Homepage Forum PERWERDEHÎ & AKADEMÎ Bişavtin (Asîmîlasyon) HÛN ÇAWA DIKARIN TAM BÊN BIŞAVTIN?

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24471
    xudreste
    Keymaster

    Li Yandiskê di nav PDFyên kurdî de digeriyam, rastî vê nivîsê hatim, navê nivîskêr nediyar bû lê dema min li googlê xist navê Bahoz Baran derket pêş min, dibêm qey di Rojnameya Azadîya Welat (2009) de jî hatîye weşandin. Nivîseke xweş e, kerem bikin em bi hev re bixwînin…

                Mirov xwe û neteweya xwe çawa dikare tam bibişive. Fermo, yên ku dixwazin tam bibişivin bila li gorî van xalan tevbigerin. Ev xal,  garantiya tambişavtinê didin we, kesên ku tiştên van xalan pêk bînin, wê di pênc salan de bi temamî bibişivin.

    1. Dema ku zarokên we çêbûn bi serbilindeyeke mezin, navên Kurdî li wan bikin; lê bi wan re bi Tirkî bipeyvin.
    2. Pirtûk û kovar û rojnameyên Kurdî bistînin; lê nexwînin, bikin bin sifreya nan.
    3. Partiya we ya siyasî bila bi Tirkî qala mafê we bike û bila rêveberên wê bi Tirkî bipeyvin û bila civîn û şahiyên xwe bi Tirkî li dar bixin.
    4. Ku yekî/ê qala xwebişavtinê kir, kulmek li nava devê wî bixin û bibêjin: “Biz asla asimile olmayız.”
    5. Navendên çand û hunerê vekin û zimanê wan bikin Tirkî.
    6. Li ser hişmendî û pişaftinê nesekinin, bala xwe bidin rêzimanê.
    7. Neçin civînên bi Kurdî.
    8. Ku hûn çûn civînan jî, soza fêrbûna Kurdî bidin; û li ser gotina xwe nesekinin.
    9. Dema ku nivîskarên Kurd hatin, neçin panel û hevpeyvînên wan.
    10. Rêveberên we jî, dema ku nivîskarekî/e biyanî hat, bila li protokolê heta dawiyê guhdariya wî/ê bikin, dema ku nivîskarekî/e Kurd hat, bila pênc deqe guhdarî bikin û rabin herin.
    11. Salê carekê, roja cejna zimên, zimên bînin bîra xwe bes e.
    12. Stranên xwe bi zimanekî din guhdarî bikin.
    13. Ji xwe û zimanê xwe  fedî bikin.
    14. Di erebeyan de, di aşxaneyan de, di bazarê de bi Tirkî bipeyvin.
    15. Dema ku zarok bi Tirkî peyivîn, dengê xwe nekin, tenê bibêjin: eferim.
    16. Bi hevsera-ê xwe re bi Tirkî bipeyvin.
    17. Dema ku bûkeke Tirk hat mala we, herkes bila di nava mehekê de hînî Tirkî bibe.
    18. Avfiroşek dema ku bi Kurdî bang kir, avê jê nestînin.
    19. Di dibistanan de, zarok dema ku bi Kurdî peyivîn, li wan bixin.
    20. Li ser bişavtinê lêkolîn û anketan çênekin; pirtûk, fîlm û şanoyên ku mijara wan bişavtin e, neynin bajarê xwe.
    21. Kê gotiye ziman giyanê neteweyê ye, bawer nekin.
    22. Hûn, li cihekî sed kes hebin, di nava we de yek tenê Tirk be jî, ji kerema xwe re bi Tirkî bipeyvin.
    23. Bila sendikaya we ya bi navê “Eğitim-Sen”ê hebe û xala zimên ji rêziknameya xwe derxe.
    24. Dema ku yekî/ê hûn rexne kirin der barê zimên de,  jê re bibêjin: “Dev ji nijadperestiyê berde, em enternasyonal in.”
    25. Di telefonan de bi Tirkî bipeyvin.(Bila dewlet jî rehet rehet guhdariya we bike û ji we fêm bike.)
    26. Bila polîtîka û bernameyên we yên li ser zimên tune bin.
    27. Bila saziya we ya bi navê Kurdî-derê hebe, li ser zimên bixebite û piştgiriyê nedinê. Festîvalan çêbikin û bi trilyonan pere xerc bikin. Bila li Kurdî-derê makineya fotokopiyê tune be.
    28. Nebe nebe, hûn “saziya li dijî bişavtinê” ava nekin.
    29. Bila hunermendên we bi Kurdî bistrên û bila bi Tirkî bijîn û hûn jî dengê xwe nekin ji wan re.
    30. Şanogerên we, bila çend şanoyên bi Kurdî çêbikin û bila li pişt perdeyê û di jiyana xwe de, bi Tirkî bijîn.
    31. Ji bo xatirê “biratiya gelan” bi zimanê birayên xwe bipeyvin û bila ew jî hebûna we qebûl nekin.
    32. Wijdana xwe neynin bîra xwe.
    33. Dirûşma “zimanê me hebûna me ye” biqîrin û bila hebûna we di nava dest û lingan de bigevize.
    34. Bila hunermendên we yên mîna Xemgîn Bîrhat di konferansên muzîkê de bibêjin: Kurdî têra vegotina muzîkê nake, ez ê bi Tirkî vebêjim.” Û hûn jî dengê xwe nekin.
    35. Teqez bi kesên biyanî re bizewicin.
    36. Dema ku zarokên Mîna Medyayê derketin ders dan, bila pir kêfa we bê, polîtîzebûna zarokan neynin bîra xwe. Derbeyek li zarokatiya wan bixin û xwe bi vê hevokê bixapînin “Heta evên mîna Medyayê hebin em nabişivin.”
    37. Bila nivîskarên we pirtûkên nebaş binivîsin.
    38. Li axurê û dema ku cilên gemarî li ser we bin, bi Kurdî bipeyvin, dema ku hûn li mercedesê bin, cilên weke marqeya Piere Cardînê li we bin, bi Tirkî bipeyvin.
    39. Navê cî û waran bi Tirkî bînin zimên.
    40. Bila saziyeke we ya bi navê “Selîsê” hebe û bila dayikên we yên ku nehatine bişavtin, hînî Tirkî bike.
    41. Bila kovareke we ya bi navê “hêviya jinê” hebe û bila tenê rûpeleke wê bi Kurdî be.
    42. Bila televîzyonên we yên Kurdî, di saetên ku herî pir tên temaşekirin de, bi Tirkî weşanê bikin.
    43. Bila li bajarên we pêşdibistan vebin û zarokên xwe gaveke zûtir bişînin wan deran.
    44. Navên kesên giregir li kuçe û kolanan bikin û bibêjin:” Musa Anter’de inecek var.”
    45. Peykerên Celadet Elî Bedirxan û Cegerxwîn û Ehmedê Xanê û Melayê Cizîrî û…. Çênekin; peykerên Ahmed Arîf, Yilmaz Guney… çêbikin.
    46. Hin parlementerên we bila soza fêrbûna Kurdî bidin û bila ji bîr bikin soza xwe û hûn jî neynin bîra wan. Û bila bila bi Tirkî qala girîngiya zimên bikin.
    47. Heta ji we tê zimanê xwe polîtîze bikin.
    48. Bila hin şaredariyên we, di warê zimên de bi tena serê xwe biryar bigrin û ji we bên stendin û yên din jî dengê xwe nekin.
    49. Nebe nebe, bavê xwe û diya xwe neynin bîra xwe.
    50. Meraqa pirtûk, rojname û kovarên Kurdî nekin.
    51. Bila di hin konferansan de, hin nivîskarên we rabin, -bila bibêjin qeyde ew der dêr e û hûn jî keşîş in- mikûrhatinan bikin bibêjin: “Welleh eyb e; lê divê ez bibêjim: Zarokên min bi Tirkî dipeyvin.” Û hûn jî dengê xwe nekin.
    52. Ji bo ku zarokên we di dibistanan de bi ser bikevin, hûn çiqas zû bi wan re bi Tirkî bipeyvin ew qas baş e.
    53. Dibêjin mirîşkên Amedê ji “tû-tû-tû”yê; yên Îzmîrê ji “cîk-cîk-cîk” ê fêm dikin. Yanî mirîşkên Kurdan nehatine bişavtin! Bi vêya bawer nekin, heywan û bişavtin! Ev li we heqaret e?!
    54. Rêveberên xwe di warê zimên de rexne nekin.
    55. Bila haya we ji stran, biwêj û gotinên pêşiyên we yên ku hatine dizîn tune be.
    56. Dema ku yekî ji we re got: “ Hûn çima bi Tirkî dipeyvin”  bibêjin: “ Ferq nake.”
    57. Zimanê we jixwe ne romatîk e jî, evîndar bila pê nepeyvin.
    58. Jixwe hûn her du zimanan jî baş dizanin. Derdekî we tune ye, di warê fêrbûna Kurdî de.
    59. Xebatên mayînde nekin; weke berê qampanyayan çêbikin, heftekê bi Kurdî bipeyvin, dûre dest bi Tirkî bikin.
    60. Kê gotiye hişmendî bi axaftinê çêdibe, bawer nekin.
    61. Hûn bi zorê fêrî Tirkî bûne, hê hûn ê herin, têkevin nava ferhengan, pirtûkan… Dev jê berdin.
    62. Ku yekî/ê got “Kurdiya akademîk” tune ye “Kurdiya rast” heye, pê bawer nekin. Û bersiva xwe her û her bidin: “Heval ez Kurdiya akademîk nizanim, loma bi Tirkî dipeyvim.”
    63. Li ber nekevin, kengî hûn bi ser ketin hûnê li zimên vegerin.
    64. Ku dewletê got: “Seçmeli ders”, bibêjin: “Besî me ye”.
    65. Çend mozên zimên derketine, bila haya we ji wan hebe, bi we ve nedin…

                  Fermo, êdî hûn bi rehetî dikarin bi temamî bên bişavtin. Helbet ev xal pir in, hûn van xalan dikarin zêde jî bikin. Qewet be ji we re… Kalê min ji bo tiştên ku texmîn dikir wê biqewimin wiha digot: “Em ê bi hev re nemrin, hûn ê bibînin.”

    Bahoz Baran

                                             

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor