Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: ZIMANZimannasîÇima ku?
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Çima ku?

Bêjeya "ku"yê bûye pirsiyareke mezin di nav me de. Îja van demên dawî bi serkêşîya Nûdem Hezex artêşeke dij "ku"yê peyda bûye û li twitterê êrişan dibin ser nivîsên bi "ku"yan.

Çi ye yabo! Di klasîkên kurdî de "ku" tune ne çima em îro "ku"yan li deqên xwe direşînin?

Dibêm qey yek îdîaya wan heye ew jî ev e.

Lê gelek caran lê rast hatime ku bersiv dane wan û hem ji klasîkan hem ji kilaman hem jî ji berhevokên folklorîk mînak dane KU "ku" di kurmancî de heye û bi wateyên cuda tê bikaranîn.

Ez ji Mêrdînê me, li Qoserê mezin bûme, "ku" li van deran her hebû.

Ez ê wateyên "ku"yê yên tên bîra min li jêr binivîsim:

1. Heger, ger:

Mînak: Ku tu bihata em ê bi hev re biçûna.

2. Gihanek: carinan du firazan carinan jî du hevokan bi hev ve girêdide.

Mînak: Ez çûm sûkê ku hin fêkî bikirim.

3.Cînav, veqetandek, belkî tiştekî din: Di vê xalê de ez nikarim navekî teqez lê bikim, hem wekî cînavê tev digere, hem wekî veqetandekeke serbixwe ye hem jî wekî cînava vegerok e. Tiştekê teqez heye ku ev "ku" li navê berî xwe vedigere. 

Mînak: Çemê ku ez tê re derbas bûm. Leylaya ku digot ez nayêm.

Bikaranînên ku tên bîra min ev in, herwiha li ser "ku"yê vîdyoyeke SZKyê jî heye ez ê li jêr lînka wê daynim.

Gelo li cem we "ku" bi çi wateyê tê bikaranîn?

 

Mikail Bülbül dibêje: "6 rolên sentaktîk yên gihaneka "KU"yê. Gihaneka "KU"yê di gelek devokan da, di formên wekî "-g, gi, go, ko, kû"yê da tê bikaranîn. Di axaftinê da gelek caran dikeve lê di zimanê nivîskî da mirov bi kar bîne baştir e. Lewra gelek caran sînorên hevokên cuda ji hev zelal dike."

 

Ecêb çêdibê wextê ko henek însan ji "kû" (li kû derê) re jî "ku" dinivîsênin. Lê wekî dî serê min pê naêşê bere her kes li gora dilê xwe binivîsênê.

Li herema min em ji "ku" re "go" dibêjin lê ji ber ko xuya dikê ev şikil piçekî kêm peyde dibe ez jî "ko" dinivîsênim. Jixwe di Hawarê de jî "ko" hatiye nivîsandin.

Ji bonî 1. em dibêjin "go" û "heke"

Ji bonî 2. em dibêjin "deqena" û "ji bonî go"

Ji bonî 3. em dibêjin "go"

Heya min ji yekî dî jî heye, 4. hinek kes halo dibêjin: "ez zanim ku ev der cihekî baş e". Li vê derê em "bê" dibêjin. "Ez zanim bê ev der cihekî baş e".

Li gelek herêmên kurdistanê gelek deng bi hev hatine guhertin. Ev ne xeletiyek e, ev taybetiyeke zimanana e. Mesele ev e ku tu wî di nav risteyê de bi kîjan pêwendiyê ve bikar tînî.

Rast e, "bê" jî pirîcaran li şûna "ku"yê tê bikaranîn û li cem me jî heye (Mêrdîn). Lê miheqeq ferqeke biçûk a semantîk heye, divê zimannas li ser bixebitin 🙂