Homepage Forum ZIMAN Zimannasî Cînavên Xweyîtiyê – Possessive Pronouns

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24546
    xudreste
    Keymaster

    Cînavên xweyîtiyê an jî xwedîtiyê ew cînav in ku rewşa xwedîbûnê nîşan didin. Nîşan dide ku tiştek an jî kesek aîdî tiştek an jî kesekî/ê din e. Di zimanê îngilîzî de ji wan re dibêjin “possessive pronouns”, di tirkî de jî dibêjin “iyelik zamirleri.

    Cînavên xweyîtiyê yên îngilîzî ev in:

    • mine
    • ours
    • yours
    • his
    • hers
    • theirs
    • one’s

    Cînavên xweyîtiyê yên tirkî ev in:

    • benimki
    • seninki
    • onunki
    • bizimki
    • sizinki
    • onlarınki

    Di kurmancî de cînavên xweyîtiyê ev in:

    • a/ê/ên min
    • a/ê/ên te
    • a/ê/ên wê
    • a/ê/ên wî
    • a/ê/ên me
    • a/ê/ên we
    • a/ê/ên wan

    Mînak:

    Ev pirtûka min e, a te kanî?

    Mirîşkên cîrana me wenda bûne, en mê li hewşê ne.

    Serê wî şikestiye, ê wê neşikestiye.

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor