bi terbîyeke baş ew xwedî dike. Feqîr û belengaz in. Pîrê terbîyteke baş dide wî. Lî hember neheqîyan disekine. Ji ber vê, pir caran wî şîkayet dikin.
Ji ber zilma ap û amojina xwe ji gund direve.
Ji bo ku here bixebite û pereyan qezenc bike ji gund derdikeve diçe cem Ehmed Axa.
Di xew de Xoce Xizir xwe nîşanî wî dike, qedera wî xêz dike û şîretan lê dike. Wexta şîyar dibe dibîne ku hesp, şûr, rim û zîn li kêleka wî ne. Xwe girêdide û dibê merxasekî hêja.
Sîyabend di zaroktîya xwe de jî yekî mêrxas e. Li cem Ehmed Axa, bi eşîrên ereban re şer dike, mêrxasîya xwe dipeyîtîne, bi nav û deng dibe. Ehmed Axa Hespê Şê û rim dide wî.
Destebirakê Sîyabend Qedê heye.
Sîyabend tenê ye.
Sîyabend ji xwe re dijminekî xeyalî afirandiye, dibêje ez ê tola xwe ji felekê hilînim. Axa, bazirgan û dewlemend jî wekî şirîkê felekê hatine nîşan kirin.
Dijmine Sîyabend tune, derdê wî tenê ew e ku li hemberî neheqîyê rabe, bi şan û şeref bijî.
Sîyabend di dîtina ewilî de dil dikeve Xecê.

Xecê û heft birayên wê ji ber ku xwazgînîyê Xecê ne bi dilê wê bûne, ji gund derketine.

Birayên Xecê, ji berê ve nav û dengê Sîyabend bihîstine, lewma razî bûn ku Xecê bidin Sîyabend.
Sîyabend ji bo ku xwe bi birayên Xecê bi de qebûlkirin, bi wan re li hember dijminên wan şer dike.
Sîyabend ji bo kar û barên dawetê diçe bajêr lê bi destbirakê xwe bawer nabe û bêbêxtîyan lê dike. Ev ji dibe sebeba ku Xecê ji alîyê Hesen Axayê Şikakî ve bê revandin.
Li tu kesî bêbextî nekirîye. Wexta vedigere êla Ehmed Axa ku hazirîya dawetê bike birayên Xecê bebextîyan li wî dikin û Xecê didin kurê mîrê ereban.
Bi alîkarîya pîrê plana revandinê Xecê amade dike.

Ne bi dizî, şer dike, siwarên axa dikuje û Xecê direvîne.
Diakre bi dizî Xecê birevîne lê qebûl nake, ji bo nav şerefa xwe dixwaze her kes pê zanibe ku Sîyabend hat Xecê ji dawetê revand.
Axa û siwarên axa dikevin pey wan, li quntarê Sîpan şer dikin, Sîyabend bi ser dikeve.
Kurê mîrê ereban û siwarên wî dikevin pey wan, li quntarê Sîpan şer dikin, sîyabend bi ser dikeve.
Xecê, rewşa gakûvîyan dişibîne rewşa xwe û Sîyabend.

Sîyabend diçe nêçîra gakuvî lê nêçîrvan dibe nêçîr. Gakuûvî bi qiloçê xwe li Sîyand dixe, Sîyabend ji zinêr dikeve sar darekê, çiqilê darê di pişta wî radibe, ji singa wî derdikeve.

Xecê dibîne ku xelasa Sîyabend tune, ew ji xwe ji zinêr diavêje, li kêlaka wî dikeve, bi hev re dimirin, gundî wan vedişere, her biharê li ser mezelê wan du gul vedibin lê gakûvîyek tê wan gulan dixwe.
Xecê dibîne ku xelasa Sîyabend tune, ew ji xwe ji zinêr diavêje, li kêlaka wî dikeve, dara bin wan dişikê, dikevin newalê, her bihar li newalê du gul şîn dibin.
Kesayet (Leheng)
Varyanta Yekem (Ahmet Aras)
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend)
Ap û amojina Sîyabend: Herdu jî ji Syabend re ne qenc in, zilmê lê dikin.
Pîra Parsek: Mêrê wê hatîye kuştin, kur û qîzên wê jî ji belengazîyê mirine, bêkes maye. Sîyabend xwedî dike.
Siyabendê Silivî: Lehengê sereke ye, sêwî ye. Ap û amojina wî lê nihêrîne. Di nav feqîrî û belengazîyê de mezin dibe. Piştî xewna xwe dibe mêrxasekî hêja.
Sîyabendê Silîvîyê: Lehengê sereke ye, pîrê navê wî lê kirîye. Di zaroktîya xwe de zarokekî şûm e, di xortanîya xwe de mêrxas e, şerzan e. Her tim li hemberî neheqîyê sekinîye.
Qedê (Qedegêtranê Salê): Destebirakê Sîyabend e. Ew jî bi qasî Sîyabend mêrxas e. Şikakî ye.
Xecê (Xecazerîn): Bawê wê di şere Osmanî û Ereban de mirîye, xwişka heft birayan e.
Qelb Hesen: Axayê gundê Qedê ye. Zilimkar e.
Ehmedê Axa: Nêzikî hudûdê ereban dijî, merivekî dewlemend e.
Erebê parsek î lêvdeqandî: Parsek û sixûrê Hesen Axayê Şikakî
Şivan: Şivanê Ehmed Axa ye.
Rûstem Palîwan: Xwedîyê karwanê, Sîyabend û Qedê karwana wî dişelînin.
Mîrê Ereban: Xecê ji kurê xwe re xwestîye lê ji ber ku nedane wî, ew jî bi ser mala Xecê de hatîye.
Heft Birayên Xecê: Birayê mezin: Leter, û yên din: Meter, Cafer, Qelender, Mistefa û Emer.
Kurê Mîrê Ereban: Xecê direvîne.
Hesen Axa: Hesen Axayê Şikakî ye, berê Xecê xwestîye lê birayên wê ew nedane wî. Xecê direvîne. Pismamê Xecê ye.
Heft Birayên Xecê: Birayê biçûk: Qereman, Birayê Ortê: Tihar
Pîra Alîkar: Gustîlka Sîyabend ji Xecê re dibe, alîkarîya wan dike ku Sîyabend Xecê birevîne.

Mekan
Varyanta Yekem (Ahmet Aras)
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend)
Gundê Silîvî, Welatê Serhedê, Gelyê Bidlîsê, Xana Leterê, Çîyayê Sîpan, Mêrga Gulistanê, Textê Hesengolê, Elcewaz
Gundê Silîvî, çiya, zozan, Rêyên Sîpanê, Çîyayê Sîpan, Germîstan, hidûdê eraban, Kanîya Nezirwanê, Erebîstan
Zeman
Varyanta Yekem (Ahmet Aras)
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend)
Zivistanê Sîyabend li çiyayan dimîne. Biharên Çîyayê Sîpan, Havînên Berrîya Şîkakî. Şev û roj.
Biharê derdikevin çiyayan, zozanan. Şev û roj.
Motîf
Varyanta Yekem (Ahmet Aras)
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend)
Civak
Axa, Gundî, Şivan, Destebirakî
Gundî, Şivan, Gavan, Zulumkar, Axa,
Ajal
Hespê Hêşîn Boz (Hêşînbozê Surê) (alîkar), Pezkûvî (bereket an jî bêyomî),
Hespê Şê (alîkar), Gakûvî (bereket an jî bêyomî), Ejdehare (îhtîşam, xurtbûn)
Amûrên Şer
Şûr (Lahorê Qetlê), rim, mertal, qatek çek bi qaşa zîn.
Rim, zîn.
Tayinkirina Pêşerojê
Xewn (Xoce Xizir tê xewna wî, rê nîşanî wî dide)
-Sîyabend soz dide ku ew her tim li hember neheqîyan derkeve û mêrxasîyan bike.
-Hê Xecê pitik bûye mîrê ereban û bawê Xecê kur û qiza xwe destnîşan dikin ku dema ew mezin bûn ew ê bizewicin.
-Sîyabend soz dide Xecê ku çi bê serê wî jî dawîyê ew ê were xwe bigihîne Xecê. Xecê jî soz dide Sîyabend ku ew ê li benda wî be.
Evîn
-Di dîtîna ewil de Sîyabend aşiqî Xecê dibe. -Gustîlk (dilsozî).

Îmtîhan
-Xecê xencerek û fînacanek jehr di destan de ye, dibêje ku kesek nêzîkî wê bibe ew ê xwe bikuje.
-Diçe alîkarîya heft birayên Xecê, heger ji şer sax derkeve ew ê vegere cem Xecê.
-Xecê dibêje ez ê çil şev çil rojan kêr û jahrê li cem xwe bigerinîm, nahêlim kesek nêzîkî min bibe.
Dêmarî
Amojîna Sîyabend zilmê lê dike.
Mirin
Di dawîyê de herdu evîndar dimirin.
Di dawîyê de herdu evîndar dimirin.
Derasayî
Sîyabend û Destbirakê wî Qedê derasayî ne, di şer de têknaçin.
Sîyabend derasayî tê nîşandan, di şer de têknaçe.
Hejmarên Formel
Varyanta Yekem (Ahmet Aras)
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend)
Sisê
Sê denga gazîkirin.
Çar
Çar alîyê Xana Leterê
Şeş
Şeş gakûvî
Heft
Heft birayên Xecê
Heft birayên Xecê, heft sal nexweşî,
Duwanzde
-Duwanzde pismamên Xecê
-Duwanzde canega (pezkûvî)
Şêst û şeş
Şêst û şeş zimanî,
Sî û Sê
Sî û sê sal
Çil
-Çil şev û çil roj
-Gulîya çil qîzî
Çil û çar
Çil û çar keleş(eşkîya)
Hûn dikarin PDFya wê ji Academiayê daxînin.
Berawirdkirina Du Varyantên Destana Siyabend û Xecê
Halil Akgül
|
Varyanta Yekem |
Varyanta Duyem |
Navê Pirtûkê: |
Siyabend û Xecê |
Sîyabend û Xecê |
Nivîskar: |
Ahmet Aras |
Sîyabendê Semend |
Cure: |
Pexşan + Nezm |
Nezm |
Weşanxane: |
Nûbihar, Stenbol |
Roj, Erîvan |
Çapa Yekê: |
1993 |
1959 |
Çapa Duyem: |
2016 |
- |
Edîtor: |
Yunus Dilkoçer |
Qaçaxê Mirad |
Çavkanî: |
Sebrîko, ji Milazgirê, ji gundê Xellê ye. |
Civata Kurdî |
Kurteya Varyanta Yekem (Ahmet Aras)
Hê Sîyabend zarok bûye li wê deverê nexweşîyek wek webayê belav dibe û ji malbata wî kesek namîne hemû dimirin. Sîyabêndê êtim dimine li ber destê apê û amojîna xwe. Amojîna wî jê hez nake û zilmê lê dike. Sîyabend di wî emirê xwe yî biçûk de dikin gollikvanê gund. Sîyabend zêde zehmetîyê dibîne, birçî dimîne. Rojekê qezayek tê serê golikekê û ap û amojîna wî pê dihesin ku lingê golikê şikestîye. Li ser vê meseleyê, têra wî lê dixin. Sîyabend êdî debar nake û ji gund direve.
Sîyabend diçe xwe li çiyayan digire. Şevekê ku dicemide di hundirê postê heywanekî mirar de dikeve xew. Di xew de zilamek tê xewna wî û ji Sîyabend re dibêje; ev hesp, şûr û zînê hespê ên te ne, tu yê li yekî bi navê Qedê rast bê ku ew ê bibe destbirakê te û di 33 salîya xwe de ji însan û ajalên çolê biparêze. Dema şîyar dibê zilam tune lê hesp û şûr û zîn li wir e. Siyabend xwe girê dide li hespê siwar dibe û diçe gundê xwe.
Li gund li apê xwe rast tê lê apê wî ji ber destê wî difilite. Li wê deverê dibîne ku kesek nêçîra teyran dike, li wir ew kes û Sîyabend bi hev re şer dikin lê kes nikare zora kesî bibe. Li ser wê, Sîyabend behsa xewna xwe dike û bi hev re dibin heval. Sîyabend serpêhatîya xwe ji Qedê re dibêje û dibêje ez dixwazim ev qedera xwe ya reş û xirab ango felkê bikujim. Qedê jî dibêje dêya min nexweş e, tenê diakre goştê teyran bixwe, em herin serîkî bidin dêya min piştre ez dikarim bi te re qerim her derê. Diçin ku dêya Qedê mirîye. Sîyabend dibêje bexrtê me herduyan jî reş e wee em tola xwe ji felekê bistînin. Qedê dibêje ji bo ku em xwe bigihînin felekê divê ewilî em pişta zilimkar û dewlemendan bişkînin. Bi vî awayî herdu dest bi keleşîyê dikin, bazirgan, axa û dewlemendan dişelînin.
Herdu destbirak rojekê di rê de rastî konekî tên, nêzî kon dibin, Xecê xuya dike, Sîyabend û Xecê di dîtîna ewilî de ji hev hez dikin, kêfa wan ji hev tê. Sîyabend ji Qedê kerem dike ku ew Xecê ji wî re bixwaze. Wexta birayên Xecê vedigerin, Qedê Xecê ji Sîyabend re dixwaze. Dilê Xecê jî heye lewma birayên wê jî wê didin Sîyabend. Piştî xwestinê, Sîyabend ji bo kar û barên dawetê dixwaze here bajêr, pêdivîyan bikire. Lê bi Qedê bawer nabe û ji bo ku Qedê Xecê nerevîne lingê Qedê bi zincîrê ve girêdide. Parsekek tê ku dibîne Qedê di konê Xecê de zincîrkirî ye xwe digihîne Hesen Axayê Şikakî hal û meseleyê jê re vedibêje. Hesen Axayê Şikakî ku ji zû ve çav berdaye Xecê tê kon û heft birayên Xecê û Qedê dikuje û Xecê direvîne. Sîyabend ku vedigere kon, Qedê li ber sikratê ye, çi hatibe serê wan ji Sîyabend re dibêje.
Sîyabend mirîyên xwe vedişere û dikeve rê. Dengê şahîyekê dibihîze, ji pîrekê dipirsê bê ew dengê çi ye, pîrê dibêje daweta Hesen Axa ye. Pîrê beyî ku zanibe bi Sîyabend re diaxive, behsa Sîyabend serpêhatîya Xecê dike. Wexta pîrê bi dilnermî nêzî wî dibe ew jî xwe eşkere dike û ji pîrê alîkarîyê dixwaze. Pîrê qebul dike, gustîlka Sîyabend ji Xecê re dibe û plana Sîyabend a revê jê re dibêje. Pîrê ji Sîyabend re behsa xencer û fîncana jehrê dike ku heger kesek nêzîkî Xecê bibe ew ê xwe bikuje. Wexta bûksiwarkirinê Sîyabend tê rêya dawetvana dibire gelek ji siwaran dikuje û Xecê direvîne, diçin xwe li Çîyayê Sîpan digirin.
Li quntara Çîyayê Sîpan, xewa Sîyabend tê, Sîyabend serê xwe dîtîne ser çoka Xecê û dikeve xew. Hesen Axa û siwarên wî jî lû du wan in, nêzî wan dibin, Xecê dibîne waye tên. Xemgin dibe, dibêje ew ê Sîyabend bikujin û min dîsa vegerînin, çend hêstir ji çavên wê tên xare, ser rûyê Sîyabend dibarin. Sîyabend şiyar dibe li Hespê Hêşîn Boz siwar dibe bi Hesen Axa û leşkerên wî re dikeve şer, ên bi hesp xwe xilas dikin, ên din tên kuştin, Sîyabend serê Hesen Axa jî jê dike, wî dikuje.
Li Çiyayê Sîpan, dîsa ku xewa Sîyabend tê, serê xwe dîtîne ser çoka Xecê û dîsa dikeve xew. Wê gavê Xecê dibîne ku çêlekeke gakuvî û duwanzdeh gakuvîyên dane dû wê ji dûr ve derbas dibin. Xecê rewşa wan ajalan dişibîne rewşa xwe û dîsa xemgîn dibe çavên wê şil dibin, du hêstîr ji wan dibarin ser rûyê Sîyabend. Sîyabend hişyar dibe, jê dipirse bê îcarê çima digirî. Xecê behsa gakûvîyan dike. Sîyabend dibêje ez ê herim dil û gurçikê wî gakûvîyî ji te re binîm bikim kibab.
Sîyabend dikeve dû gakûvî, hevdu dibetilînin, talîyê Sîyabend bi tîr û kevanê ew brîndar dike û diçe ser ku bi xencera xwe serê gakuvî jê bike. Wê gavê gakûvî bi qiloçê xwe li wî dixe, Sîyabend di newalê re werdibe, li ser dara benûştokê dikeve, çiqilê darê di pişta wî re radibe û ji sînga wî re derdikeve. Xecê mereqa wî dike, radibe li Sîyabend digere lê wê şevê bi ser de venabe. Dibe sibe, dibîne ku waye cenedekê gakuvîye, diçe ser cendekê gakuvî, hay lê dibe ku Sîyabend ketîye newalê, brîndar e.
Xecê li ser wî digirî, Sîyabend ewilî jê dixwaze ku here gund şirîtan bîne û wî xilas bike lê piştî ku his dike ew ê bimire, wesyetê li Xecê dike û jê dixwaze ku piştî ew bimire bila here bi mêrxasekî re bizewice û ku lawekî wê çêbibe bila navê wî û destebirakê wî Qedê li lawê xwe bike. Dilê Xecê bi van tune û dibêje ez ê ji xwe ji gelî biavêjim jêr cem hezkirîye xwe. Xecê xwe ji gelî berdide jêr, li kêleka Sîyabend dikeve, bi destên hev digirin, ewilî Sîyabend dimire dawîyê Xecê. Gundî tên cesedên wan dibînin, li kêleka hev ji wan re du goran amade dikin û wan li wir vedişêrin. Li ser mezelê wan du gulên sor şîn dibin lê her carê pezkovî tê van gulan dixwe.
Kurteya Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend)
Gundîyê Silîvîyê, biharî derdikevin çiyayan, zozanan. Wexta ku gundî ji zozanan dadikevin, pîra parsek li nav konan digere û parsê dike, wê çaxê dengê pitikekê tê wê. Pîra parsek pitikê ji xwe re dibe malê û xwedî dike. Ew pitik Sîyabendê Silîvî ye. Pirê, ew bi belengazî mezin kirîye. Wexta tê dora 10 salîya xwe gundî jê aciz dibin û gilîya wî dikin. Serî û milê zarokan dişikîne. Pîrê ji Sîyabedn dipirse bê çima wiha dike. Ew jî dibêje; “ez li ber neheqîyan derdikevim, ki neheqîyan bike ez li wan dixim, ez dest nadim belengazan.” Di xortanîya xwe de dibe mêrxasekî gund. Lê ew û pîrê di belengazîyê de dijîn. Wexta hayê wî ji Ehmed Axa dibe, ji pîrê destûr dixwaze ku herê cem Ehmed Axa, bibe rênçberê wî. Pîrê destûr dide, Sîyabend diçe welatê xerîbîyê.
Digihê konê Ehmed Axa, xwe pê dide nasîn, kêfa Ehmed Axa jê re tê, wû dike seysê hespan. Sîyabend karê xwe baş dike, û her kes jê razî ye. Piştî demekê hîn dibe ku eşîrên ereban êrîşî êla Ehmed Axa dike û kuştin û talanê dikin. Sîyabend diçe konê Axa û dixwaze here bi mêranî şer bike. Ehmed Axa daxwaza wî qebûl dike, Hespa şê û rim dide wî. Sîyabend diçe ser Kanîya Nezirwanî. Ji talankeran re dibêje min xeraca Ehmed Axa anîye, bila serokê we were xeraca xwe bistîne. Li ser kanîyê Sîyabend û serokê talankeran dikevin şerekî dijwar lê Sîyabend bi ser dikeve û serê talanker ji Ehmed Axa re tîne.
Piştî vê bûyerê Sîyabend di nav êlê de bi navûdeng dibe û her kes behsa mêrantîya wî dike. Li ser wî stranên pesnê tên gotin. Her kes jê re hurmet digire.
Pişti du salan dayika wî ya pîr tê bîra wî û ji Ehmed Axa dixwaze ku here serîkî bide dîya xwe ya belengaz. Ehmed Axa destur dide Sîyabend.
Sîyabend di rêya vegerê de rastî konekî tê. Nêzî kon dibe, qîzek ji kon derdikevî, qîz wek hurî ye, xweşik e. Di carekê de dil dikeve Xecê. Sîyabend jê dipirse bê kî ye, li vir çi dike. Xecê bersiva wî dide, dibêje: “Ez xwişka heft birayan im, bavê min di şerê Osmanî û Eraban de mirîye. Hê zarok bûme mîrê ereban xwestîye dema ez mezin bibim, ez bibim bûka wî, bi kurê wî re bizewicim. Piştî mirina bavê min, birayên min nexwestine ez bi kurê mîrê ereban re bizewicim lewma me koç kiri, em hatin vir.” Herwihda diyar dike ku heft birayên wê ev şeş roj in bi êla ereban re di şer de ne lewma ew li kon bi tenê ye.
Li servê, Sîyabend dixwaze xwe bigihîne hawara heft birayên Xecê. Lê metirsîyek di dilê Xecê de heye ku belkî careke din hevdu nebîbin. Îcarê Sîyabend soz die Xecê ku ew hevdu winda bikin jî dê talîya talî dîsa wê bibîne.
Sîyabend bi rê dikeve, piştî demekê xwe digihîne qada şer. Lî alîyekî heft birayên Xecê li alîyê din ereban kon vedane. Ditirse dibêje; ez rasterast herim alî heft birayên Xecê, ew ê bêjin belkî ereb e hatîye şer û pê re şer bikin, ku here alîyê ereban ew ê bêjin, tirsonek e çu berê xwe da aliyê piran. Lewma di ortê de diçe, ki silavan lê bike ewê here wî alîyî. Diçe ortê, heft birayên Xecê silavan lê dikin, berê xwe dide alîyê wan. Hê wiha, mîrê ereban şer dide destpêkirin. Sîyabend ji heft birayên Xecê dixwaze ew serkeşîya şer bike, destur didinê, Sîyabend dikeve şer. Sîyabend wan atarûmar dike lê dilê wî bû xulamên mîrê ereban dişewite û wan efû dike.
Şer diqede, heft birayên Xecê wî pîroz dikin û jê dixwazin ew bibe biryaê wan î heştan. Sîyabend bi dil qebûl dike. Birayê biçûk Qereman pêş wan diçe da ku Xecê haziriya wan bike. Lê dibêjinê bila behsa Sîyabend li cem Xecê neke. Qereman diçe kon, Xecê haziriya wan dike. Êvarî şeş biryaên din û Sîyabend tên kon. Birayê mezin dibîne ku Xecê 8 balîf (belgî) amade kirîye. Birayê mezin dikeve şik lê nizane bê Xecê li benda Sîyabend bû an yekî din.
Sîyaben li cem wan dimîne, bi birayên Xecê re diçe nêçîrê, bi hev re digerin lê ne Sîyabend ne jî Xecê nikarin, şerm dikin a dilê xwe diyar bikin. Sîyabend û Xecê bi stranan eşqa xwe ji hev re nîşan didin. Lê dawîyê de Birayê mezin jî êdî fêhm dike ku Sîyabend û Xecç ji hev hez dikin. Birê mezin vê eşqê ji birayên din re jî eşkere dike lê Birayê ortê li ber radibe û dibêje; erê Sîyabend mêrxase e lê em wî nas nakin û dibe ku mîrê ereban bêje belkî ji tirsa xweişka xwe dane Sîyabend. Lewma ku mîrê ereban pê bihese ku ew tirsîyane, ew ê êrîşî wan bike, wan qir bike. Lê biryaê biçûk Qereman berevajî vê, piştgirîya Sîyabend û Xecê dike û dibêje; heger Sîyabend yekî xerab bûya ew ê Xecê birevanda û dê hayê me jî jê nebûya. Herwiha heta niha em heft kes bûm me şer dikir êdî em 8 kes in, ereb nikarin me têk bibin.
Axirî, heft birayên Xecê qebûl dikin û destûrê didin ku Sîyabend û Xecê bizewicin. Sîyabend ji bo kar û barên dawetê kû danûstandinê vedigere cem Ehmed Axa. Ehmed Axa xercê dawetê digire ser xwe û konekî li kêleka konê xwe dide amadekriin jo bo Sîyaben û Xecê. Sîyabend kar û barên xwe temam dike û dikeve rê ku here Xecê bixwaze.
Hê Sîyabend di rê de ye, kurê mîrê ereban bi kerwana xwe tê hemberî konê heft birayan kon vedide û dixweze li hev bên, zêr û zîv ji heft birayan re dişîne. Wexta çav li zêr zîvan dikevin, dudilî û poşman dibin. Birê mezin dibêje; “Sîyabend feqîr e, ne axa ye ne beg e, tenê pîredayika wî heye. Ew ê çawa Xecê xwedî bike.” Li ser van fikaran biryarê didin ku Xecê bidin kurê mîrê ereban. Tenê, birayê biçûk Qereman li hember vê biryarê radibe lê birayê mezin bi wî re hêrs dibe û wekî birayê mezin qerara dawî dide, konê Xecê top dikin û ji wir diçin. Kes guh nade lava û girîyên Xecê, ew bi lez û tirs nameyekê dinivîse û dixe bin kevirekî.
Sîyabend tê ku ne kon heye ne jî Xecê. Nameya Xecê dibîne, Xecê tê de gotîye; ez ê çil roj û çil şevan bi kêr û jahrê bim, nahêlim kes nêzîkî min bibe. Sîyabend bi xemgîn, li hespê xwe siwar dibe û berê xwe dide Erebîstanê. Bi rojan rê diçe, talîyê digihê bajarekî bi sûr hatîye dorpêçkirin. Li derveyî vê bajarî dibîne pîreke feqîr li ber derîyê xwe rûniştîye, ji xwe stranan dibêje. Sîyabend dibê mêvanê pîrê, piştî sohbetekê ji hev bawer dibin û Sîyabend derdê xwe jê re vedibêje. Pîrê fêhm dike meseleyê, hayê wê ji Xecê heye û dibêje ev sî û neh roj û şev li benda te ye. Kêfa Sîyabend tê ku Xecê hê xwe nekuştîye lê qewlê Xecê heta sibê nîvro tije dibe, dengê def û zirnê tê ji bajêr, haziriya daweta Xecê û kurê mîrê ereban dikin.
Pîrê dixwaze bi Sîyabend alîkar be û bi şev here Xecê birevîne Çîyayê Sîpan. Lê Sîyabend li xwe danayne ku bi şev wekî dizan here Xecê birêvîne. Gustîlka xwe dide pîrê da ku bibe ji Xecê re. Bî wî awayî dê Xecê zanibe ku Sîyabend li vir e.
Pîrê diçe cem Xecê, gustilka Sîyabend dide wê, Xecê hinekî kêfxweş dibe. Ji pîrê re dibêje sibê zû ez ê herim ser gora bavê xwe, bila Sîyabend were wir min bibîne. Dibe sibe, Sîyabend diçe Xecê dibîne, Xecê dixwaze ew ji vir herin birevin lê dîsa Sîyabend qebûl nake dibêje ez nikarim nola dizan birevim. Ew û Xecê li Hespa Şê siwar dibin ber bi dawetê dişin. Tên orta dawetê, şabaşa def û zirnecî dide û bi mêranî îlan dike ku ew ê Xecê bibe û biçe.
Wexta kurê mîrê ereban pê dihese ku Sîyabend Xecê revandîye, xeberê digihîne heft birayên Xecê û xulamên xwe bi hesp dike ku bidin pey Sîyabend. Birayê mezin dixwaze ew ji bidin pey Sîyabend lê Tihar Qereman li ber radibûn dibêjin heger kurê mîrê ereban mêr e bila here ew Xecê ji Sîyabend bistîne, birayên din jî xwe nadin pêş. Hê Sîyabend û Xecê xwe negihandibûn çiyê, kurê mîrê ereban û xulamên wî gihan wî. Sîyabend Xecê ji hespê daxist û vegerîya şer bike. Sîyabend çend heb xulaman dikuje û yên din jî an teslîm dibin an jî direvin.
Sîyabend û Xecê derdikevin Çîyayê Sîpan. Li cihekî ewle peya dibin, behsa serpêhatîyên xwe dikin. Piştre Sîyabend dikeve xewê. Xecê jî li ber serê wî bi dengêkî nizm ji xwe re distrê. Pir nadome, dibîne ku nogineke gakûvî dibeze û şeş gakûvî dane dû wê. Gakûvîyekî din tê û noginê ji wan her şeş gakûvîyên din rizgar dike. Li ser vê çavên Xecê şil dibin û hêstirên Xecê li ser rûyê Sîyabend dibarin. Sîyabend şiyar dibe dipirsê bê çima ew digirî. Xecê behsa mesleyê dike û dişibîne serpêhatîya xwe û Sîyabend.
Wexta Xecê wî dişibîne gakûvî, kêfa Sîyabend tê û dixwaze here nêçîra gakûvî, diul û gurçîka gakûvî pêşkêşî Xecê bike. Lê dilê Xecê tune ku Sîyabend here nêçîrê, dibêje; “kî du dilan ji hev veqetîne ew e qezayek tê serê wan, neçe nêçîrê neke.” Sîyabend bi a Xecê nake, dikeve dû gakûvîyî. Piştî demekê herdu ji dibetilîn, Sîyabend gakûvî brîndar dike, diçe ser wî ku dilê wî ji sînga wî derxîne. Wê gavê gakûvî qiloçê xwe li singa Sîyabend dixe, Sîyabend ji zinêr dikve, pişta wî di çiqilê dar dikeve ji sînga wî dertê.
Çavên Xecê li rê dimîne lê deng ji Sîyabend naye. Xecê radibe li Çîyayê Sîpan li şopa Sîyabend digere. Talîyê dibîne ku cendekê gakûvî li erdê ye û tîr û kevana Sîyabend jî li kêlekê ye. Tê ser cendekê gakûvî, nalîna Sîyabend tê guhê wê. Dibîne ku Sîyabend di newalê de ye, çiqilê darê ji singê derketîye, Sîyabend li ber mirinê ye. Girî bi Xecê dikeve, Sîyabend jê dixwaze ku negirî, here werîsekî bîne da ku belkî bi xêra werîs ew xelas bibe lê Xecê nizane ku ew ê werîs ji ku bîne. Sîyabend êdî dizane ku ew ê bimire, destûrê dide Xecê da ku piştî mirina wî ew ji xwe re yekî din bike, bizewice. Wiha Sîyabend li jêr Xecê li jor wextek derbas dibe, hayê birayên Xecê ji qezayê çê dibe. Tên cem wan, ew jî dibînin ku xelasbûna Sîyabend tune. Sîyabend ji wan dixwaze ku Xecê ji vir bibin û bila Xecê dest bi jiyaneke nû bike. Xecê ji ser hişê xwe çûye, birayên wê, wê li hesp dikin vedigerin. Di rê de hişê Xecê tê serê wê, xwe bi xwe dibêje; “vaye birayên min, min dibin bifiroşin yekî din, an jî bidin axayek begekî, lê min soz daye Sîyabend, ez ji wî pê ve kesî nakim.” Ji birayên xwe re dibêje ku wê pêşkêşa (dîyarî) Sîyabend li wir ji bîr kirîye, ew ê here wê bîne û were, xwe bigihine wan. Vedigere ser sinêr, gazî Sîyabend dike û ew ji xwe ji zinêr diavêje. Li kêleka Sîyabend dikeve, çiqileke darê di pişta wê jî radibe û ji singê derdikeve. Hevdu hembêz dikin, dara bin wan dişikê, dikevin gola newalê. Li wê newalê her bihar du gul şîn dibin.
Teorîyên Folklorê
Teorîya Tekamûlê
Ji ber ku me tenê li ser du varyantan xebat kirîye em nikarin nirxandineke tekamûlî bikin
Teorîya Vesazkirina Dîrokê
Di herdu varyantan de jî tarîxeke tekûz tune lê di varyanta duyem de tê behskirin ku di navbera eşîrên kurdan û eşîrên ereban şerek berdewam dike, eşîrên ereban ji bo talan û şelandinê êrîş dikin lê eşîrên kurd hertim di rewşeke xweparastinê de ne. Herwiha derbarê çanda civaka kurdan jî agahîyên girîng di xwe de dihewînin.
Teroîya Mît – Rîtûel
Di varyanta yekem de Xoce Xizir ku tê xewna Sîyabend, rê nşîanî wî dîde û şîretan lê dike, em dikarin wî wek motîfeke mîtolojîk bihesibînin. Herwiha du herdu varyantan de jî nêçîra gakûvîyan heye. Di erdnîgarîya Mezopotamyayê nêçîra galkûvîyan wekî bêyemîyê tê dîtîn û ji xwe di destanê de jî Sîyabendê ku mêçîra gakuvî dike bi xwe dibe nêçîra gakûvî
Teorîya Dîrokî, Çandî (Erdnîgarî)
Ji ber ku varyantên Destana Sîyabend û Xecê zêdetir bi helbestkî ne meriv dikare bêje ku ev destan bi awayekî devkî hatîye belavbûn. Herçiqas ev destan bi nivîskî hatibin çapkirin jî çavkanîya wan dengbêj û civak e. Yanî bi xêra dengbêjan ev destan li erdnîgarîyeke fireh belav bûye. Di vê teorîyê de ji bu meriv xwe bigihîne metna hevpar (ur-form) divê meriv motîfên hevpar rêz bike. Li gorî van du varyantan motîfên hevpar ev in:
Cudahîyên di nav civakê de: Axa, serokeşîr, gundî, parsek, feqîr
Mekanên hevpar: Gundê Silivî, Çîyayê Sîpan,
Evîn: Sîyabend di dîtîna ewilî de dil dikeve Xecê, Xecê jî ji Sîyabend hez dike.
Dilsozî, sozdayîn: Herdu evîndar soz didin hev ku ew ê ji bilî hev tu kesan nekin.
Ajalê Alîkar: Hespê Hêşîn Boz, Hespê Şê
Pîra Alîkar: Pîrê alîkarî dide Sîyabend da ku Xecê birevîne.
Derasayî: Sîyabend di herdu varyantan de jî lehengekî zêde xurt û mêrxas e, di şer de qet bin nakeve.
Mirin: Herdu evîndar bi hev re dimirin.
Teorîyên Avahîsaz
Leheng:
Sîyabend: Di her du varyantan de jî sêwî ye. Feqîr e belenegaz e. Li hember neheqîyê bêdeng namîne. Ji bo jiyaneke xweştir ji gund derdikeve. Dikeve nav şeran, mêrxasîyan dike, bi nav û deng dibe, evîndar dibe, hezkirîya wî ji dest wî diçe, dikeve dû evîna xwe, evîndara xwe xelas dike lê miradê wî nabe. Tenêî di varyanta yekem de bi destbirakê xwe bawer nabe û bebextîyan lê dike. Ji bilî vê em dikarin bêjin ku di herdu varyantan de jî leheng wekhev in.
Xecê: Di herdu varyantan de jî ji gund tevî heft birayên xwe revîyaye, ji ber ku nexwestîye bi xwazgînîyên xwe re bizewice. Di dîtîna ewiilî de dil dikeve Sîyabend, heta mirîne jî bi dilsozî bi Sîyabend ve girêdayî ye. Ango em dikarin bêjin di herdu varyantan de jî leheng wekhev in.
Armanc û Sedemên Tevgeran
Di herdu varyante de jî armanca Sîyabend jiyaneke baştir û xweştir e, dixwaze ji zilmê û feqîrîyê xelas bibe. Ji bo vê armanca li hember neheqîyan disekine û carinan şer jî dike. Di varyanta yekem de sedemên van tevgeran bêtir şexsî be jî di varyanta duyem wexta êdî eşîrên ereban dikevin nav meseleyê, Sîyabend li ser navê kurdbûnê tevdigere.
Honaka Metnê û Honaka Bûyeran
Di varyanta yekem ya Ahmet Aras de hem vegêrîya pexşan hem jî ya helbestkî heye. Vegêrana metnê kesê sêyem ango îlahî ye. Em bûyeran ji devê kesê sêyem hîn dibin. Di beşên helbestkî de hunerên edebî hatine bikaranin.
Varyanta duyem ya Sîyabendê Semend bi temamî helbestkî ye. Ev versîyon jî bi vegêrana kesê sêyem ango îlahî tê vegêrîn. Li vir jî dîsa hunerên edebî hatine bikaranîn û retorîka helbestê xurt e.
Varyanta Yekem (Ahmet Aras) |
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend) |
Siyabend ji ber nexweşîyê bê dêûbav maye. Ji alîyê ap û amojîna xwe hatîye xwedîkirin. |
Tam ne dîyar e bê bi qastî li wir hiştine an ji bîr kirine lê Pîra parsek li şûna konên koçeran pitikekî dibîne û ji xwe re dibe. Ew pitik Sîyabend e. Pîra parsek Sîyabend Xwedî dike. |
Ap û amojîna Sîyabend ji wî hez nakin, zilmê lê dikin. Dî nav feqîrî û belengazîyê de mezin dibe. |
Pîra parsek ji Sîyabend hez dike û bi terbîyeke baş ew xwedî dike. Feqîr û belengaz in. Pîrê terbîyteke baş dide wî. Lî hember neheqîyan disekine. Ji ber vê, pir caran wî şîkayet dikin. |
Ji ber zilma ap û amojina xwe ji gund direve. |
Ji bo ku here bixebite û pereyan qezenc bike ji gund derdikeve diçe cem Ehmed Axa. |
Di xew de Xoce Xizir xwe nîşanî wî dike, qedera wî xêz dike û şîretan lê dike. Wexta şîyar dibe dibîne ku hesp, şûr, rim û zîn li kêleka wî ne. Xwe girêdide û dibê merxasekî hêja. |
Sîyabend di zaroktîya xwe de jî yekî mêrxas e. Li cem Ehmed Axa, bi eşîrên ereban re şer dike, mêrxasîya xwe dipeyîtîne, bi nav û deng dibe. Ehmed Axa Hespê Şê û rim dide wî. |
Destebirakê Sîyabend Qedê heye. |
Sîyabend tenê ye. |
Sîyabend ji xwe re dijminekî xeyalî afirandiye, dibêje ez ê tola xwe ji felekê hilînim. Axa, bazirgan û dewlemend jî wekî şirîkê felekê hatine nîşan kirin. |
Dijmine Sîyabend tune, derdê wî tenê ew e ku li hemberî neheqîyê rabe, bi şan û şeref bijî. |
Sîyabend di dîtina ewilî de dil dikeve Xecê. |

Xecê û heft birayên wê ji ber ku xwazgînîyê Xecê ne bi dilê wê bûne, ji gund derketine. |

Birayên Xecê, ji berê ve nav û dengê Sîyabend bihîstine, lewma razî bûn ku Xecê bidin Sîyabend. |
Sîyabend ji bo ku xwe bi birayên Xecê bi de qebûlkirin, bi wan re li hember dijminên wan şer dike. |
Sîyabend ji bo kar û barên dawetê diçe bajêr lê bi destbirakê xwe bawer nabe û bêbêxtîyan lê dike. Ev ji dibe sebeba ku Xecê ji alîyê Hesen Axayê Şikakî ve bê revandin. |
Li tu kesî bêbextî nekirîye. Wexta vedigere êla Ehmed Axa ku hazirîya dawetê bike birayên Xecê bebextîyan li wî dikin û Xecê didin kurê mîrê ereban. |
Bi alîkarîya pîrê plana revandinê Xecê amade dike. |

Ne bi dizî, şer dike, siwarên axa dikuje û Xecê direvîne. |
Diakre bi dizî Xecê birevîne lê qebûl nake, ji bo nav şerefa xwe dixwaze her kes pê zanibe ku Sîyabend hat Xecê ji dawetê revand. |
Axa û siwarên axa dikevin pey wan, li quntarê Sîpan şer dikin, Sîyabend bi ser dikeve. |
Kurê mîrê ereban û siwarên wî dikevin pey wan, li quntarê Sîpan şer dikin, sîyabend bi ser dikeve. |
Xecê, rewşa gakûvîyan dişibîne rewşa xwe û Sîyabend. |

Sîyabend diçe nêçîra gakuvî lê nêçîrvan dibe nêçîr. Gakuûvî bi qiloçê xwe li Sîyand dixe, Sîyabend ji zinêr dikeve sar darekê, çiqilê darê di pişta wî radibe, ji singa wî derdikeve. |

Xecê dibîne ku xelasa Sîyabend tune, ew ji xwe ji zinêr diavêje, li kêlaka wî dikeve, bi hev re dimirin, gundî wan vedişere, her biharê li ser mezelê wan du gul vedibin lê gakûvîyek tê wan gulan dixwe. |
Xecê dibîne ku xelasa Sîyabend tune, ew ji xwe ji zinêr diavêje, li kêlaka wî dikeve, dara bin wan dişikê, dikevin newalê, her bihar li newalê du gul şîn dibin. |
Kesayet (Leheng)
Varyanta Yekem (Ahmet Aras) |
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend) |
