Bikaranîna çekên kîmyewî bi awayekî navneteweyî hatîye qedexekirin û ev wekî sûcekî li hember mirovayetîyê tê qebûlkirin. Ligel vê, HPGyê bi hin dîmenên dilsoj diyar kir 17 şervanên wan bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Miletê kurd ku gelek caran tûşî êrîşên çekên kîmyewî bûne û bîranînên wan ên xedar hê zindî ne, li hemberî vê angaştê hema bêje bêdeng man. Bilî çend tv û rojnameyan kesî behsa vê meseleyê nekir. Nemaze ew ên ku li medyaya civakî, navên xwe bi ûnvanên rojnamegerîyê xemilandine, tu dibê qey ne li vê dinê dijîn. dema min dest bi vê nivîsî kir, min got ez ê navê wan jî binivîsim lê bila bimîne, ku rojekê rastî vê nivîsê hatin ew ê bixwe bizanin bê ez behsa wan dikim.