Homepage Forum ZIMAN Ferheng Çêkirina Rengdêran bi paşgira “-al/-ial”ê ya Zimanê Îngîlîzî

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24515
    xudreste
    Keymaster

    Di zimanê îngîlîzî de bi alikariya {-al} û {-ial}ê mirov dikare ji peyvan (piranî ji navdêran) rengedêran çêke û peyva nû bi fonksiyona têkildariyê/pêwendiyê radibe. Peyv+{-ial}= Têkildarî Peyvê

    Bo nimûne:

    • Nature > Natural
    • Magic > Magical
    • Commerce > Commercial
    • Finance > Financial

    Di zimanê tirkî de ev beramberî paşgira {-sel}ê tê, peyvên biyanî (piranî ‘erebî) ku ketine zimanê tirkî paşgira “-i”yê werdigirin: mali (finansal)

    • Reklam > Reklamsal
    • Finans > Finansal
    • Doğa > Doğasal > Doğal
    • Sihir > Sihirsel

    Îcarê di kurmancî de em dizanin ku morfema “-î”yê bi peywirê radibe. Lê gelo morfemeke din heye ku di kurmancî de bi vê fonksiyonê radibe? Ez ê li jer çend mînakên kurmancî bidim û her ku bê bîra min ez ê li wan zêde bikim, hûn jî kerem kin:

    • aborî > aborîyî
    • sirûşt > sirûştî
    • zimannasî > zimannasiyî
    • çand > çandî

     

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor