Homepage Forum EDEBIYAT Edebîyata Klasîk Diyarbekir û Edebiyata Kurdî

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24482
    xudreste
    Keymaster

    Silav, ji bo dersa Edebiyata Kurdî ya Klasîk ya lîsansa bilind min li ser “Şa’ir û Nivîskarên Klasîk ên Hêrema Diyarbekirê” semînerek amade kiribû. ez dixwazim beşa “Diyarbekirê” li vir bi we re parve bikim.

    Diyarbekir

    Ji xebatên arkeolojîk ên Qota Berçem (Çayönü) diyar dibe ku cihûwarbûna li Diyarbekirê digihije heta çerxa Neolotîk.

    Dîroka Akadiyan diçe heta sala B.Z. 3000î, piştî Akadiyan Gutiyan li vê herêmê hukim kirine. Wextê em tên sala B.Z. 2000î êdî Hurî-Mîtanî li vê herêmê hene. Piştî sala B.Z. 1000î qebîleyên aramî ku esilsamî ne li vir nîştecih bûne. Heta em bigihên sedsala IVê B.Z. Asurî, Urartî, Medî û Persiyan bi rêzê li vir hukim kirine. Piştî sedsala IVê B.Z. demekê Îskenderê Mezin li vir hukim kiribe jî Romayî heta sedsala VIIê P.Z. li herêmê mane û ev der kirine navendeke eskerî ji bo êrîşên li ser Persiyan. Di sedsala VIIê de herêm ji aliyê artêşên îslamî ve tê fethkirin.

    Beriya Îslamiyetê qebîleyeke ‘ereb bi navê Bekr b. Vail li vê herêmê nîştecih bûye û ev herêm bi “Diyar-i Bekr” hatiye binavkirin. Piştî ku Îslamiyet hatiye, ji vê qebîleyê şaxên nû peyda bûne; di sedsala VIIIê de Şeybanî, di sedsala IX û Xê de Hemdanî û Buveyhî û piştî wan jî Merwanî li vê herêmê bicî bûne (kurdên Humeydî)[1].

    Merwaniyan li Diyar-i Bekrê, Meyafarqîn ji xwe re kirine navend û li Amîd, Erzen, Exlat, Mêrdîn, Hisn Kêf, Dunaysir, Maden, Hetax (Atak), Erxenî û Cizîrê nêzî sedsalî hukim kirine.

    Di destpêka hukmê Merwaniyan de hin genegeşî hebin jî piştî ku Nasir Ehmed tê ser text herêm dibe navenda aramiyê. Lewma dibe bajarekî bazirganiyê û ji derveyî herêmê jî mirov lê dihêwirin. ‘Alim, zana û şa’ir jî xwe dispêrin vê aramiyê û bajar dibe navenda edebiyatê jî.

    Di nîviyê duyem yê sedsala XIyê de Selçukluyên Mezin êrîşê dibin ser herêma Diyar-i Bekrê û Meyafarqînê talan dikin. Di sala 1085ê de Melîkşahê Selçukî dawî li hukmê Merwaniyan tîne û di sala 1096ê de herêm bi temam dikeve bin hukmê Selçukiyan.

    Di sala 1121ê de herêm dikeve bin hukmê Artukiyan ku navenda wan Mêrdîn bû. Di sala 1185ê de Eyûbî li vê herêmê hukim dikin. Di sala 1240î de êrîşên Moxoliyan destpê dikin lê Moxol têk diçin. Di vê navberê de êrîşên Selçukiyên Anadoluyê (tevî Eyûbiyên Surî) jî berdewam dikin. Di sala 1242yê de Eyûbiyên Meyfarqînê û Eyûbiyên Helebê li Mecdelê şer dikin, Eyûbiyên Helebê bi ser dikevin. Ji ber êrîşên Moxolan, Şehabedîn Gazîyê melîkê Eyûbiyên Meyfarqînê vedigere herêma Meyafarqînê. Moxolan hem Meyafarqîn hem jî Amîd dorpêç kirine lê wekîlê Şehabedîn Gazî gelek mal dide moxolan û dike ku moxol herêmê biterikînin. Lê piştî demekê Meyafarqîn dikeve bin hukmê Selçukiyên Anadoluyê. Di sala 1257ê de Diyar-i Bekr dîsa dikeve bin hukmê Eyûbiyan lê êrîşên moxoliyan/tataran dîsa destpê dikin. Piştî dorpêçkirineke dûvdirêj Meyafarqîn dikeve destê moxolan.

    Moxolan herêma Diyar-i Bekrê teslîmî Selçukiyên Anadoluyê kiriye. Di sala 1302yê de jî dikeve bin hukmê Artukiyên Mêrdînê. Herêm heta sala 1394ê de bin hukmê Artukiyan de maye. Tîmûr êrîşî herêmê dike, tala dike û di sala 1404ê de teslîmî Akkoyuniyan dike. Di sala 1508ê de Safewî tên ser hukmê. Di sala 1515yê de osmanî Diyarbekirê dorpêç dikin û ji safewiyan distînin.

    Çawa ku wextê di destê Safewiyan de bû ev herêm wekî qereqoleke li dijî osmaniyan dihat bikaranîn, piştî ku kete destê osmaniyan îcarê li dijî safewiyan bû qereqoleke eskerî. Digel wê, gelek rêyên giring di Diyarbekirê re derbas dibin, Deryaya Navîn (Behra Sipî) bi Kendava Farsê (Besra) girêdide, Deryaya Reş bi Mezopotamyayê girêdide û herêma Bilîs û Gola Wanê bi Azerbaycan û Îranê re girêdide.

    Di dewra osmaniyan de bûye navenda leşkerî ji bo gelek seferan û gelek siltan û paşayên osmaniyan hatine li Diyarbekirê mane. Digel wê, şaxa Gulşeniyê ya terîqeta Xelwetiyê bi teşwîqa Dewleta Osmanî, Diyarbekir ji xwe re kiriye hêlîn. Di vêd ewrê de li Diyarbekir gelek navendên leşkerî û çandî hatine damezirandin lê tevahî di bin kontrola dewletê de mane.

    Mîrektiyên Kurdan

    Destpêka mîrektiyên kurdan diçe destpêka duyem a sedsala XIIIyê. Pitşî têkçûna Eyûbiyan herêm dikeve bin hukmê Îlhaniyan (moxolan) lêbelê bi şertê ku bacê bidin, Îlhaniyan destûr daye eşîrên herêmê ku xwe birêve bibin. Di van şert û mercan de mirêktiyên Erdelan, Bilîs, Şenbû, Behdînan, Melikan û Azîzan tên damezirandin. Di xurtbûna van mîrektiyan de rola hin serleşker û dîplomatên dewra Eyûbiyan heye ku piştî têkçûnê ew ji Şam û Misirê vegerîyane Kurdistanê.

    Mîrektiyên kurdan piştî têkçûna Îlhaniyan gelekî xurt bûne û serxwebûn îlan kirine. Digel mîrektiyên li navborî gelek mîrtiyên din ên kurdan hatibûn damezirandin; Çemîşgezek, Mirdasî, Hazzo, Hîzan, Kîlîs, Şîrwan, Kurnî, Îrûn, Zîrkî, Sûweydî, Silêmanî, Soran, Terveger, Biradost, Mahmûdî, Dunbulî (Aykaç, 2020: 102). Lê di dewra Akkoyunî û Safewiyan de mîrêktiyên kurdan qels dibin û bi şerê Çaldiranê (1514) dibin du perçe, hin ji wan li aliyê Osmaniyan, hin ji wan li aliyê Safewiyan dimînin.

    Mîrektiyên girêdayî Osmaniyan nîv-serbixwe bûn. Ji ber ku di navbera sînorên osmanî û safewiyan de mane beşdarî gelek şeran bûne û pirî caran Safewiyan êrîş birine ser van mîrektiyan.

    Bi sedsala XVIIyê ve ku dewleta Osmaniyan qels dibe, rêvebirên osmanî bi hincetên cûda hukmê mîrên kurdan betal kirine û mîrtî xistine bin kontrola dewletê. Bi Şoreşa Fransî (1799) fikrên neteweperweriyê li dinyayê belav dibe û miletên girêdayî Osmaniyan jî bi van fikrên xwe tev didin û serî hildidin. Lewma dewleta Osmanî jî bi armanca nevendîbûnê hin reforman pêk tînin û vîlayetan kêm dikin û rêveber/walî ji navendê tên tayînkirin. Mîrektiyên kurdan ji vê rewşê ne razî ne û gelek ji wan serî hildidin. Di encamê de Dewleta Osmanî mîrektiyan ji holê radike û van herêman bi eyaleta Diyarbekirê girêdide û Wîlayeta Kurdistanê ava dike.

    Mîrektiya Zîrkan

    Li Licê, Hezro û Hawêl (Baykan) hukim kiriye. Berî şerê Çaldiranê girêdayî Safewiyan bûne piştre ketine bin hukmê Osmaniyan. Mîr Yaqûbê Zirkî mîrê şaxa Derzînê ye. helbestên kurdî jî nivîsîne (Şerefname).

    Patronaj û Edebiyat

    Ji bajarên antîk heta bajarên pîşesaziyê; bazar weku bingeha aborî û civakî, seray weku navenda rêvebiriya hukumdaran, sûr weku hêza bergirî ya desthilatdariyê û perestgeh jî weku navenda dîn û zilamên dînî çar hêmayên girîng ên bajarvaniyê pêk anînê û di peydabûna edebiyata bajarî de jî bûnê unsûrên sereke (Ergün, 2012: 172).

    Ji naverok û cureyên berhemên edebî em pê derdixin ku nimûneyên ewil li derdor serayên hukimdaran û perestgehên dînî peyda bûne. Çîrokên dînî, pesnê hukimdaran, jiyana serayê mijarên berbelav in. Qesîde ji bo îmaja hukimdaran pêwîst û gelekî giring bûn.

    Têkiliya bajar û edebiyatê ne yekalî ye. Bajar ku temsiliyeta desthilatdariyê dike; helbest (qesîde) çawa ku îmajeke erênî dide desthilatdar û wî bihêzti dike, deshilatdar jî (patron) dike ku hilberîna helbestê berdewam bibe.

    Xalidîtî

    Neqşebendîtiya Xalidî ji aliyê Mewlana Xalidê Şarezorî (w. 1826) ve li Silêmaniyê hatiye damezirandin. Piştî hilweşîna mîrektiyên kurdan û hewldanên navendîbûna Dewleta Osmanî, medreseyên girêdayî mîrektiyan hatin girtin. Wê çaxê, xelîfeyên Şarezorî li Kurdistanê belav dibin û tekya û medreseyan ava dikin. Medreseyên Neqşebendiyê dikevin şûna medreseyên mîrektiyan. Sê şaxên xurt û giring ên Xalidîtiyê hene; Şaxa Nehrî, Şaxa Basretê û Şaxa Beyara. Ji wan sê şaxan Şaxa Nehrî û Şaxa Basretê xwe gihandine Diyarbekirê jî. Gelek xelîfeyên Xalidîtiyê li Diyarbekirê bicih bûne û dersdarî kirine, feqî û xelîfe gihandine û îcazet dane. Ji nav wan feqî û xelîfeyan gelek şa’ir û nivîskar jî derketine.

    Encam

    Nimûneyên berhemên edebiyata kurdî ya klasîk ji dewra osmanî destpê dikin. Hemîdî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Sebûrî şa’irên ewil in ku berhemên wan li ber dest in. Em sedsala van şa’iran wekî lûtkeya edebiyata kurdî ya klasîk qebûl dikin lê nediyar e bê ka edebiyata kurdî xwe çawa gihande vê lûtkeyê. Yanî, dibe ku berî vê lûtkeyê qonaxeke berze ya edebîyata kurdî hebe.

    Îcarê dema em bala xwe bidine şa’irên klasîk ên kurdînûs ji destpêkê heta îroroj, em dibînin ku li gorî hejmara şairên kurd ên ‘erebînûs, farsînûs û tirkînûs hejmara kurdînûsan gelekî kêm e. Ev rêje li herêma Diyarbekirê jî eynî ye. Bo nimûne; di pirtûka Şefîk Korkusuz de (Osmanlı Dönemi Diyarbekir Şairleri) bi tevahî 242 şa’irên Diyarbekrî hene lê ji wan hew 10 şa’iran bi kurdî berhem dane.

    Diyarbekir (Amîd) bi erdnîgariya xwe hertim bûye derbasgeha artêşan.

    Ew rewş di dewra osmaniyan de jî wiha ye. Wîlayeta Diyarbekirê ji bo artêşa osmanî hem bûye qereqoleke sersînor hem jî bûye rewestgeh ji bo seferên artêşê.

    Lewma Dewleta Osmanî li Diyarbekirê bi asteke payebilind dihate temsîlkirin. Ji sala 1515yê heta sala 1919yê 273 paşayên osmanî li Diyarbekirê hukim kirine.

    Hebûna paşayan û temsîliyeta hukumetê bivênevê bandora xwe li civaka herêmê jî kiriye. Civat û cema’et li gorî dilê paşayan (hukimetê) hatine kodkirin. Lewma kesên ku dixwestin di civata rewşenbiriyê de ji xwe re cihekî zeft bikin diviya li gorî derdora seray û qonaxa hukumetê tevbigeriyana.

    Mektebên eskerî û sin’etî di bin kontrola dewletê de bûn û zimanê mektebean tirkî bû.

    Terîqeta Gulşeniyê bi destê dewletê li Diyarbekirê hatiye bicihkirin. Helbestkar û nivîskarên girêdayî vê terîqetê bi tirkî berhem dane.

    Bi belavbûna Neqşebendiyê li cihên dûrî navenda Diyarbekirê li medreseyan,  xwendin û nivîsîna kurdî xurt bûye lê di demeke nêzîk de bi îlana Cumhuriyetê zext û zor li ser karûbarên dînî-‘ilmî zêde bûne, medrese hatine girtin û kurdî hatiye qedexekirin.

     

    Aşkar, M. (1999). “Bir Türk Tarikatı Olarak:. Halvetiyye’nin Tarihî Gelişimi ve Halvetiyye Silsilesinin Tahlili”. Ankara Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi 39, 535-564

    Aykaç, Y. (2020). Kürt Mirliklerlerinde Edebi Patronaj (1514-1846). (Yayın No: 659315). [Doktora Tezi, Dicle Üniversitesi]. https://tez.yok.gov.tr/

    Ergün, Z. (2012). Di Peydabûna Edebiyata Kurdî ya li Cizîra Botan de Karîgeriya Bajarvaniyê. (Hejmara Weşandinê: 383851). [Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê]. https://tez.yok.gov.tr/

    Kurtoğlu, O. (2018). TÜRK KÜLTÜRÜNÜN MÜNBİT BİR ŞEHRİ OLAN DİYARBAKIR’DAKİ EDEBÎ ÇEVRELER VE HAMİLİK . Selçuk Üniversitesi Türkiyat Araştırmaları Dergisi , (43) , 135-144 .

     

    [1] A. Sevim, “Tarihi Meyyafarikin ve Amid’in Mervanlılar Bölümü”, IV. Türk Tarih Kongresi, Ankara, 1967, 173.

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor