Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hejmarnavên Rêzî/Rêzê

Hejmaravên rêzî, pozîsyon (cih) an jî pileye (ast) tiştekî an jî kesekî diyar dikin. Di gelek zimanan de hejmarnavên rêzî (ordinal) ji hejmarnavên kardînal bi alîkariya gireyan tên veqetandin (hin rewşên awarte hene). Bo nimûne, di îngîlîzî de ji bilî 1, 2 û 3yê hejmar bi paşgira "-th" dibin rêzî (sixth, seventh, eighth...)

Di erebî de zayenda hejmarnavên rêzî heye, li gorî zayenda navdêra ku modifiye dikin, hejmarnavê rêzî diguhere (bnr. https://dialnet.unirioja.es/descarga/articulo/8787241.pdf)

Di kurmancî de, ji ber ku hê ji aliyê otorîteyekê ve nehatiye dîktekirin, gelek varyantên hejmarnavên rêzî tên bikaranin. Lê di eslê xwe de şaş tên bikaranîn. Di kurmancî de, hejmarnavên rêzî dema rewşa îzafeyê bên bikaranîn dikevin birra rengdêran. Ji ber ku di kurmancî de rengdêr nayên tewandin, divê wê çaxê em hejmarnavên rêzî yên di rewşa îzafeyê de jî netewînin. Yanî:

Pirtûka yekê -  "yek" li vir bûye navdêr û tewiyaye lewma fonksiyona cînavkê wergirtiye, tr. Birinin kitabı [mê]

Pirtûka yekî -  "yek" li vir bûye navdêr û tewiyaye lewma fonksiyona cînavkê wergirtiye, tr. Birinin kitabı [nêr]

Pirtûka çaran - "çar" li gorî qayideya tewanga pirjimar a navdêran tewiyaye, fonksiyona cînavkê wergirtiye. tr. Dörtlerin kitabı [pirjimar]

Pirtûka bîstî/bîstan/sedî/sedan/hezarî/hezan - Bi heman awayî, hejmarnav erka rêzkirinê nayne cih, li şûna bi fonksiyona cînavkê radibe.

Lewma divê qayideyek hebe ku em ji hejmarnavê, hejmarnaveke rêzî saz bikin ku bi fonksiyona rengdêrê tevbigere. Wê gavê jî divê em berê xwe bidin paşgira "-em"ê. Bi xêra vê paşgirê em dikarin hemû hejmarnavên kurmancî bikin rengdêr û rêza navdêr diyar bikin:

pirtûka yekem, pirtûka duyem, pirtûka sêyem/çarem/dehem/bîstem/çilem/heftêhem/sedem/sed û dehem/du sed û pêncîhem/nehsedem, hezarem, hezar û sed û şêst û heştem/du hezar bîst û çarem....

Wextê hejmarnavên rêzî ji rewşa îzafeyê derkevin, wê çaxê  fonksiyona cînavkê werdigirin:

(Ê/A) Çarem hat. (Ê/A) Bîst û yekem gelekî xweşîk e. (Ên) Bîst û yekem gelekî xweşîk in.

Bi vî awayî em ê standartekê çêkin û xwe ji zayend û tewanga hejmarnavên rêzî xelas kin.

Nîşe: Hin caran hêjmarnavên rêzî dijî qayîdeya rengdêrên kurmancî, li pêşiya navdêran tên bikaranîn:

Yekem pirtûk.

Yekem pirtûka sor.

Bi min ev bikaranîn şaş e û dibe ku bandora tirkî li ser hebe.

Nîşe 2: Herwiha, hejmarnavên rêzî dikarin bibin navdêr jî, wextê bibin navdêr li gorî rêgezên navdêran veqetandekan werdigirin û ditewin.

Bo nimûne: yekemê polê, duyemê pêşbirkê...