Homepage Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Fethiyê Hezroyî (1892-1975)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24478
    xudreste
    Keymaster

     

    Navê wî yê fermî Abdulfettah Yazıcı ye. Bi navên; “Ebdulfettahê Hezroyî” û “Seydayê Hecî Fettah” jî tê nasîn. Li gorî agahiyên ku Cihan Turan[1] ji Mehmet Yalar[2] neqil dike; malbata Seyda eslê xwe ji Qulpê bûne, berî çend qirnan koçî Genca Çewlîgê kirine, ji wir jî çûne Licê. Bavê Seyda, Hecî Mihemed ji bo tehsîlê diçe Hezroyê lê piştî demekê dest bi bazirganiyê dike û li wir bi qîza seydayê xwe Mela Ehmed re dizewice. Fethiyê Hezroyî di sala 1892ê de li Hezroyê hatiyê dinê ku wê çaxê Hezro girêdayî Farqînê bûye. Di 10-12 saliya xwe de dest bi xwendinê dike. 12 salan feqîtiyê dike, piştî ku medreseya xwe diqedîne dest bi dersdariyê dike lewma jê re gotine “Seyda”. Paşnavê xwe “Yazıcı” jî ji birayê xwe wergirtiye ku birayê wî ji Begên Hezro re katiptî kiriye. Di 14 saliya xwe de bi xalê xwe re çûye hecê lewma sifeta hecî jî li navê wî zêde kirine.

    Fethiyê Hezroyî ewilî li ber destê xalê xwe Mela Ebdullah dest bi xwendinê dike. Piştre, li Tilalo ji Mela Faîq[3], li Licê ji Mela Ebdullahê Meylanî û Mela Muhammed Hadî û li Hezroya Batmanê jî ji Mela Reşîd ders stendiye. Digel destûrnameya ‘ilmî destûrnameya Terîqeta Neqşîbendiyê[4] jî wergirtiye. Li Hezroyê jê re medreseyekê ava dikin û ew li wir derdariyê dike. Hêjayî qalê ye ku Fethiyê Hezroyî ji ber ku di îmtîhaneke hunerî de serkeftî bûye ji çûyina leşkeriyê miaf bûye. Seyda du caran zewiciye, piştî ku jina wî ya ewil wefat dike dîsa dizewice lê ji herdu jinan jî zaroyên wî çênabin. 52 salan muderristî kiriye, di sala 1975ê de wefat kiriye.

    Seydayên Fethiyê Hezroyî

    Mela Abdullah (Hezro)

    Mela Faîqê Licî (Licê, Tilalo)

    Mela Muhammed Hadî (Licê)

    Mela Reşîd (Birayê Fethî ye)

    Mela Tahir

    Mela Abdullahê Meylanî (Licê)

    Mela Seyîd Evdirrehman Yardımcı (Farqîn)

    Mela Huseyînê Qiçik (Cizîr)

    Feqiyên Fethiyê Hezroyî

    Mehmet Yalar

    Abdulazîz Cafer el-Mîşkanî el Bidlîsî

    Îsmetullah Yiğit (Karazî) (Licê)

    Ehmedê Meylanî (Licê)

    Halil Özaydın (Diyarbekir)

    Mehmet Saît Ergin (Hezro)

    Abdulvahap Karapeçeli (Gercews)

    Abdullah Düşünücü (Hezro)

    Haydar Hatipoğlu

    Mehmet Bilici (Hezro)

    Abdulmecît Güldü

    Derviş Yazıcı (Hezro)

    Fethullah Topan (Pêçarî) (Karaz)

    Zahîd Yazıcı (Birayê Fethî ye)

    Ehmed Ocak (Cewzî) (Henê)

    Halit Korkusuz (Licê)

    Hulusi Kılıç

    Ubeydullah Okuyan

    Abdulselam Yalar

    Bekir karlığa

    Sabri İnal

    Ehmed Yalar (Diyarbekir)

