Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

‘Ebdulreqîb Yûsif

Dîroknas, arşîvger û berevanê çanda şaristanî ‘Ebdulreqîb Yûsif di sala 1943yan de li gundê Zivinga Hecî ‘Elîyan, li Cizîra Botan ji dayik bûye. Malbata wî ji êla Masekan e. Bavê wî Mela Yûsifê Hecî Hesen kesayetekî rewşenbîr û edebîyathez bûye û hay ji rûdanên cîhanî jî hebûye. Bavê wî, li ber Seydayê Cegerxwîn feqîtî kirîye. Dêya wî Henîfa Xanim jî ji malbata Findikîyan e ku ev binemal jî bi ‘alim û rewşenbîrên xwe ve tê nasîn. ‘Ebdulreqîb Yûsif li ber destê bav û dêya xwe mezin dibe û hê di zaroktîya xwe de edîb û helbestvanên kurd dinase û berhemên wan dîxwîne. Li Medreseya Şikakan a Botan perwerdehîya dînî stendîye û herwiha li her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî perwerdehîya xwe li medreseyan domandîye. Di sala 1960î de li bajarê Musilê dibe mamosteyê dibistana seretayî. Di sala 1968an de li Silêmanî bi Pexşana keça Tewfîqê Mela Sedîqê Ranayî re zewicîye. Sê keç û kurekî wî hene. Ji karê xwe yê fermî teqawid bûye û li bajarê Silêmanî nîştecih e.

            ‘Ebdulreqîb Yûsif di sala 1960î de bi handana seyda û mamosteyê xwe Seîd el-Diwêcî berê xwe dide tarîxa kurd û Kurdistanê û dest bi dîroknûsîyê dike. Seîd el-Diwêcî derîyê pirtûkxaneya Mekteb Methef el-Mûsil ji wî re heta dawî vedike. Pirtûkxane mişt destxet û berhem in ku heta wê rojê kes li ser wan hûr nebûye. ‘Ebdulreqîb Yûsîf bi perwerdehî û serhevîya xwe ji bo vî karî têrdar e û roj bi roj bi awayekî baştir û firehtir li ser van berhemên edebî xebatên xwe didomîne. Lê hayê wî jê heye ku dîrok ne tenê edebîyat e, dîrok ligel zanistên civakî ye û herwiha têkilî zanistên wekî cografya, şûnwarnasî, folklor, etnografî, ziman, epîgrafî, paleografîyê ye jî. Lewma li seranserê Kurdistanê gerîyaye û her eserek, berhemeke dîrokî ku dîtîye, li ser lêkolîn kirîye û çi bi nivîsê çi bi wêne çi bi vîdyoyê be daneyên wê berheme qeyd kirîye. Cihê destê wî negihiştiye, ji hogir û hevalên xwe xwestîye ku vî karî bi cî bînin. Yanî ew ne tenê dîroknûs e lê arşîvgerekî zîrek e jî. Berî ku em behsa xebat û berhemên wî bikin divê em nîşan bidin ku ‘Ebdulreqîb Yûsif ‘emirê xwe li ser dîroka kurd û Kurdistanê terxan kirîye û ji niha ve bi van xebat û xizmetên xwe, navê xwe li nav nemirên Kurdistanê zêde kirîye.

             ‘Ebdulreqîb Yûsif ku ev zêdeyî 60 salî ye xebatên xwe didomîne, di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku wî hemû lêkolîn û xebatên xwe li gorî pîvanên zanistî kirîye. Herwiha dîyar dike ku çi xebat kiribe bi eşq kirîye û kêlîyekê jî ji van karan aciz nebûye. Îcarê meriv pê derdixe ku ew ê kesayetekî wiha çiqas berhemdar be. Helbet hemû xebat û berhemên wî hêjayî behsê ne lê di vê nivîsê de em ê behsa hin lêkolîn, xebat û berhemên wî bikin ku girîngîyeke wan a cuda heye di dîroka Kurdistan û cihanê de.

            Heta niha 22 berhem ji alîyê wî ve hatine weşandin û ji 30î zêdetîr pirtûk jî nîvco ne, ango hê temam nebûne ku bên çapkirin. Dîwana Kurmancî yek ji pirtûkên wî yên çapkirî ye ku dî sala 1971ê de hatîye weşandin. Keşkoleke destxet ya ku ‘Ebdulreqîb Yûsif wê li pirtûkxaneyê bi dest dixe ji bo Dîwana Kurmancî dibe çavkanî. Ji naveroka destxetê eşkere dibe ku ew di sala 1767an de hatîye nivîsîn lê nûserê destxetê ne dîyar e. Di pêşgotina pirtûkê de ‘Ebdulreqîb Yûsif wiha dibêje: “Min hijdeh helbestên kurdî di nav wê keşkolê de dîtin ku yên heşt şairên kurdên kurmanc ên kevin ku 209 sal berî niha bûn.” Ji bîlî van, wî çend helbestên din jî lê zêde kirine û tevahî 25 helbestên ku heta wê rojê nehatibûn çapkirin bi kurtejiyana helbestvanên wan çap dike. Ev pirtûk ji alîyê Weşanxaneya Jîna Nû ve li Swêdê di sala 1988an de bi tîpên latînî bi navê Şaîrên Klasîk ên Kurd ve hatîye çapkirin.

            Ed-Dewletul Doskiyye pirtûkeke wî ya din e ku ji 2 cildan pêk te û cilda wê ya yekem di sala 1973an de hatîye çapkirin. Pirtûk li ser dîroka Dewleta Merwanîyan e. Di sala 1975an de cilda duyem tê çapkirin lê ji hêla hikumeta Iraqê ve tê komkirin û qedexekirin. Di sala 2001ê de Weşanxaneya Arasê vê pirtûkê ji nû ve çap dike.

            Bangewazîyek Bo Ronakbîrên Kurd di sala 1985an de tê weşandin. ‘Ebdulreqîb Yûsif vê pirtûkê wekî girîngtirîn berhema xwe nîşan dide ku di pirtûkê de li ser çanda şaristanî ya Kurdistanê hin agahî û belgeyên nû hene. Ev pirtûk bi van agahî û belgeyan bal dikişîne ser hin şaxên folklora kurdî ku bi salan hatine paşguhxistin û li ber mirinê bûne. Ji bilî vê, ji navê pirtûkê jî dîyare e ku gazî ronakbîrên kurd dike û wan teşwîq dike ku xwedî li mîrata şaristanîya kurd derkevin û wê vejînin.

            Şûnewarên Nû, Hunerê Tabloyên Şerefnameyê, Bîranînên Ehmedê Hemagê Pişderî, Bersîsê Abid, Peydabûn û Dirustkirina Çekên Agirdar Li Kurdistan, Li Belgenameyên Hikumeta Şêx Mehmûd, Ji UNESCO re Rapora Heskîfê, Wêrankirina Keleha Kerkukê û Hewldan Bo Rizgarkirinê, Berevanîkirina Me Li Hember Keleha Hewlêrê û Parastgehên Mîtrayî Li Îtalya û Berawerdkirin Ligel Parastgehên Mîtrayî Li Kurdistanê çend berhem in ku ‘Ebdulreqîb Yûsif ew çap kirîne û weşandine. Herwiha di kovar û rojnameyan de zêdetirî 450 gotarên wî jî hatine weşandin.

            Wexta keresteyên di dest de têrî ‘Ebdulreqîb Yûsif nakin, di destpêka sala 1970yî de belgekirin, qeydkirin û parastina berhemên çanda şaristanî yên Kurdistanê ji xwe re dike kar û bar. Li her çar parçeyên Kurdistanê, tax bi tax, kolan bi kolan digere, herçi hêjayî qeydkirinê be bi pîvanên zanistî belge dike û bi vî hawî wan ji wendabûne xelas dike. Şûnewar û bermayîyên wan, destxet, mîmarîya qesr, qonax û xanîyan, derî û şibake, nivîstek, kêl, şikeft û hemû berhemên din ên dîrokî qeyd kirine. Bi vî awayî zêdeyî heftê hezar wêne û zêdeyî hezar saetî vîdyo girtîye. Her ku li ser vî karî hûr dibe, şûnewar û berhemên dîrokî yên nû jî keşif dike. Li herêmên cuda yên Kurdistanê gelek parastgehên şaristanîya Mîtrayîyan eşkere kirîye. Li devera Ranyayê şûnewarek vedîtîye ku piştre Mûzeya Brîtanyayê ji bo karên arkeolojîyê jê dewir girtîye. Ketîye pey gorên kesayetên kurd ên navdar û cihê gorên wan keşif kirîye. Herwiha berevanîya bermayîyên dîrokî jî kirîye û hem Keleha Hewlêrê hem jî Keleha Kerkûkê ji hilweşînê rizgar kirîye.

            ‘Ebdulreqîb Yûsif tarîxa zindî ya Kurdistanê ango mirovên ku bûne şahidê tarixê jî ji bîr nekirine. Çi kesek hebûye ku xwedî serpêhatîyên dîrokî bûye, wî xwe gihandîyê û bîranînên wan bi deng qeyd kirîye. Zêdeyî hezar hevpeyvînên bi deng di arşîva wî de ne. Bî vî awayî nehîştîye ku ew bîranînên dîrokî wenda bibin.

            Belgeyên fermî jî di arşîva wî de cihekî girîng digirin. Dî raperîna Kurdistana Iraqê ya sala 1991ê de, hewleke wî ya taybet heye ku ew belgeyên fermî yên dezgehên dewletê neyên şewitandin û talankirin. ‘Ebdulreqîb Yûsif dîyar dike ku wî zêdetirî 16 milyon rûpel belge rizgar kirine û parastine. Herwiha wexta ku arşîva Osmanî di sala 1995an de tê vekirin ew jî diçe wê arşîvê û heftê rojan li ser belgeyên têkildarî kurd û Kurdistanê lêkolînan dike û wan berhev dike.            

‘Ebdulreqîb Yûsif wexta xebat û lêkolînên xwe kirine li gor ruhê wê demê ji hemû amûrên zanistî û teknolojîk sûd wergirtîye. Li gor îmkanên heyî wênegir, kamera û amûra dengqeydkirinê bi kar anîye. Xebatên xwe hem fîzîkî hem jî bi awayekî dîjîtal arşîv kirîye. Geşbûna bikaranîn û belavbûna înternetê jî dike ku ew arşîva xwe li înternetê bar bike û bi vê rêyê arşîva xwe ji her kesî re vedike. Ji bo vî karî malpereke înternetê[1] li ser navê xwe saz kirîye. Di malpera wî de zêdeyî 146 hezar belgeyên dîjîtal hene.


[1] https://www.abdulraqib.net

Nîşe: Ev nivîs di hejmara 7em ya Kovara Laserê de hatîye weşandin.