Ap û amojina Sîyabend: Herdu jî ji Syabend re ne qenc in, zilmê lê dikin. |
Pîra Parsek: Mêrê wê hatîye kuştin, kur û qîzên wê jî ji belengazîyê mirine, bêkes maye. Sîyabend xwedî dike. |
Siyabendê Silivî: Lehengê sereke ye, sêwî ye. Ap û amojina wî lê nihêrîne. Di nav feqîrî û belengazîyê de mezin dibe. Piştî xewna xwe dibe mêrxasekî hêja. |
Sîyabendê Silîvîyê: Lehengê sereke ye, pîrê navê wî lê kirîye. Di zaroktîya xwe de zarokekî şûm e, di xortanîya xwe de mêrxas e, şerzan e. Her tim li hemberî neheqîyê sekinîye. |
Qedê (Qedegêtranê Salê): Destebirakê Sîyabend e. Ew jî bi qasî Sîyabend mêrxas e. Şikakî ye. |
Xecê (Xecazerîn): Bawê wê di şere Osmanî û Ereban de mirîye, xwişka heft birayan e. |
Qelb Hesen: Axayê gundê Qedê ye. Zilimkar e. |
Ehmedê Axa: Nêzikî hudûdê ereban dijî, merivekî dewlemend e. |
Erebê parsek î lêvdeqandî: Parsek û sixûrê Hesen Axayê Şikakî |
Şivan: Şivanê Ehmed Axa ye. |
Rûstem Palîwan: Xwedîyê karwanê, Sîyabend û Qedê karwana wî dişelînin. |
Mîrê Ereban: Xecê ji kurê xwe re xwestîye lê ji ber ku nedane wî, ew jî bi ser mala Xecê de hatîye. |
Heft Birayên Xecê: Birayê mezin: Leter, û yên din: Meter, Cafer, Qelender, Mistefa û Emer. |
Kurê Mîrê Ereban: Xecê direvîne. |
Hesen Axa: Hesen Axayê Şikakî ye, berê Xecê xwestîye lê birayên wê ew nedane wî. Xecê direvîne. Pismamê Xecê ye. |
Heft Birayên Xecê: Birayê biçûk: Qereman, Birayê Ortê: Tihar |
Pîra Alîkar: Gustîlka Sîyabend ji Xecê re dibe, alîkarîya wan dike ku Sîyabend Xecê birevîne. |
Pîra Alîkar: Gustîlka Sîyabend ji Xecê re dibe, alîkarîya wan dike ku Sîyabend Xecê birevîne. |
Mekan
Varyanta Yekem (Ahmet Aras) |
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend) |
Gundê Silîvî, Welatê Serhedê, Gelyê Bidlîsê, Xana Leterê, Çîyayê Sîpan, Mêrga Gulistanê, Textê Hesengolê, Elcewaz |
Gundê Silîvî, çiya, zozan, Rêyên Sîpanê, Çîyayê Sîpan, Germîstan, hidûdê eraban, Kanîya Nezirwanê, Erebîstan |
Zeman
Varyanta Yekem (Ahmet Aras) |
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend) |
Zivistanê Sîyabend li çiyayan dimîne. Biharên Çîyayê Sîpan, Havînên Berrîya Şîkakî. Şev û roj. |
Biharê derdikevin çiyayan, zozanan. Şev û roj. |
Motîf
Varyanta Yekem (Ahmet Aras) |
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend) |
|
Civak |
Axa, Gundî, Şivan, Destebirakî |
Gundî, Şivan, Gavan, Zulumkar, Axa, |
Ajal |
Hespê Hêşîn Boz (Hêşînbozê Surê) (alîkar), Pezkûvî (bereket an jî bêyomî), |
Hespê Şê (alîkar), Gakûvî (bereket an jî bêyomî), Ejdehare (îhtîşam, xurtbûn) |
Amûrên Şer |
Şûr (Lahorê Qetlê), rim, mertal, qatek çek bi qaşa zîn. |
Rim, zîn. |
Tayinkirina Pêşerojê |
Xewn (Xoce Xizir tê xewna wî, rê nîşanî wî dide) |
-Sîyabend soz dide ku ew her tim li hember neheqîyan derkeve û mêrxasîyan bike. -Hê Xecê pitik bûye mîrê ereban û bawê Xecê kur û qiza xwe destnîşan dikin ku dema ew mezin bûn ew ê bizewicin. -Sîyabend soz dide Xecê ku çi bê serê wî jî dawîyê ew ê were xwe bigihîne Xecê. Xecê jî soz dide Sîyabend ku ew ê li benda wî be. |
Evîn |
-Di dîtîna ewil de Sîyabend aşiqî Xecê dibe. -Gustîlk (dilsozî). |

Îmtîhan |
-Xecê xencerek û fînacanek jehr di destan de ye, dibêje ku kesek nêzîkî wê bibe ew ê xwe bikuje. |
-Diçe alîkarîya heft birayên Xecê, heger ji şer sax derkeve ew ê vegere cem Xecê. -Xecê dibêje ez ê çil şev çil rojan kêr û jahrê li cem xwe bigerinîm, nahêlim kesek nêzîkî min bibe. |
Dêmarî |
Amojîna Sîyabend zilmê lê dike. |
|
Mirin |
Di dawîyê de herdu evîndar dimirin. |
Di dawîyê de herdu evîndar dimirin. |
Derasayî |
Sîyabend û Destbirakê wî Qedê derasayî ne, di şer de têknaçin. |
Sîyabend derasayî tê nîşandan, di şer de têknaçe. |
Hejmarên Formel
Varyanta Yekem (Ahmet Aras) |
Varyanta Duyem (Sîyabendê Semend) |
|
Sisê |
|
Sê denga gazîkirin. |
Çar |
Çar alîyê Xana Leterê |
|
Şeş |
|
Şeş gakûvî |
Heft |
Heft birayên Xecê |
Heft birayên Xecê, heft sal nexweşî, |
Duwanzde |
-Duwanzde pismamên Xecê -Duwanzde canega (pezkûvî) |
|
Şêst û şeş |
|
Şêst û şeş zimanî, |
Sî û Sê |
Sî û sê sal |
|
Çil |
|
-Çil şev û çil roj -Gulîya çil qîzî |
Çil û çar |
Çil û çar keleş(eşkîya) |