    Berhemên Fethiyê Hezroyî

    Fethiyê Hezroyî ji bilî kurdî bi ‘erebî, farsî û tirkî jî dizanibû. Bi ilmên edebî û tesewwufê re mijûl bûye. Bi kurdî, farsî û ‘erebî helbest nivîsîne. Helbestên wî li ser bingeha ‘arûzê, bi wezn û qafîye ne. Di helebstên xwe de mexlesa “Fethî” bikar aniye. Helbestên wî bi ser mîjarên lîrîk û dîdaktîk (pendî) ve diçin. Medhiye û mersiye nivîsîne. Ji ber ku girêdayî terîqetê bû, di helbestên wî de tesîra terîqet û tesewûfê bi awayekî beloq xwe nîşan dide. Lewma bandora zimanên ‘erebî û farsî jî di helbestên wî de tê dîtin. Di bin tesîra Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mela Mihemedê Licêyî (Hadî) û Şêx Evdilqadirê Hezanî de maye. Fethiyê Hezroyî mulemme’ jî nivîsîne.

    Berhemên Kurdî

    Dîwan

    53 helbestên wî yên bu kurdî tê de hene. Qesîde (15) û xezel (24) serkêş in, digel wan murebbe’ (3), muxemmes (2) û mesnewî (9) jî hene. Tehsîn Îbrahîm Doskî cara ewil bi erebî hin helbestên Fethî weşandiye û piştre jî halê latînîzekirî hatiye çapkirin. Cihan Turan di teza xwe de li ser dîwana wî xebitiye ku wî ev dîwan ji ber 5 destexan tertîp kiriye. Dîwana Fethî ne muretteb e.

    Nusxeyên Dîwanê

    Nusxeya Mehmet Yalar

    Nusxeya Ehmed Yalar

    Nusxeya Zeynel Abîdîn Amedî

    Nusxeya Mela Ehmedê Cewzî

    Nusxeya X (Nenas)

     

    Qesîdeya Qelem

    Mesnewî ye, ji 124 malikan pêk tê. Bi ‘arûz û qafiye ye. Destxeta Mehmet Yalar li ber dest e. Ev cure berhem wekî “Qelemname, Qelemiyye” jî tên binavkirin. Şa’ir xîtabî qelem dike, derdê dilê xwe tîne zimên.

    Eqaîd

    Ji 5 helbestan pêk tê. Baweriya bi Xwedê, ecdadên Pêxember û tecwîd mijarên sereke ne.

    Divêtin Ger Bi Qencî Bî Muweśśef: 60 malik

    Munebbeh Be Ey ‘Arifê Bû El-Kemal: 36 malik

    Di Tewĥîda Xweda da ‘Ebdê Kemter:63 malik

    Ela Ger Ŧelebkarî Ez Qa’il im:12 malik

    Hezar ĥemd û ŝena û xweş meqale (tecwîd): 26 malik

    Leyla û Mecnûn

    Mesnewî ye, 4 beş 281 malik e, nehatiye temamkirin. 3 destxetên wê li ber dest in; Zeynelabîdîn Amedî, Mela Cewzî û ya bênav.

    Tercumeya Bed‘ul-Emalî

    Rîsaleya Alî b. Osman el-Ûşî (w. 1179) ye. Fethiyê Hezroyî ew bi awayê klasîk wergerandiye kurdî.

    Berhemên ‘Erebî

    Qesîdeya Tayî (128 malik)

    Qesîdeya Alfabetîk (28 malik)

    Hediyyetu ‘s-Sibyan

    Tehyîcul-Qulûb (15 malik)

    Lexez û nîşankirina dîrokê

    Manzûmeyên derheqê Nahîv, Sarf û Qira‘atê de

    Li Diyarê Te Xerîb im

    Li diyarê te xerîb im ey tu kehful xureba! (k)

    Tale ma lem nere minkel lutfe Ellahu cezak (e)

    Ya melazel xureba innî feqîrun we xerib (e)

    Nezerek wer bide halê vî xerîbê sîne çak (k)

    Min hene bê hed xem û derdê ecîb û pir mezin(k)

    Leyse fi qelbî hebibun eyyuhel xillu siwak (e)

    Kulle yewmin mewteten li fil firaqi qed bedet(e)

    Her dikêşim van cefayan we ez im her derdinak (k)

    Ez qewî jar û hezîn im sahibê derd û elem (k)

    Bi’se halî bi’se hali fi newake fi newak (e)

    Ewqedet fil qelbi naren șu’letun minhu elet (e)

    Lew ji hicra zulf û xalan her ez im xaltanê xak(k)

    Mame bê sebr û sukûn û derdemend û mustemend (k)

    Leyse lî xillun yudarînî cewen illa hewak (e)

    Xeyre ennî fi zî lewsafi innî ha’imun (e)

    Hem birîndarê du çeșmê nazik û burheynê pak (k)

    Her dinalim her dikalim dil keyîb im bê meded (k)

    Beddelet halî bihalî musthamin la yerak

    Lî fu’adun lem yezel yelheflehu wa esefa(e)

    Ev çi huzn e çi melal e çi ye ev derdê hilak? (k)

    El ’eman wa hesreta ah û fixanê bê hisab (k)

    Ma emerrel bu’de ya mewlayê min zeu’i senak (e)

    Ma lena sebrun cemîlun eyne xibte eyne eyn (e)

    Nîne derman û dewa îlla wisala xemzenak(k)

    Kelbê dergahê te me ey mezherê nûrilhuda! (k)

    Înne lî qelben hezînen leyse yexlu min welak (e)

    Ente meqsudi feetfen minke misbahe duca (e)

    Ehlê rehm û cûdî ey nazik nihala tabinak! (k)

    Ez ji şewqa dîtina gulfamê rûyê te hezîn (k)

    Leyse qesdî we muradî minke illa en erak (e)

    Ezzibil qelbe we nadi keyerake ya muna (e)

    Fethîya ev te murade yesserellahu munak (e)

    Xebatine Derbarê Fethiyê Hezroyî de

    Acar, H. (2005). “Seydayê Hecî Ebdulfettahê Hezroyî u Dîwana Wî ya Kurdî”, Kovara Nûbihar, C.10, h. 96, Stenbol.

    Ahmet Yalar ile Röpörtaj. (2011). e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi -www.e-sarkiyat.com- ISSN:1308-9633 h. VI, Diyarbakır

    Ergin, M.C. (2006). “Seydayê Hezroyî Haci Abdulfettah Yazıcı”, Dicle Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi, C. VIII, h.1, Diyarbakır.

    Ertekin, M. Zahir & Yıldız, Ayhan, (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan

    Ertekin, M. Z. (2016). Mela Ebdulfettahê Hezroyî (Fethî) û Qesîdetu’l-Qelema Wî (Metn-Lêkolîn). Nubihar Akademi , 2 (6) , 71-103

    Mela ‘Ebdulfettah Hezroyî. (2012). Dîwana Fethî (Berhevkirin: Tehsîn Îbrahim Doskî), Stenbol: Weşanxaneya Nûbîhar

    Turan, C. (2017). Dîwana Fethî. (Hejmara Weşandinê: 469532). [Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Bîngolê]. https://tez.yok.gov.tr/

    Yalar, M. (2012). (Pêşgotin) Dîwana Fethî, (Brhv: Tehsîn Îbrahîm Doskî,) “Kurtejînenîgarîya Abdulfettah Yazıcı”, Stenbol: Weşanên Nûbihar.

    Yalar, M. (2012). Hazrolu Abdulfettah Yazıcı ve Şairliği, Uluslararası Silvan Sempozyumu, Mardin: Artuklu Üniversitesi Yayınları, İstanbul.

    [1] Lêkolîner, Teza xwe ya lîsansa bilind li ser “Dîvana Fethî” amade kiriye.

    [2] Feqiyê “Seydayê Ebdulfettahê Hezroyî”

    [3] Xalê bavê wî ye.

    [4] Necatê Zivingî, Stêrkên Edebiyata Kurdî, weş. Banga Heq, Stenbol 2014. r.317.

    Amadekar: Xelîl Akgul

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor